Karaz

Karaz
Kocaköy
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Diyarbekir (parêzgeh)
Serbajar Karaz

Hejmara nahiyan 1 nahiye
Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 11 gund

Gelhe (2008) 15.718[1] kes
Rûerd 151[2] km2
Berbelavî 104,1 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 5.884 kes
Koordînat 38°17′24″Bk 40°30′14″Rh / 38.29000°Bk 40.50389°Rh / 38.29000; 40.50389
Bilindayî 950 m
Koda postayê 21450
Koda telefonê (+90) 412
Karaz li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Karaz
Karaz
Karaz (Bakurê Kurdistanê)

Karaz (bi tirkî: Kocaköy) yek ji navçeyên Amedê ye. Karaz li bakurê rojhilatê Amedê, li ser riya Amed û Çewlîgê (Bîngolê) ye û 65 km ji Amedê dûr e. Şaroçka (qeza) Amedê ya herî biçûk û nû ye.

Cih û dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kes nizane Karaz kengî hatiye avakirin. Li herêmê hindek şûnewarên dîrokî û balkêş hene. Ev jî ji dema kalkolîtîk (b.z. 5000-4000) in. Li herema Serêkaniyê da navbera 60-70 şikeftên xerabe kirî hene ku ji wan re dibêjin Şikeftên Karazê. Ji derve van li heremê qaleyên Kafir, Ardûç, li gundê Şeqladê Nawis, li Qetîn, Tiltapan û li çend ciyên din jî girên dîrokî hene.

Şaredarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Karaz heta sala 1972an gundekî Licê bû û ji vê salê şûn de Karaz dan ser navenda Amedê. Di 6ê hezîrana 1976an de sîstema şaredarî hat avakirin. Di 7ê îlona 1982an de taxên wê hatin diyar kirin û keyayên taxan hatin hilbijartin. Di 12ê adara 1983an de santralên enerjiyê ketin dewrê û kahrîbar hat navenda şaroçkê. Di 20ê gulana 1990an de jî statûya wê hat guhertin û bû şaroçka Amedê ya 13mîn. Bi tirkî jê re dibêjin Kocaköy. Bi rêzê heta niha ev kes bûne serokê şaredariya Karazê:

  • Hacî Mûsa Kaya
  • Huseyîn Razî Oral
  • Îbrahîm Sari
  • Aydin Demîr
  • Ehmed Ture
  • M. Halîm Yigit
  • Hamdullah Kiliç
  • Mehmet Kaya
  • Remzî Çali

o niha jî Afûllah Kar û Berîvan Kiliç in.

Qad û nifûs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şaroçke li ser 26.400 metre çargoşe hatiye avakirin. Niha pênc taxên navenda bajêr hene: Taxa Qeya, Yenîşehîr, Şêx Şerefedîn, Kaniya Bîno û taxa Şerîfan. Bi navê Tilêlek, ku bi tirkî navê Özekli lê kirine, nehyeke wê heye. Du taxên Tilêlekê hene: Pîder û Yûnus Emre. Ji derî vê du gomên bi navên Kanîdiz û Meşkênî li ser vê nehyê ne. 13 gund û 15 gomên Karazê hene. Li gor hejmartina giştiya 2000an nifûsa Karaze 5.678 e. Wek li gelek deverên Kurdistanê li herêma Karazê jî di van 15-20 salên dawî de, ji ber sedemên şer dewletê piraniya gundên stratejîk û yên çiyayî vala kiriye an jî şewitandiye. Loma her ku diçe hejmar kêm dibe.

Li gor hejmartina giştî ya sala 2000an nifûsa navendê 5678 ê û ya hemû gundan jî 7391 e. Bi giştî nifûsa Karazê 13.109 e.

Li navend û gundan hejmara jin û mêran:

Cih Jin Mêr Giştî
Navend 2748 2930 5678
Embarê 347 364 711
Mehmediyan 603 640 1243
Benê 256 240 496
Qûçik 350 279 629
Şêxomeran 156 134 290
Qetîn 896 876 1772
Akrag 159 171 330
Tilteban 147 140 287
Şeqlatê 108 122 230
Tepecûk 226 226 452
Hewrê 479 472 951
TEVÎ 6475 6594 13109

Perwerde û hîdekarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li navend û hemû gundên Karazê 22 dibistanên sereta û lîseyek heye. Li hin gund û mezran dibistan tune ne û zarok tên gundên nêzîkî ku dibistan li wir hene. Ji bo kesên temenmezin ên ku xwendin û nivîsandina wan tune, li navenda şaroçkê dewletê çend dibistan ve kirine. Rejiya xwendin û nivîsandinê gelek kêm e û bi taybetî ev rejî di nav jinan de hîn bilintir e.

Piraniya xwendekaran keç û jinên genc in. Armac ne hînkirina xwendin û nivîsandinê ye, armanc asîmîle kirina dayikan e.

Bîrên petrolê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêma Amed ê ji mêj ve û herî bêtir petrol di nav tixûbên (sînorên) Karazê de hatiye dîtin. Li Qetîne yê ku çend kîlometre dikeve başûrê Karazê li ser riya Licê bîrên petrolê hene. Ew petrol di sîloyan de tên parastin û di boriyên bin erdê de, bi ser Amedê re dişînin Îskenderûn ê ku li perava Deryaya Spî ye. Îsal di meha havînê de dîsa bîrên petrolê hatin dîtin. Li herêma Qetîn ê di 2325 metreyî kûrahî de petroleke nû derket. 39 bîr hatin kolandin. Ev li Kurdistan û Tirkiye yê petrola herî bi kalîte ye û 32 gravîd e. Di van bîr û avahiyên petrolê de xelkê herêmê wek karker qebûl nakin û kar nadin wan. Karkeran ji hêla Tirkiyê tînin û di van cih û avahiyan de dixebtînin.

Kiştûkal[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Debara xelkê şaroçkê piranî û giranî bi kiştûkal (ziraetê) dibe. Li herêmê helberîna gulê berbiro her ku diçe zêde dibe. Di van salên dawî de li Licê fabrîka rûnê gulê berbiro kete faliyetê. Herweha xelkê herêmê giraniyê da ser çandina gulê berbiro. Li herêma Embarê 7.000 dekar pembû tê çandin. Dîsa li herêma gundên Mehmediyan û Tepecûk ê 15.000 dekarî de birinç û titûn tê çandin. Qada kiştûkala ji bo hebûbatên bejî 189.000 dekar e. Ji vê 141.000 hebûbat, 6.000 dekar bakle, 2.000 petêx û zebeş tên çandin 40.000 hektar şov e.

Ajel[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hatina xelkê Karazê li ser kiştûkal û ajelxwedîkirinê (heywan xwedî kirinê) ye. Di nav tixûbên şaroçkê de, bi qasî ku hatiye tespît kirin 8.000 dewar û 15.000 jî pez hene. Ji sedî heftê pez û dewarên binecîh in û ji sedî 30 jî yên ziretê ne. Bi qasî 300 î jî gamêş hene.

Kesên navdar û naskirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2008
  2. ^ www.turkstat.gov.tr/PreIstatistikTablo.do?istab_id=220
  • Amed Tîgrîs, Amidakurd