Şehrîbana Kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şehrîbana Kurdî
Navê rastî
Şehrîban
Jidayikbûn1973
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeStranbêj û dengbêj
Malperwww.sehribana-kurdi.com Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şehrîbana Kurdî (jdb. 1973 li Îzmîrê) stranbêj û hundermendeke kurd e.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şehrîbana Kurdî di sala 1973an de li Îzmîrê hat dinê. Bavê wê karmendekî dewletê bû û ji bona wê jî ew ji Kurdistanê hatibûn bajarê Îzmîrê li Tirkiyê. Malbata Şehrîbanê bi eslê xwe ji gundê Xursê yê girêdayî bajarê Qoser Girê Sor li bajarê Mêrdînê ne. Ew ji eşîreta Omeriyên herêma Mêrdînê ne ku di nava vê eşîretê de gelek hunermendên din yên mîna (Miradê Kinê) jî rabûne. Herêma jiyana malbata Şehrîbanê ji aliyê xwe yê dîrokî pir kevnar û xwediyê çand û hunereke dewlemend e.

Jiyana Hunerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sala 1983an Şehrîban hê 13 salî bû ku di kêbirkiyeke muzîkê ya salane de di nava hemû xwendevanên bajarê Îzmîre de yekemîn derket. Kêbirkî ji aliyê Müzika Gel a Tirkî (Türk Halk Müziği) hatibû organîzekirin. ji aliyê xweşiya deng û hostatiyê de Şehrîban di nava 32 kesên ku di kêbirkiyê de beşdar bibûn, pileya yekemîn bi dest xist û hat xelat kirin. Strana ku di wê rojê de Şehrîbanê xwend bi zimanê tirkî bû û navê stranê jî "Ben Dogarken Aglamişim (Dema ez hatime dinê, giriyame) bû.

Şehrîban di destpêkê de bi teşwîqa xaleta xwe ya bi navê Soreya yê ku pir jî dengxweşe û piştre jî bi piştgîriya bav û endamên din yên malbata xwe dest bi karê stranbêjiyê kir û niha jî li bi awayekî bilinditir li ser hunera xwe disekine.

Şehrîban di jiyana xwe ya malbatî û hunerî de xanimek pir bi şexsiyet û bi dîspilîne. Ji bona wê jî ew hertim di wê baweriyê de ye ku:“ Ger stranbêjek bixwaze strana hunermendekî kilasîk yê kurd bixwîne, divê heqê wê stranê baş bidê. Yanî bila an stranê baş bixwînin an jî dema nikarin vî karê han pêkbînin, stranê xerab neken“.

Dema ku Şehrîban stranên Meryem Xanê dixwîne, mirov keyfxweş dibe ku piştî gelek salên dûr û dirêj cîgireke wê peyda bû ku bi hiss û hesetên gelek bilind careke din nav û hunera wê li ber çavên me zindî dike. Ji aliyekî din ve ew dibêje:” Ez mirovek oldarim, lê Xwedê dengek daye min û ez dixwazim bi rêya dengê xwe xizmeta gelê xwe yê bindest û bêmaf ji bo standina azadî û serxwebûnê bikem.”

Şehrîban xanim bi kesayetiya xwe ya Kurdewarî, exlaq û pirensîpên xwe yên civakî û kesayetî jî di nava gel de navekî bi hurmet û bilinde. Ji bona wê jî gel di warê civakî û exlaqî de jî ji vê xanima Kurd pir hez dikin. Di vî berhemê giranbiha da Şehrîban bi wî dengê xwe yê îllahî çar hunermendên Kurd jî bi bîr tîne: Hesen Cizîrî, Meryem Xan, Kawîs Axa û Hesen Zîrek.

Şehrîban dayika çar zaroka: Navdar, Pîroz, Hîvî û Narîn (kurek û sê keç)a ne. Malxê Şehrîbanê, kek Şêrko jî di warê hunerî mirovekî Pêşketîye. Helbestvaneki bashe. Gellek helbestên Kek Shêrko ji hêla Hünermenda hêja Şehrîbana Kurdî ve hatine Xwandin." Gerillayê Qehreman, Yekîti, Bariş,Dayka savaş" Serkarî ü rêwebiriya Cd ya "Evîna stranan" bi temami ji hêla kek Şêrko ve hatiye brêvebirin. Kek Şêrko hem di warê malbatî û hem jî di warê Hünerî da hertim piştgîriyê dide xanima xwe ya hêja Şehrîbanê.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şehrîban di sala 1987an di xwendingeh û merasimên malbatî de dest bi stirînê kir, lê bi awayekî profesyonal ji sala 1991an dest bi tomarkirina stranên xwe kir û di wê salê de yekemîn kasêta xwe ya bi navê "Ez Keçim Keça Kurdanim" di nava gel û muzîkhezên Kurd de belav kir. Beriya wê salekê li ba hunermendên bispor li ser terbiyetkirina dengê xwe kar kiribû û dizanî ku çawa qirka(gewriya) xwe ji bo strîna lorîkên Kurdî bikar bîne.

Di wan salan de ku ji ber pêşkeftina rewşa siyasiya Kurdan li bakurê Kurdistanê zimanê Kurd ne bi awayekî fêrmî serbest bibû, gelek kesên din jî hatibûn meydana huner û stranbêjiyê, lê di demeke kin de nav û dengê 'Şehrîbanê ji sinorên bakurê Kurdistanê derbas bû û heta di nava Azerî, Tirk û Ereban de jî kasêtên wê hatin guhdarkirin. Ev jî tiştekî sirûştî bû, ji ber ku Şehrîban xwediyê dengekî pir xweş, bilind û bi awayekî gelek baş jî dest bi karê xwe yê hunermendiyê kir. Li sala 1992an kasêta wê ya duyemîn "Sor Gula Min" li Tirkiyê, li sala 1993an kasêta sêyemîn "Yek, do, sê" li Tirkiyê û li sala 1995an de jî kasêta wê ya çaremîn "Em hatin" li Elmanya di nava gel de bi awayekî berfireh hatin pêşwazî kirin.

CD û kasêta herî dawiyê hunermenda Kurd Şehrîbanê bi berpirsyartiya mamostayê mezin Dilşad Seîd bi dawî anîye. Navê vê albûmê "Evîna Stranan" e

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]