Omerî (eşîr)
Eşîra Omerî | |
Agahiyên gelemperî | |
Esil | Kurd |
Ziman | Kurmancî |
Herêmên dîrokî | Mêrdîn, Omerya |
Belavbûn | Mêrdîn, Mêrsîn, Qamişlo, Amûdê, Edene, Izmîr, Stembol, Almanya |
Demografî | |
Gelhe | herî kêm 400.000 |
Bawerî | |
Dîn | Êzdîtî û Îslam |
biguherîne ![]() |
Eşîra Omeriyan an Omerî, eşîreke mezin a li Mêrdînê ye. Omerî xwedî 99 gundin bi navê herêma Omeriya. Li gor çavkaniyên Sempozyûma Navnetewî ya Omeriya û lêkolînvan Şerefxan Cizîrî gelhe ya eşîrê herî kêm 400.000 e lê gelhe ya maksîmûm ji ber pirsgirêk ên li ber çava nayê zanîn. Lê îroyî Omerî her yekî wan belav bûne li gund, navçe û bajarên Tirkiyeyê, Kurdistan û Almanya yê. Li gor rawêjiyê 120 hezar kesê Omerî li Qoserê, 70 hezar kes li Nisêbînê û li navenda Mêrdînê û derdora wê de 40 hezar kes, herwiha dîsa gelek jî barkirine û çûne bajarên mezin yên Tirkiyeyê; Edene, Stembol, Mersîn, İzmir û bajêrên din nêzî 100 hezar kes lê dijîn.[1]
Gundên Omeriya[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gundê mala axê:Çalê
Alûca, Cibilgrawê, Cinata Miho, Cinata Hiso, Fafê, Gewrik, Golyê, Haciya, Hebîsê, Kafsenor, Keleç, Kûdê, Kurka Çeto, Kurka Metîna, Kuruma , Mermarê, Merzeqa, Mesken , Metîna, Miştînê, Mûdê, Qurdîs, Qurkê, Qûzo, Rekê, Rişwana, Sîtê, Xirbê Şêx Mehmûd, Taqê, Terê, Tinatê, Tixûbê, Xanîsorê, Xirbê Qeblo , Xirbê Kêvir, Xirbê Mirîşkê, Xerzikê Erebo, Risînê, Yestê