Şerafettin Kaya
Şerafettin Kaya (jdb. berfanbarê sala 1929an, li Gimgim, Mûş - m. 22ê adara 2022an, li Enqere)[1] parêzer, mamoste û yek ji çalakgerên mafê mirovan ên Kurd bû.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kaya wekî mamoste li parêzgeha Mûş a Kurdistanê û Enqere ya Tirkiyeyê xebitiye. Piştî perwerdeya xwe ya dadê dibe parêzer û ji xwe re li Amedê meqamekê ava dike. Ew di navbera salên 1971 - 1974an de berevaniya kurdperwer û çepgiran dike. Di sala 1976an ew jî tevlî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya kurdperweran dibe û di damezrandina rêxistina Rizgarî de cihdigire.[2]
Ew ji bo demekê dirêj parêzerî û têkoşîna xwe ya legal bi hev re didomîne. Ew wekî serokatiya baroya parêzgeha Mûşê xizmet kiriye. Bi hatina derbeya leşkerî a sala 1980ê jiyana wî jî dikeve xetereyê. Ji aliyê hêzên ewlakariyê ya derbeyê tê girtin û di gelek zîndanan de dimîne.
Di sala 1982an de bi dizî derdikeve û sirgûniya Almanyayê dibe. Li Almanyayê serpêhatiyên xwe (bi taybetî yên derbarê zîndana Amedê de) diweşîne û raya giştî ya cîhanê bi îşkenceyên li Kurdistanê dibin, dide hişyarkirin. Ji ber ku ew bi xwe dadnasek bû, ji aliyê dadgehên Almanya ve wekî pispor tê naskirin û li ser daxwaza dadgehan sûd ji şêwirmendiyên wî tên girtin.
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şerafettin Kaya di 22ê adara 2022an de li Enqereyê miriye[1] û li Mûşê hatiye defînkirin.[3]
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Diyarbakır - Erfahrung in einem türkischen Kerker / Amed - Serpêhatiyên li îşkencexaneyeka Tirkan, Verlag Edition CON, Bremen 1984, ISBN 3-88526-135-9
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b https://www.navend.de/2022/03/16/nachruf-auf-serafettin-kaya/
- ^ http://apa.online.free.fr/article.php3?id_article=41
- ^ "Şerafettin Kaya Muş'ta toprağa verildi". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 nîsan 2026.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Interview bi Şerafettin Kaya (2005) (PDF-Dosya; 221 kB)