Şewqe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Fotêr

Şewqe, kep ji komekê serpoşên ewropayiyan re tê gotin. Ewropayî jî wekî kurdan serpoşên bêdor gelek hezdikin. Ji bandora ereban serpoşên kurdan jî gelek hatine guhertin.

Niha êdî kêm kum û kolos tên li xwe kirin. Dîsa, poşîyên klasîk ên kurdî, cihê xwe dane cemedanî û kefiyeyên yemenî. Niha poşiya wekî sîmbola kurdan tê zanîn, di rastiyê de ne ya kurdan e. Poşiyên kurdan cuda ne.

Ataturk şewqe kir mecbûrî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Bakurê Kurdistanê şewqeyên ewropayî jî gelek tên li xwe kirin. Sedemê viya di serî de mecbûriyet bû, lewra komara nû ya Tirkiyeyê, xwekirina şewqeyê bi qanûnî mecbûr kiribû. Zagona şewqeyê di 25'ê sermawezê 1925'ê de derket. Mêran heger bê şewqe bidîtan digirtin, lêdidan an ceza didan wan.

Qedexeya serpoşan û mecbûriyeta şewqeyê bû sedemê gelek serhildanên bişûk jî. Li Gurgum, Sêwas, Erzîrom, Sêrt, Qers û Ezirganê bûyerên girîng rû dan. Keştiya leşkerî ya bi navê Hemîdiye, bajarê Rize ya li ber peravê Deryaya Reş e, topbaran kir. Lewra gelê laz li ber xwe dida, şewqe nedidan serê xwe.

Mustafa Kemal Atatürk herwiha cilûbergên kurdî, zimanê kurdî û di fermîtiyê de hebûna kurdan jî qedexe kir. Gelek ji van qedexeyan ne bi qanûnî bûn lê bi darê zorê dihatin pêkanîn. Pişavtin bû sedemê mirina cilûbergên kurdî jî.

Hin ji cureyên şewqeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]