20ê adarê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
<< Adar 2024 >>
Du Ça În Şe Ye
1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31
Rojên salê

Bûyer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdistan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • B.Z.612 – Li gorî efsaneyê, Kawayê Hesinker Dehaq têk bir. Ev bûyer bi cejna Newrozê hate pîrozkirin.
  • 1937Serhildana Dêrsimê
  • 1988 – Hêzên artêşa Îraqê êrîşî çiyayê Qendîlê yê li nêzîkî bajarê Silêmaniyê kirin. Êrîş, 12 rojan berdewam kir û rejîma Îraqê li vê derê jî çekên kîmyewî li dijî xelkê herêmê bikar anî. Lewma kurdên deverê ji neçarî herêm terikandin. Ev êrîş weke enfala duyem tê bi navkirin.
  • 1991 – Serhildana ku ji bo azadkirina bajarê Kerkûkê di 19'ê adarê de destpê kir, 20 adarê de bi azadkirina tevahiya Kerkukê bi dawî bû.
  • 1994 – Serokê Komîteya Piştgirîvaniya bo Kurdistanê Theofilos Georgeados ji aliyê du êrîşkaran ve li Nîkosiyayê hate kuştin.
  • 1995 – Dewleta tirk bi 35 hezar leşkeran êrîş bi ser Başûrê Kurdistanê û bi dehan gundiyên kurd hatin qetilkirin. Ev êrîşa mezin ya dewleta Tirk weke Operasyona Polayê Çelik operasyonu tê naskirin.
  • 1999 – Gerîlayê kurd Mehmet Ozer yê bi navê kod Samî, di gundê Qileban Şibazyonî jiyana xwe ji dest da.
  • 1999 – Gerîlaya PKK'ê Şehristan Botan, li navçeya Wan Başkaleyê çalakiyeke cangorî li dijî mûdûriyeta emniyetê lidarxist.
  • 2000 – Bi rasthatina cejna Qûrbanê, li Tirkiyeyê û Kurdistanê xelk ji bo 9 rojan derketibûn bêhinvedanê, lewma gelek qezayên trafîkê rû dan. Di encama qezayên trafîkê de 176 kes mirin û 275 kes jî birîndar bûn.
  • 2008Mihemed Zekî Evdila Remezan, 25 salî bû, li Qamişlokê ji aliyê hêzên ewlekarî û asayişên dewleta Sûriyê ve di êvara Newrozê de hate kuştin.
  • 2008Mihemed Mehmûd Hisên Daûd, 18 salî bû, li Qamişlokê ji aliyê hêzên ewlekarî û asayişên dewleta Sûriyê ve di êvara Newrozê de hate kuştin.
  • 2008Mihemed Yihya Eslan, 35 salî bû, li Qamişlokê ji aliyê hêzên ewlekarî û asayişên dewleta Sûriyê ve di êvara Newrozê de hate kuştin.

Cîhan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1345 – Gerstêrkên Behram, Keywan, Berçîs hatin rastî hev.
  • 1968 – Dewleta Tûnisê serxwebûna xwe îlan kir.
  • 1978 – Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DİSK bi armanca hişyarkirina faşîzmê li Tirkiyeyê çalakiyeke karberdanê ya 2 saetan li dar xist.

Jidayikbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cejn û salveger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Newroz, sersala Kurdî û Destpêka Biharê! Di şeva 20 adarê di serî gelê Kurd her wiha xelkê Arî agir vêdixin û hatina Newrozê pîrozdikin.
  • Roja Têkoşîna Li dijî Nijadperestiyê!
  • Roja Serxwebûna dewleta Tûnis