Adar Jiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Adar Jiyan
Adar Jiyan 2018
Jidayikbûn1965 (58–59 salî)
Stewr, Mêrdîn
PîşeNivîskar
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
biguhêreBelge

Adar Jiyan nivîskarekî kurd e.

Adar Jiyan di sala 1965an de li gundê xwe Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye, hatiye dinyayê. Dibistana Seretayî li gundê xwe xwend. Dibistana navîn li Stewrê, peyre jî Amadeyiya Îmam-Xetîbê a Mecanî li Mêrdînê, Enstîtuya Perwerdehiyê li Rihayê kuta kir. Sê salan Li Beşa Zanîngeha ziman, dîrok û erdnîgariyê Beşa Zimanê Fransî û Wêjeyê xwend, belê ji ber sedemên siyasî nivco hişt. Gelek caran hat girtin û darizandin. Wekî mamosteyê polê hate wezîfedarkirin. Li gelek bajaran geriya û hate mişextin. Vêga mamoste ye. Heta niha di gelek kovar û rojnameyên kurdî û tirkî de nivîsên wî hatine weşandin. Wî di Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Tîroj, Vesta, Hîwa, Kevan, Bîrnebûn, Nûbihar, Zend, Kovara W, Güney Tûrik (pêveka Azadiya Welat), Gulistan û Rojevê de nivîsandiye.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Seyrê Destan (kurdî)
  • Raveya Peyvan (kurdî) (Weşanên Perî)
  • Ziman û Jiyan (kurdî) (Weşanên Perî)
  • Sekeftina Morîstanan (kurdî) (Weşanên Perî)
  • Şevên Koçber (çîrok, kurdî) (Weşanên Perî)
  • Nêzîkahîtêdanek Perwerdekar Ji bo Arîşeyên Perwerdehiyê (tirkî)
  • Mamoste Bi Hezkirinê Tê Nasîn (tirkî)
  • Fêrname, Perwerdehî, weşanên J&J, 2005, Kurdî
  • Hebûn, Felsefe Weşanên J&J, 2005, Kurdî
  • Hewisîn, perwerdehî/pedagojî, weşanên J&j, 2005, Kurdî
  • Mewlûd, wêje/qesîde, weşanên J&J, 2005, Kurdî
  • Xwendina Pirtûkê, Perwerdehî, Weşanên Sîtavê, 2006, Kurdî
  • Şîva Rovî û Leglegê, Perwerdehî, Weşanên Sîtavê, 2006, Kurdî
  • Gerdêleya Baxçevan, perwerdehî, Weşanêm Sîtavê, 2006, Kurdî
  • Sabûna Kesk, Perwerdehî, Weşanên Sîtavê, 2006, Kurdî
  • Jina Ciwan û Sê Kalemêr, Perwerdehî, Weşanên Sîtavê, 2006, Kurdî
  • Kêvroşka Jêhatî, Perwerdehî, Weşanên Sîtavê, 2006, Kurdî
  • Bexişandin, Weşanên Sîtavê, 2006, Kurdî
  • Pêşbaziya Bezê, Perwerdehî, Weşanên Sîtavê, 2006, Kurdî
  • Hechecik û Beytik, Üerwerdehî, Weşanên Sîtavê, 2006, Kurdî
  • Banga Kêvroşka Ciwan, Perwerdehî, Weşanên Sîtavê, 2006, Kurdî