Here naverokê

Hawar (kovar)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kovara Hawarê hat beralîkirin)
Hawar
ZimanZimanê kurdî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1932 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nivîskar
Cihê weşandinêŞam Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Rûpela yekê ya hejmara dawî (57a) ya kovara 'Hawarê
Kovara Hawar

Hawar yekem kovara wêjeyî ya kurdî bû ku di navbera salên 1932 û 1943an de li Şamê hatiye weşandin.[1] Kovar yekem car ji aliyê zimannasê kurd Celadet Elî Bedirxan ve di 15ê gulana sala 1932an de hatiye derxistin.[1] Hawar yekem kovara wêjeyî ya kurdî yê li Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê bû ku armanc ew bû ku kovar mehane were weşandin lê weşandina kovarê çend caran hatibû qutkirin.[2] 23 hejmarên pêşîn a kovarê di navbera 15ê gulana 1932an û 27ê îlona 1935an de hatine weşandin.[3]

Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye.

Navên nivîskarên Hewarê di pêşgotina xwe de, wiha bi rêz dike: Bedir Xan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mistefa Botî, Ehmed Namî, Hesen Hişyar, Bişarê Nêrwan, Reşîd Kurd, Goram, Tewfîq Wehbî, Evdilxaliq Esîrî, Şakir Fetah, Hevîndê Sorî, Pîrot, Lawekî Kurd...

Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15ê gulana 1932an de derket û heta 15ê tebaxa 1943an 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta Sûriyê Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşanvantiya kurdî de xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara zimanî de bûbû rewtek û ekolek û heta sala 1943an weşana xwe berdewan kir. Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn da wiha got:

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê ye.

Li gel kurdî di her hejmarekî de 3-4 rûpelên frensî jî hebûn. Heta hejmara 23an nivîsên kurdî yê kovarê bi alfabeyên latînî û erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latîni dihat weşandin. Naveroka hemî hejmara dora 808 rûpelan vedigirt. Di hejmarên pêşîn da zêdetir nivîsên Celadet û birayên wî Kamûran Alî Bedirxan, ku êdî ew jî wê çaxê hatibû Libnanê, derdiketin. Piştî hejmara çarê gelek navên din jî tevlî wan bûn û gelek ji wan di demên dawîn da di wêjeya kurdî de bûn kesên navdar.

Roja destpêka weşana kovara Hawarê (15ê gulanê) îro weke Roja zimanê kurdî tê pîrozkirin.

Di sala 1998an de hemû hejmarên hawarê ji aliyê Firat Cewerî hat berhevkirin û bi awayeki orijînal ji weşanxaneya Nûdemê hat weşandin.

  1. ^ a b Galip, Ozlem Belcim (30 gulan 2015). Imagining Kurdistan: Identity, Culture and Society (bi îngilîzî). Bloomsbury Academic. ISBN 978-1-78453-016-7.
  2. ^ "Jeladet Ali Bedir Xan: The Story of A Kurdish Prince in Exile". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2025.
  3. ^ Gorgas, Jordi Tejel; Tejel, Jordi (2007). Le mouvement kurde de Turquie en exil: continuités et discontinuités du nationalisme kurde sous le mandat français en Syrie et au Liban (1925-1946) (bi fransizî). Peter Lang. ISBN 978-3-03911-209-8.