Elsas

(Ji Alsace hat beralîkirin)
Elsas
Alsace Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala

Mertal
Elsas li ser nexşeyê
Map
Elsas li ser nexşeya Fransa nîşan dide
Elsas
Elsas
Koordînat: 48°30′Bk 7°30′Rh / 48.500°Bk 7.500°Rh / 48.500; 7.500
DewletFransa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytext
Rûerd
 • Giştî
  • 8280 ±1 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Bilindahî
1424 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Elsas (bi fransî: Alsace, bi almanî: Elsass, bi latînî: Alsatia) yek ji herêmên fransayê ye û ew di sala 1973an de hatiye sazkirin. Ew ji du departmanan (navçeyan) bi navên Bas-Rhin û Haut-Rhin pêk tê. Navenda wê herêmê li bajarê Strasbourgê ye.

Erdnigarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sînorên herêmê Elsasê li başûr-roava bi Franche-Comté û li roava Lorraineyê re, bi Almanyayê (li bakur Rheinland-Pfalz, rohelat Baden-Württemberg) û Swîsreyê re hêne.

Ew bi rûerda xweya 8.280 km² ve herêma herî biçûka axên Fransayê li ser parzemînê Ewropayê ye. Herêmê Elsas di bakur-başûrê de 190 km., di roava-rohelat de jî 50 km tenê digire.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Paş ko ew axên îroj Elsas li ser demeka dirêj dest keltan de man re, di 58 b.z de heta 406an de Împeratoriya Romayê li ser serwerî ajot. Di wê demê de xelkên ko, wek kelt û germenan, li Elsasê dijîyanî asîmîle bûn û romanî bûn. Di bin serweriya Romayê de Elsas siftê di navçeya Germanya Jor (bi latînî: Germania Superior (en)) de bû. Pê re ew teva navçeya bi latînî: Belgica (en), pê re jî teva Maxima Sequanorum bû.

Ji pê ew ji destên Romayê de der ket re ew keta bin destên alemannan. Frankan di sala 496an de ew dera dagir kirin û dawiya serweriya alemannan dan. Di wê demê de Elsas ji hêla almanan de wek ali-saz (Şûna biyanî) dihat nav kirin.

Ew di sala 870an de keta destên Împeratoriya Frankî ya Rojava yê ko pê re wek Împeratoriya Romaya Pîroz.

Ew di sedsala 16an de kete bin destên Fransayê. Di 1871an de pê Peymana Frankfurtê re Fransayê ew ji Împaretoriya almanî re ber da. Ew wek Herêma Elsas-Lorraine teva Almanyayê bûbû, lê yekî ko dixwestî dikarî niştewariya Fransayê tercîh bikiriya.

Ji pê şerê cîhanî yê yekem re, di sala 1918an de Elsas dîsa bû herêmeka Fransayê. Herçiqas gelek alman jî li wir dijiyan zimanê wê derêyî fermî fransî bû. Almanên ko di sala 1871an de koça wê derê kirinî şunda vedigeriyane Almanyayê.

Dema şerê cîhanî yê duyem de di 1940an de Almanyayê nazî Elsas dagir kir. Bi xelasbûna şerê re Almanya ji wir vekişî û ew şunda bi destên Fransayê ket.

Di 1973an de heêma Elsasê hat saz kirin. Li wir îroj jî gelek alman dijîn jî bo zimanê almanî li wir nê hîn kirin ew bi gelemperî tê bîr kirin. Li wir diyalekteke almanî ya bi navê elsässerdeutsch tê axaftin.

Navenda Elsasê Strasbourg, navenda parlamena Yekitiya Ewropayê ye.

Nexşeya Elsasê

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]