Axûlî

Axûlî
Ագլլի, Aglli
Ağıllı
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Erzîrom
Navçe Pasîna Jêr
Demografî
Gelhe (2008) 567 [1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 39°53′42″Bk 42°24′28″Rh / 39.89500°Bk 42.40778°Rh / 39.89500; 42.40778
Bilindayî 2.180 m
Koda postayê 25810
Koda telefonê 0442
Axûlî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Axûlî
Axûlî
Axûlî (Tirkiye)
Map

Axûlî (bi ermenî: Ագլլի, Aglli, 1928:  اغوللی , "Agoulli" (Aẍûllî)[2], 1968: Ağullu[3], bi tirkî: Ağıllı), an ji Axweran gundekî bi ser navçeya Pasîna Jêr a Erzîromê ve ye.

Navê gund ji "axû" yê tê. Berê gund li ser tûm (tepe) a kêleka Çiyayê Şanz a Mezin bûye. Gundî ji êrîşên mara ciyê xwe guhertine û daketine jêr.

Erdê gund adanî nîne. Li gund piranî mêrg, ceh û genim tê ajotin. Li gund di malan da kanî hene. Li gund elektrîk heye.

Gund ji 70 malî pêk tê. Ji ber feqîriyê 300 malî koçî Stembol, Edene, Fransa, Almanyayê kiriye.

Gund 33 km durî Xurisan e. 30 km asfalt e û 3 km stabilîze ye. Li gund du mînîbûs heye.

Aboriya gund li ser ajalî ye. Hinek civanên gund li Stembolê demsalî dixebitin.

Li gund dibistana seretayî heye û xwedanê 133 xwendekar e. Di dibistanê da çar wanegeh, odeke mamosteya û odeke rêvebir (mudîr) heye. Di dibistanê da perwerdehî dubendî ye. Sê heb lojmanê mamoste heye.

Gelhe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe
2008 567
2000 460
1997 626

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. tuik
  2. Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  3. Köylerimiz: 1 Mart 1968 gününe kadar. Başbakanlık Basımevi D.S.İ., Ankara, 1968.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]