Xinûs
Navçeya Xinûsê Hınıs | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Erzîrom (parêzgeh) |
Serbajar | Xinûs |
Qeymeqam | Hakan Özarslan |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara taxan | 10 tax |
Hejmara gundan | 98 gund |
Hejmara mezran | 78 mezre |
Gelhe (2008) | 31.479[1] kes |
Rûerd | 1.800 km2 |
Berbelavî | 17,5 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 9.883 kes |
Koordînat | 39°21′31″Bk 41°42′05″Rh / 39.35861°Bk 41.70139°Rh |
Bilindayî | 1.700 m |
Koda postayê | 25600 |
Koda telefonê | (+90) 442 |
Xinûs (1928: خنس, "Khounis" (Xunis, Xinis, Qelê, Qezâ)[2], 1946: Hınıs[3], bi tirkî: Hınıs) bajerekî herêma Serhedê û bi Erzîromê ve girêdayî ye. Bajarekî gelek kevn û bi dîrok e. 180 km ji Erziromê dûr dikeve. 90 km ji Mûşê dur dikeve
Hin agahiyên bikêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Bilindahî ji rûyê avê: 1.720 m
- Gelhe: Gorî statîstîkên fermî yên dewletê bi giştî 32.000 kes li tevahîya navçeyê dijîn. Lê di nasnameyên nêzîkî 120.000 kesî de navê navçeyê derbasdibe. Mixabin bawerî bi statîstîkan nîne.
Di Xinûse de ji zaravên zimanê kurdî zazakî û kurmancî û tirkî tê axavtin.
Xinûsiyan gelek koçber dane. li Îzmîr, Stenbol, Almanya (bi giranî Berlin û Munîh), Fransa (bi giranî Parîs û Marsêy) gelek Xinûs'ê dijîn. Ew ji Xinûsê re pere dişînin, an heger derfet bibînin bi havînan tên herêmê
Li herême eşirên Zirkan, Cemaldînî, Hesenan, Dimilî, Berazî û Sipkan pir in. Eşîrên Xinûsê demekî li ser navê Zirkan Konfedere bûne. Piranîya wan cejna dikin ku eslê xwe Zirkî ne. Axaye Zirikan Keremê Qolaxasî ji herêma Gogsîyê, dema koçrevîye Ermeniyan de bi hengên Hamidiyên be parastina herême kirîye û paşe bi axayên hesenan be, di serhildana hesenan de hatîye şehîdkirin. Navê Xinûsê yek ji bi nave Rêbiraya te zanin. Demeki je re gotine Rêbira Bajer . Serhildana Elîcan jî li herêma Qereyazi, Xinûs û Dûtaxê tekîyaye. Li herême gelekî mezel û vexuyên Ermenîyanen din hene. Tê zanîn ku li herême pêşiya sed salan gelekî Ermenî jî dijîyan. Piştî koçberkirina Ermeniyan zehf eşîrên Kurdan, ên ji Çewlîgê û Qersê hatine Xinûsê û di şûna Ermeniyan de bi cîh û war bûne.
Zozan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Navçê zêdetir bi zozanê xwe navdar e:
Zozanê Şerevdîne û Zozanê Çewligê ên herî navdar in. Dîsa Zozanê Xirxalê û Zozanê Çavreşîye di nava tixûbên navçeyê da ye. ji ber van Zozanan pezen wêyên sor di Serhedê da û hingivên wir li her derê pir navdarên.
behrê kêmzêde 1700 m bilindtir e, lewma ji seran serên navçê zozan û kanî ne. Zozanên wê gelek tê nasin û ji Xarpêt, Dêrsim û Amedê havînan koçber tên.
Kilîma Xinûse, kilîma bejayiyê û navçeya heri sar erda Kurdistanê ye. Di salê de heft mehên berf li erdê li çiya 8-9 û çiyayê Çewlîgê hertim ye. Navenda X piştî komara tirkan bû navend.
Çem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çâr çemên henin lê derfetê dirêjiya wan da agahî nîne.
- Çemê Periyê, Dêrsimeda digîhê Munzurê
- Çemê axirçimen, di Gimgimê da derbaz dibi û bajarê Mûşê da digîhê Miradê.
- Çemê Erezê ji herêma Xinûse çiyayê Çewlîgê dize û diçe Pira Parsînê da heya Azerbeycanê dirîje Deryaya Qezwînê.
Çiya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çiyayên li dora Xinûse:
Kox (Çîyayê Bîngolê) 3250 m, Çiyayê Çavreşî yê 2793 m, Çiyayê Şerevdînê 2544 m û Çiyayê Qertalixê X m bilind in.
Hilhatina rojê li li dinê du ciyan tê temaşekirin ji van her du ciyan yek jî Kox da ye (Çîyayê Bîngolê). 23 gund pêva girêdayê ne. Çiyayên wekî xamirpêt û Çiya Gewrk jî hene
li sere Çiya Xamirpete, Çiyaye Sipane dibinin
Deşt[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Deşta herî mezin Deşta Xinûsê ye
Gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çand[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Her sal li Girê Kox festîvalek tê lidarxistin. Herêma Xinûse kanîya sitran û govendên Serhedê ye. Leyîstika Çepkî navdar e.
Dirok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dîroka Xinûsê heya Mediyan aşkera bûye. li Xinûsê bermahiyên serdema Urartûyan hene. Pers, Rom, Bîzansî, desthilatdarî kirine. Di navbera Keyaniya Îranê û Osmanîyan de gelek caran Xinûs cih guhêstiye.
li Şerê Çaldiranê a 1514 de, maye di destê Osmaniyan de. Mîrîtiyên Kurdistanê di karên xwe yên navxweyî de azad bûne di dema Osmaniyan de. li Serhildana Şêx Seîd de, Xinûs roleke dîrokî ye. Bi qasî demeke kurt be jî Xinûs azadî tehm kiriye. Dîsa Xinûse di şerê netewî de bûye şahîdê lehengî û îxanetê.
Gorî hin îdîayan navê herêmê di dema ûrartûyan de Horhorîkî bûye. Beriya Terteleya Filehan gelek fileh jî hebûne li herêmê. Gundên ku fileh lê jiyane ji navên wan tê derxistin. Kurd û fileh bi biratî bi hev re li herêmê jiyane. Di Serhildanên Agiriyê, dagirkirina ûrisan hwd de gelek car kurdên Qers, Erdêxan û îdirê koçber kirine rojava û başûrê Bakurê Kurdistanê. Herwekî hatina Xinûse jî.
Erdheja Gimgim û Xinûse[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dîsa navê Gimgim û Xinûsê gorî hin angaştayên, ji ber erdhejan derketiye. li 31.05.1946´de bi hêza 5,7 erdhejek mezin li Xinûsê pêkhatiye û 839 kes mirine. 19.08.1966´de bi hêza 6,9 erdhej çêbûye û 2.394 kes jiyana xwe ji dest dane.
Cihên tûrîstîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Kela Xinûsê
- Kela Zernakê
- Mizgefta Mezin a Xinûsê
- Çemê Miradê
- Erez
- Çiyaye Çewligê
- Kox
- Çiyayê Şerevdînê
- Çiya Gewrk
- Gogsî
- Gola Xamirpêtê ya Mezin
- Gola Xamirpêtê ya Biçûk
- Deştâ Xinûsê
- Ziyaretê Xirt
- Firat
Gundên Xinûsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Çaqmaqa (Çakmak)
- Pornak (Akbayır)
- Heramî (Bellitaş)
- Kozlî (Ovakozlu)
- Çamûrlî) (Çamurlu)
- Gomik, Xinûs (İsmail)
- Qereaxac (Karaağaç)
- Qollhêsar (Kolhisar)
- Gindor (Avcılar)
- Axwêran (Akören)
- Mîrseîd (Tanır)
- Ketancî (Ketenci)
- Qulingô (Bayır)
- Beyro (Esenli)
- Kaniyâ Marâ (Halilçavuş)
- Arus (Yolüstü)
- Derik (Saltepe)
- Xâs (Yeşilyazı)
- Xirt (Erence)
- Beska
- Qizilan
- Cilligôl (Çilligöl)
- Kawar (Dağcayır)
- Barmas (Parmaksız)
- Kaxgîk (Göller)
- Qonxir (Kongur)
- Qizmûsa (Kızmusa)
- Zorawâ (Elmadalı)
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ tuik, 2008
- ↑ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
- ↑ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.
Girêdayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]