Bîrcendî
Bîrcendî an jî Abd Ali ibn Muhammed ibn Huseyin Birjandi (z. ? - m.1525) (Farsî: عبدعلی مممدبن حسین بیرجندی) zanyarê stêrnasî, matematîk û fîzîkê ye ku di sedsala 16'an de jiyaye û bi eslê xwe fars e.
Jiyan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Di derbarê Jidayîkbûn û mirina wî de agahî kêm e. ji bo dîroka wefata wî çavkanî ji hev cûda ne, lê bi texmîna dîroknasan 1525an de wefat kiriye. Bîrcendî li bajarê Bîrcenda Îranê a ku nêzikî Efxanistanê jidayîk bûye.
Perwerdeya xwe ya pêşîn li Bîrcendê, piştî wextan diçe Heratê berdewam dike. Di derbarê jiyana wî de dîroknas Hendmîr di pirtûka xwe de a bi navê Hebîbûs Siyer de dibêje Bîrcendî li cem alimên wek Mensûr bîn Muînûdîn Kaşanî, Kemaledîn Huseyn el-Konewî, Seyfedîn Ehmed bîn Yahya et-Teftezanî û Kemaledîn Mesûd Şîrwanî xwendiye. Dîsa dibêje Bîrcendî bixwe mirovek bi fezîlet, baş, dîndar û pir zane bûye.
Berhemên Bîrcendî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Şerhu'l-tadhkirah
- Sharh-i Bist Bab dar Ma'rifat-i A'mal-i al-Asturlab
- Risale fi Alat el-Rasad
- Tadhkirat al-Ahbab fi Bayan al-Tahabub
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
[[Kategorî:Kesên sedsala 16an\]\]