Kemaledînê Yûnis

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Kemaledînê Yûnis
Navê rastî Mūsa bin Yūnūs bin Mūhammad bin Men’a

 كمال الدين ابن يونس

Bernavk Ebûl-Fetîh
Mewsilî
Îbnî Yûnis
Zayîn 30 Adar, 1156
Mûsil
Mirin 1241
Mûsil
Hemwelatî Ayyubid Flag.png Împeratoriya Eyûbî
Esil  Kurd
Bav Şêx Yûnis Rizaedîn
Zarok Ehmed Şerefedîn (Ehmedê kurê Mûsayê Mewsilî)
Destûrname Medreseya Nîzamiyeyê
Serdem Sedsala 12'an û 13'an
Pîşe Astronomî, Matematîk, Fizîk, Fiqih û Felsefe
Bandorbar Betlemyûs, Apolloniusê Pergê, Ebûlwefa Buzcanî, Şerafedîn Tûsî
Bandorker Esîredîn el-Ebherî, Fexredîn Razî, Îbn Xelikan
biguherîneBelge

Kemaledînê Yûnis, Kemaledîn ibn Yûnis an Eb-ul Fetîh Mûsa Kemaledîn an jî Îbn Yûnis (b. 1156, Mûsil - m. 1241 Mûsil) astronom, matematîkzan û fiqihzanê kurd e.[1][2]

Jînenîgarî[biguherîne]

Kemaledîn di sala 1156an de li bajarê Mûsilê ji dayik bûye û di sala 1241ê de jî, dîsa li Mûsilê wefat kiriye. carna wek Mewsilî jî tê naskirin. Navê wî yê rast Mûsa bin Yûnus bin Muhammed bin Men’a ye. Kemaledîn jî bernavkekî wî ye.

Kemaledîn zanayekî xurt bûye, zêdetir matematîkzan û astronom bû.[3]

Kemaledîn, pêşî perwedehiya xwendinê li ba bavê xwe Şêx Yûnis Rizaedîn kiriye, xasma dersên fiqihê wergirtiye. Piştî xwendina li cem bavê xwe di sala 1175an de çûye Bexdadê di Medreseya Nîzamiyeyê xwendina xwe pir pêşve biriye. Li cem Şerafedîn Tûsî perwerdehiya matematîkê girtiye. Ji bilî xwendina olî û matematîkê, zêdetir li ser zanista mentiq, metafizîk, fizîk, tib, hedîs, û tefsîrê gelek berepêş çûye. Li ser berhemên Betlemyûs xebitiye pirtûka wî a Almagestê, cebir û arîtmetikê jî hîn bûye. Zanayên wek Esîredîn el-Ebherî û gelekî zanyarên navdar di binê bandora wî de mane.[4]

Kesên Ewropayî ji zanistên wek fizîk, astronomî û matematîkê hez dikirin. Wî demê li welatên Ewropayê kesên ji evan zanista bizanîbyana pir kêm bûn ji ber wî di zanistê de xwe li welatên misilmanan digirtin, li ser evan zanistan mijarekî hebûya dişandin welatên misilmanan çumkî wî demê Serdema Zêrîn a Îslamê bû li ser zanistê misilman pir pêşve bûn. Rojekî mijarekî li ser zanistê hebû kesekî nizanîbû ku serrast bike şandin Mûsilê cem Kemaledînê kurê Yûnis bersiv da û serrast kir.[5]

Berhem[biguherîne]

  •  Keşfu’l-Muşkîlat (Tefsîra Quranê) 
  •  Usûl
  •  Uyûnu’l Mentiq,
  •  El-Esraru’s Sultaniyye,
  •  El-Burhan alel-Muqaddimetulletî Ehmeleha Arşimed fî Kitabihî
  •  Şerhu’l Amali’l-Hendesiyye.
  • Lugazun fil-hikmet.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Muhemmed Emîn Zekî, Navdarên Kurd û Kurdistanê
  2. Mu’cem-ül-müellifîn cild-13, r. 51
  3. Îbn Xelikan, Mirina Zadegan (Wefatul Ayan) cild-5, r. 311, 318
  4. TDV İslam Ansiklopedisi, sal 1999, cilt: 20,  r: 452-453
  5. http://rehber.ihya.org/yenirehber/kemaleddin-ibni-yunus.html