Bazirgan, Makû

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Bazirgan
Bazirgan / بازرگان
Navçe
Welat Rojhilata Kurdistanê
Dûgel Îran
Parêzgeh Ûrmiye
Serbajar Bazirgan

Gelhe (2006) 9.047[çavkanî pêwîst e] kes
Bajarê navendî
Koordînat 39°22′42″Bk 44°26′50″Rh / 39.37833°Bk 44.44722°Rh / 39.37833; 44.44722
Nexşeya cihan Îran
Bazirgan li ser nexşeya Îran nîşan dide
Bazirgan
Bazirgan

Bazirgan yek ji bajarên parêzgeha Ûrmiyê ye. Ev bajar li ser bajarê Makû ye û deriyê sînorî bi qasî yek kîlometrî ji wê dûr e.

Bazirgan dikeve bakûrê bajarê Makûyê. Bazirgan wek bi sernavê deriyê têketin û derketina Îran û Tirkiyeyê tê nasîn û di quntara çiyayê agirî de ye.

Ev bajar ji hêla aborî û erdnigariyê ve taybetmendiyên wê yên girîng hene ji ber ku ji alîyê bakûrê ve bi Tirkiye û ji hêla rojhilatê ve jî bi komara Nexcewanê re hev sînor e. Deriyê sînorê Bazirganê girîngtirîn derîyê sînorîyê îranê yê li ser erdê ye û degehê ewropayê tê hesibandin.ku rojane bi sedan rêwî yên hindirî û biyanî û bi sedan kamîyonên tranzîtî ji vê bajara kevin û sînorî derbas dibin.

Yek ji wan kesên ku hatîye vî bajêrî û di sefernameya xwe de ji bazirganê nav biriye Ujêl fenland ê navdarê firansî ye ku di ser dema Qcarîyan de di dema jîyana Elîxan serdarê makûyê hatîye û ji bazirgan di pirtûka xwe da bi bîr anîye.

Bazirgan ji sala 1365 de bi destê nûnerê şaredarîyê û di bin şaredarîya Makûyê de di hat îdarekirin.li ser hesasiyên sînorî û mezinkirina vî bajarî ku nûnertî nikari bû wê îdare bike ji bo vê piştî gelek bûyeran ev bajara ser bixwe bû û ji makûyê hat qedandin

Li gor serjmariya sala 1385 an gelê vê bajarê nêzîkî 9.047 kes e[çavkanî pêwîst e]. Dergehê sînorê çavkanîya serekeya miaşa gelê vê navçeyê ye.

Ziman[biguherîne]

Gelê bazirganê bi kurdî û bi azerî diaxivin..

Aborî[biguherîne]

Bazirgan li gor derfetên ku navçeya azad a Makûyê çapkiriye ji girîngiya wê ya zor taybet heye.

Çavkanî[biguherîne]