Here naverokê

Makû

Makû
ماکو Māku
Bajarê Mako
Makû li ser nexşeya Îran nîşan dide
Makû
Makû
Makû (Îran)
Kargêrî
Welat Rojhilatê Kurdistanê
Dûgel  Îran
Parêzgeh Azerbaycana Rojava
Şaristan Makû
Navçe Navend
Demografî
Gelhe 41.865 (2006)
Erdnîgarî
Bilindayî 1.205
Koordînat 39°17′44″Bk 44°30′34″Rh / 39.29556°Bk 44.50944°Rh / 39.29556; 44.50944

Makû an jî Mako (bi farisî: ماکو‎, lat. Māku; bi kurdî weke Mewkê jî bilêv dikin[çavkanî hewce ye]) bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye û dikevê bakûrê rojavayê Îranê. Her wisa bajarê navendî ya şaristana Makû (navçe)e. Nêzîkî sînorê bakurê Kurdistanê. Piraniya gelê Makûyê kurd in, lê li herêmê azerî jî dijîn. Hin kes li ser vê bawerê ne ku navê Makûyê ji peyvên Mad Kûh (çiyayê mad, med) tê. Med bav û kalên kurdan in. Kurdên Makûyê gelekî welatperwer in, ziman û çanda xwe ya kurdî baş parastine. Dewleta Îranê ji bo ku pêşveçûnên kurdan ra astengan çêbike, serdestiya navçeyê daye destên azeriyan. Azeriyan gelek nemirovahî dijî kurdan kirine û dikin lê kurdan tu caran serê xwe berjêr nekirine.

Zimanên devera Makoyê kurdî û azerî ye. Di nivîsên li ser înternetê yan li her derê ku bibe, azerî hewl didin Makûyê wekî bajarekî azerî bidin nasandin lê ev yek nikare rastiyê biguhure. Divê bê gotin, ermenî jî li vî bajarî pirr bûn, lê azeriyan di dema qirrkirinê de, ew gişt qirr kirin.

Kurdên Makûyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Makû bajare ki kurd e li berêva (ji qedim) lê hin diroknas dibêjin berî folkana agrî de kurda li wir dijiyan u û kurda folkana agrî ditî ye u hin ji dibêjin beriya (pêş) êrîşên moxola li maku yê kurda dijiya. Bajarokeka şewtî nêzîkî bajarê Makuyê yê ku navê we dambad e. Ev bajaroka nêzikî çiyayê agrî yan heman glîdaxeku niha hinek berete û asarên wê mane. Hin dibêjin ew bajara kurda bûye ku piştî folkana glîdaxê şewitiye. Kurdê Maku ye piranî wan ji eşîra Celalî ne.

Koçber kirina kurdên Makû yê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di serhildana komara Agirî ya ku kurdên makûyê jê re dibêjin şerl gilîdaxê da û serhildana Celaliyan da ku bi mêrxasî şer ser danîn û piştî şikestina şoreşa wan bi rêberiyê Biroyê Heskî Têlî û Ferzende Beg yê Celalî rêjîma şahê Îranê dest bi komkujî a kurda kir u dest bi koçber kirina wan kir û berbi Xorasan û Qezwînê ve koçber kirin lê belê dîsa Makû (Mewk) piraniya wê kurd in tê gotin ku gelê Makûyê pranî koçber bûne û li gundan dijîn lê vê gavê kurdan ji koçberî dest vekişadine û li Makû û gundên wê da dijîn kurdê Makûyê piranî Celalî ne û tê da Mîlanî jî hene.

Hatina azerîyan li Makûyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema hikûmeta Şah Îsmailê sefewî de pîştî koçber kirina kurdan berbi Xorasanê wî li şûna kûrdan Azerî anîn Mewkê. Yek ji wan tayfê ku hatine Mewkê tayfê beyat bûn ku hê ji neviyên wan li Makûyê dijîn û paşê berê berê (hindik nindik) Azerî hatin Mewkê.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li tevahî bajara Makûyê de kurd dijîn lê bi piraniya kurdên makûyê li naçeya borelanê ne û her wiha di bajêr de jîpiranî li taxên jorîn a makûyê wek navçeya sayta B , Fermandarî û taxên qere korpîyê de dijîn her wiha li kişmîştep û li baxçacûxê jî hejmarek zêde li kurdan hene lê piraniya kurdên Makuyê li gundan dijîn ji ber ku koçer in.

Gunden mezin ya kurd

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Behlûl kend, Dêm qişlax, pincarlû, Zekerlî, Qereyax ev ji gundên mezin ên bajara Makûyê ne ku ji sedî sed kurd nişîn in û nifûsa her yek ji van gundan ji 2000 hezar kes heya 3000 kes e.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bêrî, Qûç, Kulîk, Nawir, Adexan, Kolos, Têlimxan, Xerman, Yarmiq (ku di dema şoreşa Îranê de hat bombebaran kirin), Melhem, Qoçalî, Tîkme, Zilekê jêrîn, Zilekê jorîn, Îsa kend, Mele Hesen, Şêx Esker, Înce, Kendal, Qizil daxa kurda, Xeleca kurda, Çexmaxlû, Daylan kend, Eşq abad, Girik, Dêm, Zekerlî, Sîra, Mistefa qelesî, Kêştaz, Qizilsûrî. Ev gund û gelek gundên din jî ji sedî sed kurd nişîn in.

Zozanên bi nav û dengên Makûyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • 1. Golaxanê
  • 2. Hac Seydalî
  • 3. Kevirê Sipî (Kevrê Spî)

Kelêyên ewkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Mewkê bi 10han kel hebûn lê mixabin ku ew kela na hatine xerab kirin ji ber ku dixwestin wê bajarê azerî bîkin lê disa li ber wana kela mistefa lê gundê kosê da e. Mistefa mîrek ji wan mirê mezin ê Mewkê bu ku bi salan Mewk bin destê wî da bû. Kela qeye ku yek ji wan kelê dirokî ê Mewkê e ku li bin çiyayê Mewkê da ye û diroka wê kelê dighêje serdema Şah Îsmaîl û ew kel bi destê Şah Îsmaîl hat xerab kirin. Li gorî zaninan ew kel ji dest kurda da bû û hezên şah nikarî bûn tê kewîn hindir bi viranî (derewanî) mirê kurd re di bêjin em go tubêj bikin û mir dixapîne u dema ku mîr derî vedike wana erişê ser kurda dikin û kelê jî xirab dikin û pişti wê şah kurda re neyartiyê dike û dest bi kuştina kurda dike.