Benjamin Harrison
Benjamin Harrison | |
---|---|
![]() | |
Jînenîgarî | |
Jidayikbûn | 20ê tebaxê 1833an Ohio |
Mirin | 13ê adarê 1901ê (67 salî) Indianapolis |
Partî | Partiya Komarger, Partiya Lîberal |
Hevjîn | Caroline Scott (1853–1892) Mary Scott (1896–1901) |
Zarok | Russell Mary Elizabeth |
Pîşe | Parêzer |
23em serokê DYA'yê | |
' 4ê adarê 1889 – 4ê adarê 1893 | |
Alîkarê Serok | Levi Morton |
Pêşvehat | Grover Cleveland |
Paşvehat | Grover Cleveland |
Şanenav | [[Wêne:![]() |
biguherîne![]() |
Benjamin Harrison (jdb. 20ê tebaxê 1833 li North Bend, Ohio; m. 13ê adarê 1901 li Indianapolis, Indiana) siyasetmedarekî amerîkan û 23em serokdewletê DYAyê bû. Ji 4ê adarê 1889 heya 4ê adarê 1893yê li ser postê serokdewletiyê maye.
Jiyan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Benjamin Harrison lawê (kurê) parlamenterê Kongreyê John Scott Harrison û neviyê 9em serokdewlet William Henry Harrison e. Babapîrê (bavê bapîr) wî Benjamin Harrison V yek ji kesên danezana serxwebûnê îmze kiribû ku ew jî kurê Thomas Harrison bû.
Harrison di dibistana Cincinnati de dixwîne, li Miami University a li Oxford (Ohio)yê perwerdeya dadê dibîne û sala 1854ê li Indianapolis wekî parêzer dest bi kar dike. Sala 1853'yê bi Carrie Scott re marî dibe (dizewice), 2 zarokên wan dibin. Dema şerê yekîtiyê de tevlî artêşê dibe, wekî general şer dike.
Dema şer bidawî dibe, li dadgehxaneya bilind a Ohioyê peywirdar dibe. 1881ê dibe senatorê Indiana yê senatoya DYAyê. Piştî serokdewletiyê vedigere Indianapolisê û bo cara duyemîn bi Mary Dimmick re marî dibe.
Girêdan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- www.whitehouse.gov Girêdana arşîvê 17 kanûna paşîn 2009 li ser Wayback Machine Jînenîgarî (îngilîzî)