William McKinley

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
William McKinley
25em serokê DYA'yê
Wezîfedarî
4ê adarê 1897 – 14ê îlonê 1901
CîgirserokGarret Hobart
BerêGrover Cleveland
PaşêTheodore Roosevelt
Jînenîgarî
Jidayikbûn29ê kanûna paşîn a 1843an
Niles, Ohio
Mirin14ê îlona 1901ê (58 salî)
Buffalo, New York
Partiya siyasîPartiya Komarger
HevjînIda Saxton
Şanenav[[Wêne:|128x80px|alt=|Şanenava William McKinley]]
biguhêreBelge

William McKinley, Jr. (jdb. 29ê kanûna paşîn 1843 li Niles, Ohio; m. 14ê îlonê 1901 li Buffalo, New Yorkê) siyasetmedarekî ji Partiya Komarger û 25em serokdewletê DYAyê bû. Ji 4ê adarê 1897 heya mirina xwe, 14ê îlonê 1901ê serokdewletî kiriye.

Sala 1861ê tevlî şerê navxweyî yê Amerîkayê dibe. Ji 1877 heya 1890 di kongreya DYAyê de peywirdar e. 1891 heya 1896 parêzgarê Ohioyê ye.

Di dema serokatiya wî de ji bo koloniyan şer di navbera DYA û Spanyayê de derdikeve. Dawiyê de Kûba serbixwe dibe.Filîpînan, Porto Rîko û Hawaii dikevin bin desthilatiya Amerîkayê.

Ji aliyê kujerekî polonî Leon Czolgosz ve tê gulekirin û jiyana xwe jidest dide.