Zachary Taylor
Zachary Taylor | |
---|---|
![]() | |
Jînenîgarî | |
Jidayikbûn | 24ê çiriya paşîn a 1784an![]() |
Mirin | 9ê tîrmehê 1850an (65 salî)![]() |
Partî | Partiya Whig |
Hevjîn | Margaret Smith Taylor |
Pîşe | Leşkerî |
12em serokê DYAyê | |
' 5ê adarê 1849an – 9ê tîrmehê 1850an | |
Alîkarê Serok | Millard Fillmore |
Pêşvehat | James K. Polk |
Paşvehat | Millard Fillmore |
Şanenav | ![]() |
biguherîne![]() |
Zachary Taylor (jdb. 24ê çiriya paşîn a 1784an li Barboursville, Virginia; m. 9ê tîrmehê 1850an li Washington D.C.) 12. serokdewletê DYAyê bû. Ew herwiha generalek bû. Ji 4ê adarê 1849an heya 9ê tîrmehê 1850anyê, li ser postê serokdewletiyê bûye.
Li çewlîkeke Virginiayê, di malbateke xwedî neh zarok in de hatiye jiyane. Malbata wî xwedî milk û axê bû. 26 kolayên bavê wî Richard Taylor (1744-1829) hebûn. Taylor kêm perwerde dîtibû. Lewra jî di tevahiya jiyana xwe de astengiyên rastnivîsê kişandiye.
Tevlî artêşê dibe. Sala 1810ê bi Margaret Mackall Smith re marî dibe (dizewice), 6 zarokên wan dibin (5 ji wan zû dimirin). Di şerê amerîkî-brîtanî de serketinên wî gelek in. Di werçerxa (heyam) duyem a serokatiya xwe de jiyana xwe jidest dide. Li ser mirina wî gumana jehrkirinê tê tê kirin lê encamekê jê dernakeve. Li dijî koletiye têdikoşe.