Amêdî
Amêdî | |
|---|---|
Navçe | |
Amêdî li ser nexşeyê![]() | |
| Koordînat: 37°5′30.8″Bk 43°29′13.2″Rh / 37.091889°Bk 43.487000°Rh | |
| Dewlet | Herêma Kurdistanê |
| Li beşa îdarî | |
| Paytexta | Navçeya Amêdiyê |
| Dema avabûnê | Sala 3000ê b.z. |
| Bilindahî | 1200 m (3900 ft) |
| Nifûs | 11.000 |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Amêdî navçeyekê bi ser parêzgeha Dihok a Herêma Kurdistanê ve ye. Amêdî li ser girêkê li ser Zêyê Mezin hatiye avakirin
Amêdî navçeyekê Başûrê Kurdistanê ye ku di nav sinorê herêma Behdînanê de cih digire. Nifûsa navçeyê li dora 11.000 kesan e. Di serdema mîrektiya Behdînanê de, Amêdî paytextiya mîrektiyê kiriye. Li navçeyê peymangehekê teknîkî ya bi navê Peymangeha Teknîkî ya Amêdiyê heye.
Rûbera navçeyê 93 km² e û hejmarên gundên kêlek û derdorên navçeyê 15 gund bûn ku hemî hatibûn wêrankirin lê piştî damezrandina hikûmeta Herema Kurdistanê gelek gundan dîsa ji nû ve hatine avakirin.
Bêjenasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gorî pisporê Jeffrey Szuchman, kokê navê Amêdî ji hurî an ûrartûyî ye.[1]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîroka ve wargehê dibe ku ji 3000 salên b.z. vedigere lê ti kolandin an lekolînên arkeolojîk ne hatine kirin, ji ber ve yekê destpêka dîroka navçeyê bi awayekê baş naye zanîn. Herêma Amêdiyê beşek ji dûgela kurdan bû û bi tevahî ji subartoyên ku bi zimanekî semîtîk nediaxivîn pêk hatiye.[2] Piştî hilweşanîna mîtaniyan, Amêdiyê di sedsala 11ê b.z. de ji aliyê Aşûrnasirpal I ê împeratoriya asûrî ve piştî ku wî dagirkirineke hovane yên li dijî axa împeratoriya mîtaniyan dabû destpê kirin, hatiye dagir kirin.[3]
Piştî hilweşîna împeratoriya asûriyan herêma Amediyê hatiye rizgarkirin û derbasê deshilatdariya împeratoriya medan bûye. Dema ku Ksenofon di sedsala 4ê b.z. de derbasê vê herêmê bûye, wî niştecihên li van deveran wekê deverên medî rapor kiriye û herêma kêm-niştecihî wekê "bajarên medyayî yên wêranbûyî" bi nav kiriye.[4] Ev heremên wêrankirî di dema dagirkirinên asûriyan ve hatine hilweşandin ku ji aliyê asûran ve hatibûn wêran kirin. Paşê, Amêdiyê bi navê Medya-Magna tevlî împeratoriya hexamenişiyan bûye. Di bin desthildariya împeratoriya eşkanî de, herêma Amêdiyê beşekê ji navçeya Barxanê (Barzan) bûye.[5] Heta ku di salên 640î ku ereb li Tikrît, Mûsil û Şehrezûrê êrîşên kurdan dikin van bajaran dagir dikin navçe beşekê ji împeratoriya sasaniyan bû û di bin desthildariya Hezewanê de bû.[6]
Navenda navçeyê kelehekê kevnar e ku Elî îbn Elesîr navçeyê wekê Aşîp binav kiriye. Du derenceyên kevnar di kevirê hatine kolandin ku wekî rêya deriyê kelehê hatibû bikaranîn.[7] Derenceya ber bi deriyê rojavayê kelehê bi piranî hatiye parastin. Sê relyefên kevirî yên ji serdema eşkaniyan li ser derenceyan mane ku dîroka wan a şêwazî tê texmînkirin ku ji sedsala 1ê b.z. heta sedsala 2ê p.z. ye. Li navçeyê gorên xiristiyanên ku dîroka wan ji sedsalên 5 û 6an e, hatine belgekirin.
Piştî ku Îmadedîn Zengî di sala 1142an de ve herêmê dagir kiriye, keleh hatiye xurtkirin û kelehên din ên nû hatine çêkirin. Ji bo rûmeta wî, bajarok ji bo demekê wekê el-Îmadiyye hatiye binavkirin. Deriyê rojava ya îro ku wekê deriyê Mûsilê an deriyê Behdînanê jî tê zanîn, ji serdema hikûmdarê dawîn a zengiyan, Bedredînê Lûlû e ku di sedsala 13an e hatiye çêkirin. Geştyarê cihû, Benjamin ê Tudela, di sala 1170ê de serdana navçeyê kiriye û ragihandiye ku Amêdiyê xwediyê nifûseke tevlihev e ku ji misilmanan, xiristiyan û ji cihûyan pêk tê. Li gorî Benjamîn, cihûyên Amêdiyê bi zimanê suryanî diaxivin û zêdetirê 2000 kes ên cihû civaka cihûyên li herêmê pêk dianîn.
Ji sedsala 13 heta 19an de, Amêdiyê navenda mîrektiya kurd a behdiniyan bû. Di sala 1760ê de Domînîkî Leopoldo Soldini ligel hevkarê wî Maurizio Garzoni mîsyonek ji bo Kurdistanê li Amediyê damezrandine.[8] Garzoni çardeh salan li vir dijî û ferhengek û rêzimana îtalî-kurdî ya ku ji 4.600 peyvan pêk hatiye nivîsandiye. Ji ber ku ew lêkolîn nûnertiya yekem ê li ser rêziman û zimanê kurdî dike ev ferheng xebatek girîng e. Ji ber vê sedemê Garzoni pir caran wekê "bavê kurdolojî" hatiye binavkirin.[8]
Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem navçe bûye beşek ji Mandaya Brîtanî ya Iraqê û di navbera gelek pêşvêcûnên di navbera hikûmeta dagirker û kurdan de, Amêdiyê di sala 1960ê de hatiye bombebaran kirin û gelek sivîlên kurd hatine kuştin.
Îro nifûsa navçe bi piranî kurd in û hejmarekê kêm a xiristiyanan jî li navçeyê hene. Civaka cihûyan di dehsalên piştî damezrandina Îsraêlê, di sala 1948an de, ji ber dagirkeriyên hikûmeta Iraqê, koçber bûne.
Avûhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Amêdiyê di havînê de germ e. Di zivîstanê de sar û şil e. Ji ber ku ew bajarokê herî bakur a Başûrê Kurdistanê ye, ew dike bajarê herî mezin yê nermik. Di zivîstanê de carinan jî berf dibare.
Şûnwar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dergehê Rojhilatê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dergehê Rojihelatê bi dergehê Zêbarê dihatiye nasîn, di sala 1938an de di demê gehandina riya tirombêlê da hatiye herifandin.
Dergehê Rojavayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dergehê Rojava, dergehekê ye ku wêneyên li ser hene ku mirovan siruştî biçûktirîn behira pêtir. Ew wêne dizivirine serdemê farisiyan ji sala 148an a berî bunê heta sala 226an p.z., hatiye hizirkirin ku ew wêne yên hindek şahên farisiya bin ewên şerê romaniya dikir, dergeh bixwe gelek yê mezin e û hemî ji berê helanî yan ku bazî hatiye çêkirin.
Minareya mizgefta Amêdiyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Minara mizgefta Amêdiyê, mizgeftekê kevnar e ku bilindahiya wê digehîje 30 metre û ji 102 dereçka pêk tê ku digehine bilindahiya minarê, lê dîrokê hindek ji ruyê wê biriye, behira pêtir ya li ser demê siltan Hisên Welî di navbera salên 940-981ê de mişextî da ji parçên berê helanê sipî hatiye avakirin bi destên peykersazên şareza, herparçeka berî ji wan sêkara diket berê serkeftina mirovane û senterê serê minarê ye û dîwarê wê yê der ve ye, li serê minarê qupeka mezin û berçav heye li ser şengstekê heşt qulî yê mezin ji kevirê hişik hatiye çêkirin.
Cihê Mîrgehê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cihê Mîrgehê dikeve layê joriyê rojhilata bajarokê bi şêwazê çiwar guşe û bi dûqata pêk tê, lê bitinê dergeh jê maye û diruişmê mîrgehê li ser ku balindê Enqayî û libin pêt wî du mar in, eve jî belgeye liser şarezaya desthelatê û xemxuriya wê liser çavdêriya xelkê xwe.
Goristana Mîran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Goristana Mîran dikeve li see layê rojhilata bajarokê û gurên hemî mîrên Amêdiyê li wêrêne lê bitinê du qupe jê mayine, bi şarezayî û hunerekê ciwan hatîne çêkirin êk ji wan gorê siltan Hisên Welî re dibêjin heta nuke têda ye gor ji sindirîkeka darê mêwê dirust kiriye ji ber hindê heta nuke maye û xirab nebûye. Li ser layê derve yê gorî nivîsiye "Kulu şeyiîn halikun îla wechehu" siltanê mezin û Adîl Siltan Hisên Beg li meha Şeibana sala 981ê mişextî wexer kiriye. Qupa duwê ya li ser gorê Rewşen Xana kiça Îsmaîl Paşayî hatiye avakirin û liser nivîsiye "Rewşen kiça Îsmaîl paşay wexe kirin 1202 zayînê".
Dibistana Qubehan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dibistana Qubehan dikeve li ser rûbarê Amêdiyê, dibistanekê ayînî ya dêrîn û kevnare li ser demê mîrên Behdînan geşe kiriye û gelek xelkê pirtûkên xwe bo kirîne diyarî heta bûye xudan pirtûkxaniya dêrîn û navdar li cihana îslamî, zêdebarî terxankirina dahatên mezin ji bo mezaxtiyên mela û karê xwandinê heta salên bîstan li sedê burî berdewam bo, eve ji bilî bi dehan cihên wê yên çandî û şînwara weku Sêrîc, Îç Qela, Pira Îsê Dela li rûbarî.
Pêşangeha şûnwarên Amêdiyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Amêdiya roja îro (2012)
-
Dergehê Behdînan
-
Minareya Mizgefta Amêdiyê
-
Cihê Mîrgehê
-
Goristana Mîran
-
Dibistana Qubehan
Nahiyeyên wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navdar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Davîd Alroy (sedsala 12an), mesîhê cihû
- Xalid Axayê Zêbarî (jdb. 1827 - ?), helbestvan
- Ehmedê Nalbend (1891 – 1963), helbestvan
- Enwerê Mayî (1913-1963), helbestvan
- Sadiq Behaedînê Amêdî (1918-1982), nivîskar
- Tehsîn Teha (1941–1995), sitranbêj
- Elî Teter (jdb. 1968), siyasetmedar
- Nîzar Amêdî (jdb. 1968), siyasetmedar û serokkomarê Iraqê (2026-)
- Îdan Amêdî (jdb. 1988), sitranbêj û nivîs
Wênedank
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Keleha Amêdiyê
-
Dergeha Badînî
-
Mizgefta mezin yê Amêdiyê
-
Dergeha Amêdiyê
-
Nêrînekê li ser navenda Amêdiyê
-
Nêrînekê panoramî li ser Dergeha Badînî
-
Amêdî (2012)
Binêre
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Szuchman, Jeffrey (1 çiriya paşîn 2009). "Bit Zamani and Assyria". Syria. Archéologie, art et histoire (bi îngilîzî) (86): 55–65. doi:10.4000/syria.511. ISSN 0039-7946.
- ^ Mieroop, Marc Van De (2008). King Hammurabi of Babylon: A Biography (bi îngilîzî). John Wiley & Sons. r. 51. ISBN 978-0-470-69534-0.
- ^ Luckenbill, Daniel David (1989). Ancient Records of Assyria and Babylonia, Volume I: Historical Records Of Assyria From The Earliest Times To Sargon (bi îngilîzî). Histories & Mysteries of Man. rr. 140, 141, 184.
- ^ Joseph, John (2000). The Modern Assyrians of the Middle East: A History of Their Encounter with Western Christian Missions, Archaeologists, and Colonial Powers (bi îngilîzî). BRILL. r. 8. ISBN 978-90-04-11641-2.
- ^ Mclachlan, Keith (10 çiriya paşîn 2016). The Boundaries of Modern Iran (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-315-39936-2.
- ^ Houtsma, M. Th (1993). E. J. Brill's First Encyclopaedia of Islam, 1913-1936 (bi îngilîzî). BRILL. r. 1136. ISBN 978-90-04-09790-2.
- ^ “ذو الكفل” يجمع المسلمين والمسيحيين واليهود في العمادية العراقية Girêdana arşîvê 2021-03-08 li ser Wayback Machine. Kitabat. Retrieved January 11, 2018.
- ^ a b Filoni, Fernando (2017). The Church in Iraq (bi îngilîzî). CUA Press. r. 64. ISBN 978-0-8132-2965-2.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Çend wêneyên Amêdiyê Girêdana arşîvê 2008-01-28 li ser Wayback Machine
