Dî Zoxan
Dî Zoxan | |
|---|---|
| Göçeruşağı | |
| Koordînat: 38°57′51″Bk 38°13′46″Rh / 38.96417°Bk 38.22944°Rh | |
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
| Dewlet | Tirkiye |
| Parêzgeh | Meledî |
| Navçe | Erxewan |
| Nahiye | Şotik |
| Bilindahî | 1.425 m (4675 ft) |
| Nifûs (2010) | 170[1] |
| Koda postayê | 44960 |
| Koda telefonê | (+90) 422 |
| biguhêre | |
Dî Zoxan, Gafoyan (bi tirkî: Göçeruşağı) yek ji gundên girêdayî Erxewan a Meletîyê ye û li Bakurê Kurdistanê ye.
Ji Erxewanê 32 km dûr e. Gundekî kevn û dîrokî ye. Di dema Osmaniyan de ew jî di lîsteya "gundê dijmin" de cihdigirt. Bi damezrandina Komara Tirkiyê ve dewletê polîtîkaya asîmîlasyonê di bin navê "Laîsîzm"ê de meşand û bi taybetî di nava komên ku ne Sunî ne de biserket.
Ji ber xizanî û kêmbûna avê gund gelek koçberî dide. Niha li derûdora 40-50 mal lê hene. Serjimara wê li derûdora 400 kesî ye. Berê xwedî daristaneke mezin û bêhempa bû. Dewleta Tirk ji ber sedemên ewlekariyê daristan rûxand, ê mayî jî gundiyan talankirin. Aborîya gund piranî li ser xwedîkirina ajalan e.
Li axa gund gelek bermahiyên dîrokî gelek in. Mixabin li ser wan lêkolîn nayên kirin. Hemî dêr û nîşaneyên Ermeniyan hatine talankirin û tehrîpkirin.
Gelhenasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Sal | Gelhe[2] |
|---|---|
| 2008 | 177 |
| 2000 | 195 |
| 1990 | 352 |
| 1985 | 376 |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ tuik, 2010[girêdan daimî miriye]
- ^ Yerelnet, Göçeruşağı, ji orîjînalê di 15 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 2 gulan 2011
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |