Mişaran
Xuyakirin
Mişaran | |
---|---|
Doydum | |
Koordînat: 38°48′30″Bk 38°26′09″Rh / 38.80833°Bk 38.43583°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Meledî |
Navçe | Erxewan |
Nahiye | Erxewan (navend) |
Bilindahî | 930 m (3050 ft) |
Nifûs (2010) | 24[1] |
Koda postayê | 44960 |
Koda telefonê | (+90) 422 |
biguhêre |
Mişaran (bi tirkî: Doydum) gundekî girêdayî Erxewan a Meletîyê ye û li Bakurê Kurdistanê ye.
Rûerda wê 36 km², bilindahiya wê ji rûyê avê 750 m ye. Di tixûbê Erebgîrê de û bi gundên Mişadî, Maliyan û Tûjoyan (bi tirkî kirine Meşelî) re cîran e. Gel xizan e û aboriya xwe bi xwedîkirina ajalan û çandiniyê ve birêvedibe.
Tê texmînkirin ku bingeha gund di sedsala 14emîn de hatiye avêtin. Gundekî dîrokî û kevn e. Gelek şarezayiyên Kurd li vir desthilatî kirine. Ji aliyê bermahiyên dîrokî ve dewlemend e. Mixabin pirraniya wan tên talankirin an tehrîpkirin. Gundî ji nebûna avê gilîdar e.
Beriya Komkujiya Ermeniyan li vir Ermenî jî dijiyabûne. Piştî komkujiyê ax û milkên wan li çend malbatên alîgirê dewletê ve hatine belavkirin.
Gelhenasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sal | Gelhe[2] |
---|---|
2008 | 21[3] |
2000 | 32 |
1990 | 69 |
1985 | 68 |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ tuik, 2010[girêdan daimî miriye]
- ^ Yerelnet, Doydum, ji orîjînalê di 15 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 5 gulan 2011
- ^ tuik, 2008[girêdan daimî miriye]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |