Matarîsan
(Ji Kozik, Erxewan hat beralîkirin)
Matarîsan Çakmak | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Meledî |
Navçe | Erxewan |
Nahiye | Şotik |
Demografî | |
Gelhe (2010) | 180[1] kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 39°2′31″Bk 38°12′44″Rh / 39.04194°Bk 38.21222°Rh |
Bilindayî | 1.560 m |
Koda postayê | 44960 |
Koda telefonê | (+90) 422 |
Matarîsan, Hevde, Kozik (bi tirkî: Çakmak (2008)[2], Sığırcıuşağı ) yek ji gundên Erxewan a Meletîyê ye û li Bakurê Kurdistanê ye.
Gund berê ji çend mezreyan pêkdihat. Niha bûye yek lê hêj jî navên mezreyan (Matarîsan, Hevde, Kozik) tên bikaranîn. Dewleta Tirk hemî navên berê qedexekirine û navên tirkî pêvekirine.
65 km ji Erxewanê û 130 km ji Meletiyê dûr e. Bilindahiya erdê wê ji rûyê deryayê 1.500 m ye. Axa wê ne biavî ye û pirsgirêka avê heye. Bi navê Kinik mezreyeka wê heye. Li dora 40-50 mal lê dijîn û nifûsa wê nêzîkî 300 e. Li tevahiya herêmê xwepişavtin gelek bipêşketî ye û axavtina Kurdî rojberoj kêm dibe. Aborî li ser xwedikirina ajalan e. Gund gelek koçber dide.
Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Sal | Gelhe |
---|---|
2010 | 180 |
2008 | 197 |
2000 | ? |
1990 | ? |
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]