Matarîsan
Xuyakirin
Matarîsan | |
|---|---|
| Çakmak | |
| Koordînat: 39°2′31″Bk 38°12′44″Rh / 39.04194°Bk 38.21222°Rh | |
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
| Dewlet | Tirkiye |
| Parêzgeh | Meledî |
| Navçe | Erxewan |
| Nahiye | Şotik |
| Bilindahî | 1.560 m (5120 ft) |
| Nifûs (2010) | 180[1] |
| Koda postayê | 44960 |
| Koda telefonê | (+90) 422 |
| biguhêre | |
Matarîsan, Hevde, Kozik (bi tirkî: Çakmak (2008)[2], Sığırcıuşağı ) yek ji gundên Erxewan a Meletîyê ye û li Bakurê Kurdistanê ye.
Gund berê ji çend mezreyan pêkdihat. Niha bûye yek lê hêj jî navên mezreyan (Matarîsan, Hevde, Kozik) tên bikaranîn. Dewleta Tirk hemî navên berê qedexekirine û navên tirkî pêvekirine.
65 km ji Erxewanê û 130 km ji Meletiyê dûr e. Bilindahiya erdê wê ji rûyê deryayê 1.500 m ye. Axa wê ne biavî ye û pirsgirêka avê heye. Bi navê Kinik mezreyeka wê heye. Li dora 40-50 mal lê dijîn û nifûsa wê nêzîkî 300 e. Li tevahiya herêmê xwepişavtin gelek bipêşketî ye û axavtina Kurdî rojberoj kêm dibe. Aborî li ser xwedikirina ajalan e. Gund gelek koçber dide.
Gelhenasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Sal | Gelhe |
|---|---|
| 2010 | 180 |
| 2008 | 197 |
| 2000 | ? |
| 1990 | ? |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]