Busa dibistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji DiBus hat beralîkirin)
Busên dibistanê yên Kanadayê

DiBus, busa dibistanê busa ku xwendekaran dibe dibistanê û tîne ye. DiBus kurtkirina busa dibistanê ye. Busên dibistanê, busên xwerû bo veguhastina xwendekaran in.

Yekem car li Brîtanyayê sala 1827George Shillibeer busa dibistanê bikaraniye. Li DYAyê rengê van busan zer in.

Wekî busa dibistanê mînîbus, mîdîbus an otobus tên bikaranîn. Li Bakurê Kurdistanê pirranî mînîbus an mîdîbus in. Busa şaredariyê jî carnan bo xwendekaran tên terxankirin lê ev nakevin koma DiBusan.