Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê | |
---|---|
![]() Logoya Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) | |
Dewlet | Sûrî ![]() |
Dema avabûnê | |
Cihê damezrandinê | |
Cihê baregehê | |
Îdeolojiya siyasî | Kurdperwerî û Federalîzm ![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) rêxistineke siyasî ye, ku di 26ê kewçêra 2011an de[1] li Hewlerê bi alîkariya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê hate damezrandin.[2] Ew wek hevbendiyek ji çend partî, çalakvan û kesên serbixwe ji bo nûnertiya berjewendiyên gelê kurd li Sûriyê hate avakirin.
ENKSê hewla sîstemeke federalî li Sûriyê dide, ku mafên kurdan yên çandî, zimanî û siyasî di nav Sûriyeke yekgirtî de misoger bike.[3]
Îdeolojî û armanc
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]ENKSê ku bi piştevaniya serok Mesûd Barzanî hatiye damezrandin, ji aliyê îdeolojîk ve nêzîkî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye. ENKS xeteke siyasî ya nerm dişopîne, ku xwe dispêre diyalog û piştevaniya navdewletî ji bo dîtina çareseriyek ji pirsa kurd li Sûriyê. Ew herwiha girîngiyê dide mafên mirovan, demokrasî û rêzgirtina ji cihêrengiya etnîkî û dînî.
Di nava Sûriyê de, ENKS bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û baskê wê yê leşkerî, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re hevrikiyê kiriye. PYDya ku defakto herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê kontrol dike, ji aliyê ENKSê ve hatiye rexne kirin, ji ber ku ew bi awayekî otorîter herêmên kurdî bi rê ve dibe û li dijî dengên opozîsyonê zextan kiriye.[4] Wek mînak, endamên ENKSê çendîn caran ji aliyê asayişa PYDê ve hatibûn girtin[5] û çend caran di navbera herdu grûpan de alozî derketibû. Ji ber vê yekê gelek serokên ENKSê li sirgûnê dijîn û nekarîn vegerin axa xwe. Lê piştî rûxandina rejîma Esed di sala 2024an de, hewlên diyalogê û yekîtiyê di navbera her du aliyan de zêde bûne.[6][7]
ENKS endamê opozisyona Sûriyê ye, ku li dijî rêjîma Esed tê birêvebirin, û nûneratiya wê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê de heye. Vê yekê naskirina navdewletî ya ENKSê bi xwe re anî, lê di heman demê de bûbû sedema rexneyan jî, ji ber ku hin aliyên kurd hevkariya bi komên opozisyonê yên ku ereb lê serdest in red dikirin. Le rewş pîştî rûxandina rejîma Esed guherî û ENKS, wekî aliyên din ên kurd, hewl didin ku danûstandinên di nava kurdan û aliyên din ên sûrî bêne zêdekirin.[8][9] Herwiha, ENKS têdikoşe ku hevdîtin bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî bêne kirin
Di van salên dawî de ENKSê ji bo vegerandina penaberan û naskirina mafên kurdan di destûra Sûriyeya pêşerojê de xebat kiriye. Di heman demê de hewl dide ku diyaloga bi PYDê re xurttir bike, da ku di nav tevgera kurd de perçebûn çênebe. Tevî zehmetiyan, ENKS di şerê ji bo mafên kurdan li Sûriyê de dengekî girîng e.[10]
Partiyên encûmanenê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nav | Sekretêr |
---|---|
Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (Elpartî) | Abdul Hakim Bashar |
Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (Elpartî) | Nesredîn Îbrahîm |
Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê | Abdul Rahman Aluji |
Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê | Feysel Yusuf |
Partiya Demokrat a Kurdî Sûrî | Şêx Jamal |
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) | Mihyedîn Şêx Alî |
Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê | Ismaîl Hemê |
Partiya Yekîtî ya Kurdistan | Abdul Basit Hamo |
Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê) | Aziz Dawed |
Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê | Mustafa Oso |
Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê | Mustafa Jumaa |
Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê | Hamid Darwish |
Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê | Muhammad Musa |
Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê | Salih Gado |
Partiya Welatparêz a Demokrat a Kurdî li Sûriyê | Tahir Sfook |
Rêkeftina Demoqrat a Kurdî ya Sûrî | Nash’at Muhammad |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Kurdistan24 (27 çiriya pêşîn 2021). "ENKS di 10 saliya xwe de: Ji bo pêkanîna armancên neteweyî û niştimanî berdewam in". ENKS di 10 saliya xwe de: Ji bo pêkanîna armancên neteweyî û niştimanî berdewam in. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "The Kurdish National Council in Syria". Suriye Gündemi (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
- ^ Kurdistan24 (3 kanûna paşîn 2018). "We want democratic Syria that guarantees rights of Kurds: ENKS". We want democratic Syria that guarantees rights of Kurds: ENKS (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "Within 48 hours, the PYD militias set fire to 8 ENKS headquarters and party offices-ARK NEWS". www.arknews.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
- ^ Kanal8 (26 kanûna pêşîn 2024). "Rêveberiya Xweser du endamên ENKS'ê serbest berda" (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "ENKS û HSD dicivin". کوردستان تیڤی (kurdistantv.net) (bi kt). 23 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: unrecognized language (lînk) - ^ Kanal8 (23 kanûna pêşîn 2024). "HSD'ê li ser hevdîtina Mazlûm Abdî û ENKS'ê daxuyaniyek da" (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "Şêx Murşid Xeznewî mizgînî da: ENKSyê jî piştrast kir". Rudaw.net.
- ^ "Şêx El Xeznewî: Divê partiyên Kurdistanî nakokiyên xwe bidin aliyekî". ANF News. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Ligel Renc: Hewlên yekdengiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê". Rudaw.net.