Eren Derdiyok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Eren Derdiyok
Eren Derdiyok
Jidayikbûn12ê hezîranê 1988
EsilKurd
HevwelatîSwîsre û Tirkiye
PîşeWerzîşkar futbol
biguhêreBelge

Eren Derdiyok (jdb. 12ê hezîrana 1988an li Basel, Swîsre) lîstikvanê futbolê yê swîsrî ye û bi eslê kurd e.[1][2]

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eren Derdiyok di sala 1988an de wek zarokê penaberên kurd li bajarê Baselê, ji dayik bû. Dê û bavên wî kurdên elewî ne û wek xebatkar koçî Basel (Swîsre) kiribûn.[çavkanî hewce ye] Bajarê Baselê bi nasnameya xwe ya pirrçandî nas e û xwediyê jimara herî mezin a kurdên Swîsreyê ye.

Kariyer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eren ji zarokatiya xwe pê ve dest bi futbolê kir û tevlî Old Boys a Baselê bû. Di sala 2005an de klûba wî li dijî FC Baselê lîst û Eren di vê maçê de golek avêt. Di sala 2006an de ew derbasî klûba FC Basel bû û ji wê rojê pê ve di nava Superlîga Swîsrî ji bo vê klûbê dilîze.[çavkanî hewce ye] Di 6ê nîsana 2008an de FC Baselê, Swisscom Cup qezenc kir û evya yekemîn kûpa Derdiyok bû. Wî di lîstika fînalê de heya dawiyê lîst û di deqeya 31. de gola yekem tomar kir. Ji bo sezona 2009/03 Derdiyok derbasî Bayer 04 Leverkusenê (Bundesliga) bû û di lîstika xwe ya ewil de golek avêt.

Derdiyok ketibû şûna Theofanis Gekas, yê ku ji ber birîneke giran ji bo demeke dirêj nikarîbû bilîsta. Bi performansa Derdiyok ya baş  Leverkusen di şampiyontiya havînî de serketinên erênî bidest xist.[çavkanî hewce ye] Ev yek bû sedema mayîna Eren û ew êdî bû lîstikvanekî girîng ê klûbê. Lê di dawiya sezonê de Bayer dorên Lîga Şampiyontiyê revand.

Di sala xwe ya duwem de Derdiyok demeke dirêj di nava yanzde lîstikvanên yekem de lîst û klûb di şampiyontiya sezona 2011/2012an de bû duwem.

Di 20ê gulana 2012an de 1899 Hoffenheim eşkere kir ku Derdiyok ji klûba Kraichgauern re îmzeya xwe daye ku ewê heta 30ê hezîrana 2016an ji bo wan bilîze.

Di tîmên neteweyî de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 24ê kanûna 2008an de Derdiyok cara ewil ji bo tîma A ya neteweyî ya swîsrî di stada Wembley ya Îngilistanê de lîst û yekemîn gola xwe avêt. Tîma wî di dawiya maçê de bi encama 1:2 têk çûbê jî, Derdiyok di deqeya 57. de gol avêtibû û maç anîbû asta beramberiyê.

Di şampiyontiya Ewropî ya 2008an de Derdiyok ji bo tîma Swîsreyê tevlî sê maçan bû û ji wan re çend golên girîng avêtin.[çavkanî hewce ye]

Golên navneteweyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 26ê gulana 2012an de Eren Derdiyok bi tîma neteweyî ya Swîsreyê li dijî tîma Almanyayê hat-tricka xwe ya yekem a navneteweyî pêk anî. Ev maça dostaniyê 5-3 bi serkeftina Swîsreyê bi encam bû.[3]

Tîma U-21[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

# Dîrok Yarîgeh Pêşbaz Skor Encam Pêşbirk
1. 22ê tebaxê 2007 Kortrijk, Belgiya  Belçîka 0–2 1–2 Maça dostaniyê
2. 8ê îlonê 2007 Wohlen, Swîsre  Makedonya 1–0 1–1 Şampiyonatiya Ewropayê ya 2009an
3. 12ê çiriya pêşîn 2007 Fredrikstad, Norwêc  Norwêc 2–1 2–1 Şampiyonatiya Ewropayê ya 2009an
4. 16ê çiriya pêşîn 2007 Tallinn, Estonya  Estonya 0–1 0–4 Şampiyonatiya Ewropayê ya 2009an
5. 16ê çiriya pêşîn 2007 Tallinn, Estonya  Estonya 0–2 0–4 Şampiyonatiya Ewropayê ya 2009an
6. 17ê çiriya paşîn 2007 Delemont, Swîsre  Estonya} 1–0 5–0 Şampiyonatiya Ewropayê ya 2009an
7. 17ê çiriya paşîn 2007 Delemont, Swîsre  Estonya 4–0 5–0 Şampiyonatiya Ewropayê ya 2009an
8. 5ê hezîranê 2009 Wil, Swîsre  Ermenistan 1–0 2–1 Şampiyonatiya Ewropayê ya 2009an

Tîma neteweyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

# Dîrok Yarîgeh Pêşbaz Skor Encam Pêşbirk
1. 6ê sibatê 2008 London, Îngilistan  Îngilistan 1–1 2–1 Maça dostaniyê
2. 9ê îlonê 2009 Rîga, Letonya  Letonya 2–2 2–2 Kasa Cîhanê ya 2010an
3. 10ê tebaxê 2011 Vaduz, Liechtenstein  Liechtenstein 0–1 1–2 Maça dostaniyê
4. 11ê çiriya pêşîn 2011 Basel, Swîsre  Montenegro 1–0 2–0 UEFA Euro 2012
5. 26ê gulanê 2012 Basel, Swîsre  Almanya 1–0 5-3 Maça dostaniyê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Eren Derdiyok bi îngilîzî fifa.com, ji orîjînalê di 11 çiriya paşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 gulan 2012
  2. ^ Eren Derdiyok Bayern 04 Leverkusen
  3. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 29 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 gulan 2012{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)