Eyno
Eyno (bi tirkî: Ayni), gundekî Xelfêtîyê (di parêzgeha Rihayê) ye.
Kaniya Eyno[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di navceya Xelfêtî de kêm kanî hene, lê ew ji ber zelalbûna xwe ji aliyê gelê Xelfetî ve têne naskirin û hezkirin.
Ji ew kaniyan navê hinekan wisa ne:
- Tat-Eyn: girêdayî gundê Tat-Eynê ye.
- Kaniya Eyno: girêdayî gundê Eyno ye.
Kaniya Eyno ji ava ku ji zinarên bilind ve derdikeve û diherike jêr pêk tê. Ava ku rêya xwe digere ji ber qewareke xwezayî xwe kom dike û dibe wek goleke bicûk. Kûrahiya vê golê digijêhe 1.5m metran, lewra dema havîn dibe gelek malbat bi zarokên xwe ji têne wê derê û pîknîk dikin. Der û dora kaniya Eyno gelek kesk e û li wê derê hinek dar jî peyda ne.
Dema ku meriv ava kaniya Eyno disopîne meriv digihêje ber ava Ferêt, ji ber ku ava kaniya Eyno berdewama rêya xwe dike û diherike behra Ferêt. Ji ber avakirina Bendava Bêrecûgê cihên herî taybet û xwesik ên kaniya Eyno mixabin ketin bin avê. Lê di sala 2006an de rêyek ku ji gundê Eyno ve digihêje kaniyê hat cêkirin û lewra girîngbûna kaniya Eyno ji bo turîzma herêmê bilindtir bû.