Here naverokê

Emeran, Xelfetî

Emeran
Ömerli
Emeran li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Emeran
Emeran
Koordînat: 37°19′11″Bk 37°56′24″Rh / 37.31972°Bk 37.94000°Rh / 37.31972; 37.94000
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehRiha
NavçeXelfetî
Bilindahî
605 m (1985 ft)
Nifûs
 (2010)
578
Koda postayê
63950
Koda telefonê(+90) 414
Map
biguhêreBelge

Emeran (1928: عمرلو / Eumérlu; 1946: Ömerli; bi tirkî: Ömerli) gundekî navçeya Xelfetiyê ye, ku li parêzgeha Rihayê ye.

Ev gund cihê jidayikbûna Abdullah Öcalan, damezrînerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ye ku di 4ê nîsana 1949an de li wir jidayikbûye. Rojbûna wî her sal ji aliyê bi hezaran kurdan ve tê pîrozkirin. Di 4ê nîsana 2009an de, komek ji 3,000 kurdan ber bi Emeranê ve dimeşiyan da ku 60 saliya rojbûna Öcalan pîroz bikin. Meş ji aliyê rayedarên tirk ve hate astengkirin û di encamê de pevçûn çêbûn. Du zilaman jiyana xwe ji dest dan.[1]

Herwiha, gund cihê jidaykbûna birayê Abdullah, Osman Öcalan û xwerzî wî Ömer Öcalan e.

Sal Gelhe[2]
2010 578
2000 511
1990 620
1985 655
  1. ^ "Reports: Kurdish protesters, Turkish police clash, EU". Institutkurde.org (bi fransizî). Roja gihiştinê 22 hezîran 2025.
  2. ^ Yerelnet, Ömerli, ji orîjînalê di 14 îlon 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2011

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]