Qeremezre
Qeremezre | |
---|---|
Karaotlak | |
Koordînat: 37°13′58″Bk 37°56′42″Rh / 37.23278°Bk 37.94500°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Riha |
Navçe | Xelfetî |
Nahiye | Xelfetî (navend) |
Bilindahî | 655 m (2149 ft) |
Nifûs (2005) | 1.000 |
Koda postayê | 63950 |
Koda telefonê | 0414 |
biguhêre |
Qeremezre (1928: قاره مزره عه / Karamézréa; 1946: Karamezrea; bi tirkî: Karaotlak) gundekî Xelfetîyê li herêma Rihayê ye.
Agahiyên Sosyal Erdnîgarig
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gelek jîwar navê xwe ji şert û mercên xwezaya derûdora xwe û ji rasteqîniya civakî distîne. Bi taybetiyên xwe yên erênî û neyinî ev navê mayînde li ser wan dimîne. Bi wext re ev taybetî bên guhertin jî nav bi mayinde bû na xwe desthilatdariyê li sedsalan dike.
Aqûbeta Qeremezreyê jî ku navê wê yî tirkî Karaotlak e, weke vê gotinê ye. Çi bû ne bû ji vê qere bû nê xelas ne bû. Heta roja îroj bi wê hate bibîranîn. Gotin di cih de be, her dem bi reş bû ne xwe jiyaye.
Li Bezkiyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Qeremezre li Bezkiyê. Bezkî navê deşta ku ji Hewagê ber bi Bîrecîk û Xelfetiyê ve li aliyê rojava û başûr dirêj dibe, ye. Erdeke bi giştî qelaç û dûz e. Hewag ku bi xwe navenda projeya GAPê ye, li ser deşta Bezkiyê xwe digihijîne Xelfetiyê.
Qeremezre li 30emîn kîlometreya rêbejahiya Bîrecîk û Xelfetiyê ye. Heft kîlometreyan ji Xelfetiya Kevn ya ku di bin ava bendavê de maye, dûr e. Cihê lê ji derûdora xwe bilindtir e. Li hember heybeta çiyayên Semsûr û Mereşê sekinî ye. Hebûna van çiyayan bayekî hênik bi xwe re tîne ser gund. Çiqas dûr bin jî rêzeçiyayên Semsûrê û Çiyayê Nemrûdê di hewayên vekirî de bi çavan dikare bên dîtin.
Hewag ku bi xwe navenda projeya GAPê ye, li ser deşta Bezkiyê xwe digihijîne Xelfetiyê. Qeremezre li 30emîn kîlometreya rêbejahiya Bîrecîk û Xelfetiyê ye. Heft kilometreyan ji Xelfetiya Kevn ya ku di bin ava bendavê de maye, dûr e. Cihê lê ji derûdora xwe bilindtir e. Li hember heybeta çiyayên Semsûr û Mereşê sekinî ye. Hebûna van çiyayan bayekî hênik bi xwe re tîne ser gund. Çiqas dûr bin jî rêzeçiyayên Semsûrê û Çiyayê Nemrûdê di hewayên vekirî de bi çavan dikare bên dîtin.
Serpêhatiya Qeremezrê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ligel gelek şertên pir giran Qeremezrê serê xwe tu carî netewandiye. Li ber xwe da û xebitî û li cihê qere perçeyeke bihûştê yê hêşin ava kir. Standarta jiyanê û asta civakî ya gel bilind bû. Îro di Qeremezrê de kesekî ku mirov bibêje ev pir xizan e, tune ye. Bûye embara fisteqan ya heremê. Salê bi sedan ton fisteqê xwe difiroşe. Ligel fisteqan van salên dawî zeytûn jî pir tên çandin. Li bîstanan jî zebeş, petêx û fêkiyên curbecur tên çandin. Ne tenê li Qeremezrê gundên li derdorê jî hêdî hêdî erdên vala bi daran dixemilînin û bi vî awayî jî daristaneke xwezayî tê holê. Sewalxwedîkirin hêdî hêdî ji qiymetê xwe dikeve û xelk êdî bi çandiniyê debara xwe dike. Hin kesan jî dest bi danûstendinê kiriye.
Aboriya Qeremezreyê di salên 1960î û 70yî de li ser pez û çandiniyê bû. Li erdê bikêrhatî bêtir rez û zad hebûn. Darên fisteq û zeytûnan hema hema bê tune bûn. Her sal ji ber ku şilî kêm bû bandoreke pir nebaş li ser çandinî û pêz dikir. Digel vê yekê gellek carî havînî Qeremezre dibû embara tirî. Niştecihên gund tiriyê xwe yî zêde dibirin li Edene û Diyarbekirê difirotin. Carinan di havînekê de sed qeymon tiriyê gund dihat firotin.
Mêrgên ku di mehên biharê de hêşin dibûn bi qiçîna germa havînê re bi ser zere de diqulipîn. Ev dîmenên hanê di hundirê çend salan de guherîn û Qeremezre êdî kete rewşeke din. Di wexteke pirr kin de weke daristanekê hêşin bûye. Weke tejaneya Ferêt her der bûye daristana darên zeytûn û fisteqan. Êdî ne qere ye Qeremezre. Bi mirovên xwe yên jîr û jêhatî pêşiya wê her dem wê vekirî be. Bûye cihekî dilbijandinê...
Sembolên gund
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dara Reşo
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dara Reşo heta sala 1996an wekî navbera gund dihat nasîn: Ji xwe Dara Reşo dibû cihê hevdîtina gel. Mezinên gund di bin vê dare dihatin cem hev û bi hevre sohbet dikirin. Gelê Qeremezre di rojên tayet de (cejna Remazanê, cejna Qurbanê, pîrozbahiyên defan, rojên Sokanîyê) di bin siya Dara Reşo kom dibû.
Mixabin di sala 1996an de ji ber şeveke bi bahoz Dara Reşo qelibî. Li gorî hin gundiyan jî ne bahoz, lê brûskek li dar ketiye û şikandiye. Herwiha, ev dar ji ber qelibandin/şikandina xwe ji xwediyê vê erdê hat qutkirin û Dara Reşo, ku di sosyolojîya gund de rolekî pir mezin dileyst, wekî êzing hat bikaranîn.
Li gorî hinek gundiyan Dara Reşo li hemberî girîngiya xwe bi dehan salan bêxwedî mabû û bi tenê ev yek bûbû serdema tunebûna xwe.
Îro li cihê ku berê Dara Reşo disekinî maleke yekqatî peyde ye.
Dara Zaretê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dara Zaretê bi çar darên ku pirr nêza hev in pêk tê û ewan, ji dûr ve wekî dareka mezin xûya dibe. Li gorî gotinên mezinan ev tepe û ev daran dîrokî û pîroz in.
Dara Zaretê ku li ser tepeya gundê Qeremezrê radiweste û ji her çar aliyên gund ve baş tê dîtin lewma bûye sembola Qeremezrê û ji aliyê gundiyan ve gelek tê hezkirin. Her buharê gundî diçin zaretê û di bin siya darê pîknîkan dikin.
Li gorî gotinên mezinan be, rojeke grubek gundî xwestiye ew daran jê bike, lê di heman rojê de hemî malbat nexweş ketine û ji tirsan ve dev ji plana xwe berdane. Lewma hin gundî bawer in ku ew dar û tepe pîroz in.
Zozana Qesîl
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji neslên piştî sala 1999an bêtir, hemû gelê vî gundî Qesîl dîtiye û baş nas dike. Gelek bîranînên wan ên pîroz li Qesîl veşartî ne. Mixabin bi lêkirina bajarê ‘Xelfetiya Nu’ ev warê pîroz, ev bihuşta xwezayî êdî bû bihuşta kelmeşan…
Qesîl yek ji derên xwezayî yên herêmê ye. Yek ji cihên ku gelê Qeremezre wek cihê pîknîkê û şênayiyê bikardianîbû ye. Îro ev der ji aliyê gel ve hatibe ji bîr kirin jî, Qesîl hîn jî peyda ye û mixabin wek kanalîzasyona qaçax a bajarê nu tê bikaranîn. Navê Qesîl ka ji ku derê tê û ka tê çi manê mixabin naye zanîn, lê peyva 'qesîl' navê gihayekê ye û navê latînî yê wê gihayê Typha ye. Lê wer xuya dike ku Qesîl ji berê ve (kî dizane çend sed sal, çend hezar sal berê) wek cihekî mayîne hatiye bikaranîn.
Qesîl navê zinar û zozaneke di nava du qotan e. Qasî 10-15 salan berê di rojên biharê de Qesîl bi keskawî û kulîlkên rengdar xwe dixemiland. Ji ber vê yeke malbatên Qeremezrî her sal diçûbûn ser zozana Qesîlê. Keç û xortên gund di bin siya zinar de çikofte digoşandin, zarok jî li ser zozanê bi hev re lîstokên mîna futbol û çavqurşnekê dilîstin.
Yek ji taybetiyên balkêş ên Qesîle zinarek bu, ya ku li hêla bakûr disekiniya û zozana Qesîle di bin siya xwe de diparast. Di hundirê vî zinarî de gelek qulik û şikeftên cùrbicûr hebûn. Şikefta herî nas a zinarê mîna xuşxuşonekeke kevirî bû: ji jor ve destpê dikir, ji hundira zinêr ve ber bi jêr diçû û digihişte heta zozana Qesîlê. Yanî meriv ji jor ve dixuşiya jêr – bo ku hêsantir bigihêje jêr. Meriv ferq dikir ku ev şikeft u xuşxuşoka di hundirê zinêr de bi destê mirovan hatine şekilkirin… Bêguman, ji neslên piştî sala 1999an bêtir, hemû gelê vî gundî Qesîl dîtiye û baş nas dike. Gelek bîranînên wan ên veşartî li Qesîlê hene. Û wer tê xuyan e ku bi “wendabûyîna” Qesîlê ev bîranîn jî ketine bin erdê.
Ji ber ku di sala 1999an de, bendava Bêrecûgê hat lekirin, bajarê Xelfetî kete bin avê û Xelfetiya Nu li hemberi gundê Qeremezre hat lêkirin. Li nêzî cihê ku bi navê Qesil tê nasîn. Piştî sala 1999an Xelfetiya Nu her ku çû meztir bû. Û Qesil jî edî ketibû nava kembera bajêr. Qesîl bi timî wenda nebû, na. Ji dûr ve hîn jî te xuyan e. Lê, ya xemgîn ev e ku Qesîl, bi zinar û zozana xwe, bi xweza û dîroka xwe…. û bi hemî bîraninên ku li cem xwe vedişêre êdi wek kanalîzasyoneke qeçax tê bikaranîn.
Li cihê ku bîranînên gelek neslan verşartî ne, neha avên qirêj ên malên bajarê nu derbas dibin. Avên qirêj ên kanalîzasyonê, him wareke pîroz yê civatekî xeraw dikin: him jî bi behn û celba xwe ye genî ji xweza, derdor û merivan re tehluqeyeke ciddî peyda dikin.
Bihuşteke xwezayî bûye bihuşteke kelmêşan…
Qesîl ne kanalîzasyon e. Lê ixabin, avên qirêj ji malên bajêr bi xortimekê digihêjin Qesîl – û av bi awayeke qaçax li wir tê talkirin. Divê avên qirêj ên bajêr azad-azad neherikin Qesîlê. Heger gel şiyar be û daxwaza xwe bîne ziman, ev rewş kare bê guhertin.
Gel û koçberî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gelê Qeremezrê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gelheya gund di sala 2005an de nêzî 1000an e. Her çiqas gelek malbat koç kiribin Ewrûpayê jî, gelheya Qeremezreyê dîsa jî ew qas kêm nebûye. Bi ser de jî piştî Xelfetiya Kevn di bin avê de ma gelek gundên derdorê koçî vê derê kirine.
Şêniyên Qaramezreyê pir nêzî hev in û bi piranî jî merivên hev in. Qeremezre ku şêniyê wê giş Kurd in, devoka wan bi ser devoka Semsûr, Mereş û Meletiyê ye. Devok her ku diçe bêtir bêjeyên tirkî di nav xwe de dihewîne. Her çiqas hestên welatparêziye qels be jî, disa jî mirov sekneke polîtîk tê de dibîne.
Koçberî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gelek kesên ji Qeremezreyê niha li dewletên Ewrûpayê yên curbecur dijîn. Bi dehan kes li Elmanya, Swîsre, Frensa û Brîtanyayê belav bûne. Malbateke ku kulfetekî wê li Ewrûpayê najî hema hema tune ye. Çûna Ewrûpayê her dem bûye xeyala ciwanên Qeremezreyê. Lê ev rewş bi xwe re xetereyeke ciddî jî tîne; biyanîbûn, ji rastiya gelê xwe bi dûr ketin, wendabûna nifşên nû...
Dîroka Qeremezrê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şecere û dîroka vî gundî bi temamî derneketiye holê.Ji xeynî çîrokan tiştekî berbiçav di dest me de tune ye.Kî zane bê di arşîv û pirtûkxaneyan de çiqas agahî hene? Heta niha kesekî ji giregir û ranakbîran xwe di mijarê de nedaye. Hema mirov dikare bibêje bi zanebûn dîrokek wenda dibe.
Hew çend tiştên ku kal û pîrên gund ku ew jî yên pêşiya xwe bihîstine û dibêjin heye. Her çiqas gotinên Mihemedê Qedir, Hecî Wes û Hemê Elê li hev dernekevin jî tê fahmkirin ku hinek ji gund ji hêla Semsûrê hinek jî ji hêla Rihayê hatine.
Ji sala 1900 heta 1950an
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kelo u Mehemedî Qêdir yên ku tevli Yekemîn Şera Cîhane bune di salên 1970an de jiyana xwe jidest didin. Kesên ku dîroka Qeremezrê herî baş dizanibun ewan bun. Mixabin zanistên wan ne gihîştine dema me.
- Jiber êrîşa Rûsan ku di Yekemîn Şera Cîhane de hate çêkirin gelek malbat ji hêla Muşê ve koçberiya herêmên cuda dikin. Ji wan hinek malbat li Qeremezre xwe bi cih dikin. Di wê zemana ku jê re dibejin zemana koçberîye, du keçkên biçuk ku navên wan Gulê û Senem in ji aliyê malbatên Qeremezre ve tên hêvişandin. Bi mezintiya xwe Gulê u Senem ji Qeremezrê dizewicin. Neslên wan îro wek Utkun u Keskin tên nasîn.
- Di sala 1950an de li Qeremezre jiber pirsgirêkeke biçuk ku dinav du malbatan çêdibe doz derdikeve u vediguhere doza xwîndariyê. Di ve dozê ku dinav mehelleyên Silan u Elesoran diqewime çek jî tên bikaranin u ev yek dibe sebeba mirina sê kesan. Ji mehelleyê Silan Mehemedê Silêman u Ehmedê Evdille, ji yê Elasoran jî Miçê dimire. Di wê dewrê de Mehemedê Sileman muxtarîye dimeşand.
Ji sala 1950an heta îro
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Di sala 1960an de hejmara malên li Qeremezrê 80, nufusa xwe ji derdora 400 an e.
- Gundê Helbînî ku di hêla rojhelata Qeremezrê disekine di destpêkê sedsala 20an de ji aliyê malbatên ku ji Qeeremezre koç kirine tê avakirin.
- Koçberên yekemîn ên Qeremezre bi taybetî koçberiya Birecuk, Nizib u Eyntabê dikin. Ji wan hinek hêla Cukurova jî diçin. Mirov kare beje ku heta neha tu kes koç nekiriye hêla Enqere, Izmir u Stenbolê. Ev yek balkêş e.
- Ava vexwarinê di sala 1972an de digihêje gundê Qeremezre.
- Heta demekê li gundê Qeremezre zimangiranî dinav gel de pir belavdibe. Îro jî dinav gelê Qeremezrê de zimangiranî tê dîtin. Dibe ku belavbuna zimangiranîye jiber avê anji jiber pirsgirêkeka genetîk çêbûye.
- Di Qeremezrê de heta îro tu revandina keçeke nebûye.
- Cemê Feratê bi tenê 5 km ji gundê Qeremezre dûr be jî, heta salên 1980an de çanda xwarinê ya masiyan pêşnakeve.
- Hunermendê nas ê bi nava Nuri Sesigüzel (Nûriyê Dengxweş) li gundê Qeremezre jidayik bûye. Ev li Bêrecugê mezin dibe. Paşnavê xwe yê bingehîn Kaştaş e, lê ew paşnavê xwe diguherîne. Car caran hatibe gundê xwe jî, heta neha tu kar û xizmetê wî ji gundê xwe re ne bûye.
- Dema ku Xelfetî di sala 1999an de di bin avê dimîne Xelfetiya Nuh li hemberî Qeremezrê tê avakirin. Bi referandumeke fermî tê xwestin ku Qeremezre bila bibe taxeke wî. Ev daxwaz çiqas erênî be jî, Qeremezre dengê xwe yê NA bi kar tîne. Mixtarê wê demê şukru Karakuş bu, ev detayeke girîng e.
Çîroka Aydin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Qeremezre xwedîye çîrokekê ye, ev çîrok jî wiha tê gotin:
Aydın hîn 4-5 salî ye, hêdî hêdî fêra axaftin û meşînê dike. Kurê Yasînê Îsoyê Ebilê (Yasin Seker). Sal 1977. Dayka xwe ji gundê Hemqê ye û bûye bûka Qeremezriyan (Hemq li başûrê Qeremezrê ye). Dayk rojek a buharê jibo serlêxistina malbata xwe vedigere Hemqê, lawkê xwe yê biçuk li mal dihêle lê ew bi dizî li ser şopê dayka xwe diçe u di rêya xwe de xwe şaş dike. Dayka wî tê mal lê lawkê wê heta danê êvare venagere malê. Heta şeva tarî hemî gund li wî digere, lê mixabin Aydin êdî naye dîtin…
Çend roj bişunde şivan kincên qetî yên Aydin u tomarên porê wî dibînin. Derdikeve holê ku Aydin bûye xwarinê heywanên wehşî...
Ev rûdan gundiyan ewqas bandor dike ku meseleya Aydin vediguhêre çîrokekê û ev çîrok heta îro ji zarokan re tê gotin da ku tu zarok bi tenê ji gund dernekeve.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- (kurdî)(tirkî)(almanî) Malpera gundê Qaramezrê[girêdan daimî miriye]
Sildik | Aram | Erxil | ||
Tifnîg û Xelfetî | Helbînî | |||
Qeremezre | ||||
Tîsa | Hemq |