Fadime Şahin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Fadime Şahin (jdb. 1972 li Narmikan a Erxewanê, Meletî) keça kurd a di operasyoneke şerê psîkolojîk a dûrxistina hikûmeta Necmettin Erbakan (serokwezîrê berê yê tirkperwer-îslamîst) de hatiye bikaranîn e.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di malbateke xizan de hatiye jiyanê. Bavê wî (Hesen), karker bû û carnan jî xalîçe difirot. Fadîme jî di karên cuda de dixebite, alîkariya bavê xwe dike. Sekreteriyê dike, di fabrikê de dixebite. Fadîme ji zaroktiyê ve bala xwe berdide olê. Baweriya wê bo oldar, îmam, meleyan gelek mezin e. Sedemekê jî ev e ku, Fadîme bikeve vê dafikê.

Niha marî bûye (zewiciye), zarokên wê hene û bi nasnameya xwe ya nû li bajareke herêma Marmarayê dijî.

Ergenekonê çima Şahin bijart?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata Şahînê jî wekî bi hezaran gundiyên Narmikanê koçber bûbû, li Stembolê dijiya. Niştecihên Narmikanê gelek mêvanperwer, merd in. Li xerîbiyê hevûdu digirin, xwedî li xizanên xwe derdikevin, welatparêz in. Herwiha di meseleya şîrovekirina namûsê de wekî tevahiya kurdan gelek serhişk in, ne bi çavên xirabiyê li xelkê dinêrin, ne jî dihêlin yek viya bike.

Medya û çapemeniyê de amadekariyên cûntayeke leşkerî dihatin kirin. Li ser text Refah Partisi ya Necmettin Erbakan hebû û ew bi nasnameya xwe ya îslamîst, dijberê laîktiyê dihate pêşkêşkirin. Di rastiyê de Erbakan tirkperwer, hezkiriyê artêşê bû. Di siyasetê de newêrek bû. Artêşê bixwestiba dikaribû bi hêsanî hikûmeta wî betal bikin. Lê diviyabû gel amade, gel bihata amadekirin.

Medyayê hin kesayetiyên wekî Müslüm Gündüz, Ali Kalkancı, Seyhan Soylu (bernavk: Sîsî), Ümit Bavbek, Ümit Oğuztan, Prof. Zekeriya Beyaz (Beyaz Hoca) ûêd derxistên pêş, hêd hêdî gel bi bahaneya "laîktî ji dest diçe, şerîet tê" sor dikirin. Fadîme digirî ku destdirêjiya namûsa wê hatiye kirin. Girî û hêstirên wê bo rojan, hefteyan di TVan de tên weşandin. Gel li îslamîstan tê sor kirin, riya cûntayê tê vekirin.

Wekî çawa Rayber, Qaso, Sedat Bucak, Yeşil bikaranibûn, ango di karên xwe yên nebaş de kurd bikaranibûn, îcar jî kurdek pêwîst bû. Ew jî dîtin Fadime Şahin. Fadime Şahin miroveke baş, nefisbiçûk, dilbirehm bûye. Xebatkarên hêzên veşarî yên dewletê, bi gef, xapandin û tirsandinê, ango bi darê zorê wî mecbûrê sîxurî û provokasyonan dikin.

Şahin di çalakiya binçavkirina serokê terîqeta Aczmendî Müslüm Gündüz de tê bikaranîn (kanûna pêşîn a 1996ê). Kamerayên kanalên TVê bi alîkariya polîsan dikevin mala Gündüz û ew di ganecaniyê de (sex) tên qefilandin. Kanalên TVê herduyan di kincên xewê de û nîvtazî pêşkêş dikin.

Artêş biserdikeve, cûntaya, derbeya 28ê sibatê 1997ê bi serketin dawî dibe. Erbakan ji serokwezîrê tê dûrxistin. Tirkiye dikeve bin desthilatdariya Ergenekon, kemalîstên radîkal, artêş, JİTEMê.

Bi nasnameyeke nû, li ber xwe dide[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî ku karê dewletê pê xilas dibe, bo Fadîmeyê rojên reş jî destpê dike. Bavê wî sala 2007ê di nava xizanî û derdan de jiyana xwe jidest dide. Malbat perîşan dibe. Fadîme nasnameya xwe diguherîne. Ango bi navekî nû dest bi jiyanê dike.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]