Here naverokê

Qaso

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji aliyê çepê de (jor): Şêx Hamîd, Bînbaşî Qasim Beg (Kasım Ataç), Şêx Ebdilahê Malekan
Ji aliyê çepê de (jêr): Şêx Şerîfê Kelaxsî, Şêx Seîd (1925)

Qaso (navê fermî: Kasım Ataç) (jdb. li gundê Qulan a Gimgimê, parêzgeha Mûşê - m.) serdarekî osmanîyan bû. Hevçengê (hevzava, hevling, hevbûk) pêşawayê kurd Şêx Seîd bû. Sîxuriya komara romiyan (tirk) a nû hatibû avakirin dikir.

Sala 1918yê wekî serdar ji artêşa osmaniyan malnişînî (teqaût) dibe. Li Gimgimê bicih dibe, sîxuriya dewletê dike. Jê re Qasoyê dirêj jî dibêjin, lewra bejna wê gelek dirêj bûye. Piştî sirgûnê, sala 1950yê vedigere Kurdistanê, bo demekê li Xarpêtê jî dimîne. Hevjîna wî Gulê, bi kerb û qehiran dimire lewra Qaso birayê wî jî daye kujtin.

Şêx Seîd û serokatiya serhildanê nedixwestin beriya ku amadekariyan bidawî bikin, li dijî tirkan serî hildin. Lê sîxur û zilamên dewletê provokasyonan lidardixin, kurdan zû radikin serhildanê. Serhildan bisernakeve. Şêx Seîd dixwaze xwe û serokatiyê bifilitîne, herin rojhilatê Kurdistanê (yan jî binxetê-Sûrî) li wir bo serhildaneke nû amadekariyan bikin. Lê sîxurê dewletê Qaso cihê wan gilî dike û serokê kurd û hevalên wî li ser pira Evdirehmanpaşa dide girtin.

Wê demê fermandarê Gimgimê yê romiyan (tirk) Osman Nûrî Paşa ye. Qaso bi nameyekê ji tirkan efûkirina xwe û malbata xwe dixwaze û xeta ku serokê kurd li ser e rave dike, giliyê wan dike. Jixwe ji berê ve jî wî birêkûpêk raport didabûye dewletê.

Tirk Qaso sirgûn dikin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî têkçûnê, tirk canê Qaso efû dikin lê wî sirgûnê nava tirkan, navçeya Aydınê Sökeyê dikin. Qaso û malbata wî li Kurdistanê bêrûmet dibin, nikarin bijîn. Navê wî dikin Qasoyê kor, Dêlo Qaso û di gelek stranan de cihê xwe digire.

Ji qeymeqamê Sökeyê re îtîrafan dike, paşê ev îtîraf hemî wekî pirtûk tên weşandin.

Kurmê darê ne ji darê be, dar narize. Ev gotineke pêşiyên kurdan e. Dema di civatekê de behsa vê gotinê bê bikirin, navê Qaso jî derbas dibe. Wê demê yek ji endamên dadgeha serxwebûnê ya rojhilatêElî Salîbê kurê Emînê Rewanî jî kurdekî ji Kerkûkê bû. Elî Salib dibe parlamenterê tirkan ê Rihayê.

Kevneşopiya kurdan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurd dema yek ji neteweya xwe re îxanetê bike navê wî di nava xwe de qedexe dikin, nadin zarokan. Bo mînak Rayber, Bekoyê Ewan jî ji ber ku îxanet kiribûn, kes navên wan li zarokên xwe nake.