Here naverokê

Necmettin Erbakan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Necmettin Erbakan
Image dans Infobox.
Leader of the Felicity Party
-
Mustafa Kamalak (en)
Serokwezîrê Tirkiyeyê
-
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Merkezefendi Kabristanı (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê
King Saud University (en)
Lîseya Stembolê (en)
Zanîngeha Londonê
Zanîngeha RWTH Aachen (en)
ITU Faculty of Mechanical Engineering (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Siyasetmedar, endezyar, mamosteyê zanîngehêLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Akgün Erbakan (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Nermin Erbakan (d) (ji heta )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Xizm
Sabiha El-Zayat (d) (fraternal niece)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Karder
Partiyên siyasî
Cezayê birrî
îmzeya Necmettin Erbakan
Îmze
Wêneyê goristanê

Necmettin Erbakan (jdb. 29ê çiriya pêşîn a 1926an li Sînobê - m. 27ê sibata 2011an li Enqereyê) siyasetmedar û serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê bû.

Necmettin Erbakan di 29ê çiriya pêşîn a sala 1926an de li bajarê Sînobê, li bakurê Tirkiyeyê, di malbatekê çerkez de jidayik bûye. Piştî ku dibistana seretayî temam kiriye, dest perwedahiya endazyariya makîneyê dike. Ji bo perwedahiya bilind di zanîngehê, ew diçe Almanya û li bajarê Aachen dixwîne. Di perwedahiya xwe de serkeftinên berbiçav bidest dixe dike û ev yeka han bala gelekan dikişîne. Erbakan li Almanya di şîrketa Deutz de kar dibîne.

Di sala 1965an de dibe profesorê endazyariya makînayê û li Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê dersê didaye.

Kariyera siyasî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew di salên 1970ê de di bin siya îdeologiya tirk-îslamî de dest bi siyasetê dike. Bi navê "Milli Görüş - Nêrîna neteweyî" rêxistineke li dijî tevgera xurt a çepgîran dadimezirîne. Dewlet jî gelek alîkariyê dike wê partiyê. Lê di sala 1971ê de, piştî derbeyekê, desthilatî dikeve destê artêşê û partiya yekem a ku wî damezirandibû "Milli Nizam Partisi - Partiya sazîbûna neteweyî" tê qedexekirin û çalakiyên wî tên sinordarkirin.

Di sala 1973an de, wî Partiya Bextewariya Neteweyî damezrandiyê. Li dijî xurtbûn û pêşketina çepgîran û tevgerên kurdan de, dewlet gelek alîkariyê didayê wî. Di navbera salên 1974an heta 1978an de, ew di gelek koalîsyonan de wekî cigîrê serok peywirdar dibe.

Di 12ê îlona sala 1980ê de, leşker dîsa dest didine li ser desthilatdariyê û Erbakan jî ji aliyê wan tê binçavkirin. Deh sal cezayê siyasetê lê hatibû birîn. Di sala 1987an de, cezayê îlankirî tê rakirin û ew jî ji mêj ve dest bi polîtîkayê dike. Bi damezrandina Partiya Refahê, ew di navbera salên 1996an heta 1997an de serokwezîrî dike. Lêbelê çalakiya siyasî a wî dîsa jî ji aliyê hikûmetê ve tê sinordarkirin. Lewma ew sinorê ku hikûmetê ji wî re danibû bi hin axavtinên wî dihate xirabtir kirin. Di 30ê hezîrana 1970ê de, hikûmet xebatên wî dîsa qedexe dikin û Partiya Refahê jî vedigirin.

Erbakan di mîtîngekê li Çewlîgê de wiha got; "Çima dibêjin, 'kî şadî ye dibêje ez tirk im', çimgî eynî demê de kurd ji dibêjê 'Ez jî kurd im, kî şadî ye dibêje ez kurd im!". Ji bo wê gotinan Erbakan hatiye binçavkirin.

Erbakan bi navê Partiya Faziletê dîsa partiyekê damezrandiyê, lê ew jî di demekê kurt piştre tê qedexekirin. Li dijî wê gelek doz hatine avakirin.

Di demê serokwezîriya wî de, D-8 (Welatan Yê Qewimîna), civîna Yekîtiya Îslamiye hatiye avakirin.

Erbakan di 27ê sibata 2011ê de li bajarê Enqereyê jiyana xwe ji dest da. Ew li bajarê Stembolê di Goristana Merkez Efendî de, di 1ê adara 2011ê dê li kêleka gora jina xwe hatiye definkirin.

  • Yekem car bi Îsraêlê ve peymana strajetîk a parastinê mor kir. Lêbelê, Erbakan di gotinên xwe de hergav li dijî cihûtiyan derdiketiye û gelek rexneya îdeolojiya siyonîzmê dikirye.
  • Di dagirkirina Qibrisê de, ew cigîrê serokwezîr Bülent Ecevit bû.
  • Erbakan di axavtineke xwe li Amedê de wiha digot "Hey neviyên Selahedînê Eyûbî, wê dînê îslamê xilas kiriye, hûn çi ji me bixwazin kêm e". Lê di desthilatiyên xwe de siyasetên qirêj û têr xwînî li dijî kurdan dimeşand.
  • Erbakan gelek caran li dijî cîhana rojavayî derketiye, lê zarokên xwe dîsa jî di Dewletên Yekbûyî dida xwendin.
  • Erbakan gelek caran doza îslamê kiriye, lê dînê îslamê bi awayekî tirkperwerî her tim şîrove dikir. Ew bi gelemperî tirk wekî xwedî û rêberê îslamê dida pêş.
  • Her gav ew pesnê artêşê dida û hemî biryar û daxwazên leşkeran bê rexne bicih anî. Lê di eynî demê de digot ku ew demokrat e.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]