James A. Garfield
James A. Garfield | |
---|---|
![]() | |
20em serokê DYA'yê | |
Wezîfedarî 4ê adarê 1881 – 19ê îlonê 1881 | |
Cîgirserok | John Adams |
Berê | Rutherford B. Hayes |
Paşê | Chester A. Arthur |
Jînenîgarî | |
Jidayikbûn | 19ê çiriya paşîn a 1831an Orange, Ohio |
Mirin | 19ê îlona 1881an (49 salî) Elberon, New Jersey |
Netewe | Alman, amerîkan |
Partiya siyasî | Partiya Komarger |
Hevjîn | Lucretia Rudolph |
Zarok | Eliza Arbella Garfield Harry Augustus Garfield James Rudolph Garfield Mary Garfield Irvin M. Garfield Abram Garfield Edward Garfield |
Perwerde | Williams Kollege |
Pîşe | Parêzer, perwerdekar |
Şanenav | ![]() |
biguherîne![]() |
James Abram Garfield (jdb. 19ê çiriya paşîn 1831 li Orange, Cuyahoga County, Ohio; m. 19ê îlonê 1881 li Elberon, New Jersey) siyasetmedarekî amerîkanê ji Partiya Komarger 20em serokdewletê DYAyê bû. Ji 4ê adarê 1881 heya mirina xwe, 19ê îlonê 1881ê li ser postê serokdewletiyê maye.
Jiyan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Bi navê birayê wî yê miribû James Ballou Garfield, tê binavkirine. Dema bavê wî jiyana xwe jidestt dide 18 mehî ye. Ji aliyê dê û apê ve tê mezinkirin. Zaroktiya wî di nava xizaniyê de dibore.
Bi Lucretia Rudolph re marî dibe (dizewice) û heft zarokên wan dibin. Lawê (kurê) wan ê sala 1865ê tê jiyanê James Rudolph Garfield ji sala 1907 heya 1909ê postê wezîrê karê hundirîn werdigire.
Ji 1851 heya 1854 diçe înstîtuta bi navê Western Reserve Eclectic Institute a li Hiram (Ohio)yê. Sala 1856ê ji Williams College a li Williamstown (Massachusettsê bawernameyê digire. Beriya ku bikeve siyasetê mamostetiya matematîkê dike. Sala 1859ê dibe senatorê Ohioyê.
Êrîşa çekdarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Li Pennsylvania-Station a Washington D.C.yê, di 2ê tîrmeha 1881ê de ji aliyê mirovekî nexweşê derûniyê Charles J. Guiteau ve tê gulebarankirin. Nexweş dixwastubûye bibe balyozê Parîsê lê ji ber ku nexweş ketiye, daxwaza wê bicih nehatiye. Ji piştê ve guleyê digire, giran birîndar dibe. Ji wê birînê xilas nabe û jiyana xwe jidest dide.
Mirina wî gelek deng vedide, xelkê xemgîn dike. Navê didin bajarekî, Garfield County.
Girêdan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- modela plastîk a movika serokdewlet a gule xwaribû Archived 2012-02-24 at the Wayback Machine di National Museum of Medicine and Health
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Rupp, Robert O. (Hrsg.): James A. Garfield. A Bibliography, (1998). Stellt die Forschungsliteratur bis 1998 zusammen.
- Peskin, Allan: James A. Garfield: A Biography, (1987)
- Clark, James C.: The Murder of James A. Garfield, (1994)