Gotûbêj:Propaganda

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Bangeşe hat beralîkirin)

.

Silav ! @MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Bikarhêner: @Gomada: Gelo hûn dikarin vê rûpela wîkîferheng wek girêdanê derveyî tomar bikin ? https://ku.m.wiktionary.org/wiki/bange%C5%9Fe Avestaboy (gotûbêj) 21:15, 4 sibat 2021 (UTC)[bersiv bide]

Barkirina Bangeşe 12-2023[çavkaniyê biguhêre]

Gotûbêja li jêr hatiye arşîvkirin. Ji kerema xwe re neguhêrin. Heke nîqaşeke nû li ser vê mijarê hewce be, gotûbêjeke nû li dar bixin.

Dengdan di 10.12.2023 de dest pê kir û di 17.12.2023 de bi dawî bû.
Hat barkirin.   4 (%57)  1 (%14)  2 (%29)

Sedem: Kelîmeya "bangeşe" ji soranî hatiye deynkirin û heta niha cihê xwe di kurmancî de negirtiye. Gelek kes nizanin bangeşe çi ye. Loma ez pêşniyaz dikim ku em peyva "propaganda" wek navê rûpelê û ji bo kategoriyan bi kar bînin. Bi vî awayî fêmkirina Wîkîpediyê hêsantir be. Hay jê hebin ku her çiqas ji soranî hatibe deynkirin jî soran jî navê vê rûpelê kirine bi soranî: پرۆپاگەندە‎, lat. piropagande.


Balyozxane (gotûbêj). 22:50, 9 kanûna pêşîn 2023 (UTC)<[bersiv bide]

Deng[çavkaniyê biguhêre]

Wekî din, kêfa min ji peyva "bangeşe" re tê. --MikaelF (gotûbêj) 23:51, 9 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
  • bangeşe @Balyozxane @MikaelF , @Penaber49 Li jorê tê angaştkirin ku bangeşe tenê soranî ye. Li jorê Bangeşeyê hatibû nivîsandin. Lê bangeşeya ne hatibû nivîsandin . Îcar li ser Google û Google Videoyê bangeşeya binivîsin. Hûnê paşê gelek gotar û vîdeyoyên bi kurmancî bibînin. Yanî em dikarin ji bo hêjmara gotaran gotûbêj bikin ema angaşta ku ew tenê Soranî ye çewt e . Ji bo hin kurdan peyvên ku ew nas nakin peyvên çêkirî ,farisî an jî soranî ne . Ji bo wan mirov peyvên wek pêwîst ,pênûs , dadmendî , seg , wêje , cejn , dibistan hwd. ne kurmancî ne . Ew bi taybetî ji aliyên kurdên Tirkiyeyê/ Bakurê Kurdistanê ve bûye edet. Ferq nake ku peyva bangeşe ji kîjan zaravayê kurdî tê . Ew peyv bi kurmancî û soranî eynî tê bikaranîn.Jixwe min peyva propaganda jî ber alî kiribû .Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 12:01, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
  •  Bêalî ji ber ku Bangeşe nêzîkî kurmancî ye tenê ji bo vê peyvê ez bê alî dimînim. Lê divê peyvên kurmancî bi awayekî baş bê parastin. Penaber49 (gotûbêj). 19:03, 9 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
  • propaganda. Divê xeberên ko ji xelkê têne fêmkirin werine şuxilandin, ne tiştên halo. -- Guherto (gotûbêj) 19:43, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj[çavkaniyê biguhêre]

Agahdarî: @MikaelF, Ghybu, Avestaboy, Gomada, û Bikarhêner: @Penaber49, Biyolojiyabikurdi, Ferrus, Guherto, û Rewiye tine:--Balyozxane (gotûbêj). 22:47, 9 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Êvar baş hevalê @Balyozxane , @MikaelF ,@Penaber49, Peyva bangeşe
di hemû ferhengên nûjen de heye. Ev peyv ji aliyê Rûdaw , kanal û medyayên din tê bi kar anîn . Ez bi rastî qet zêde naxwazim bi Bikarhêner re gotûbêj bikim .Ji ber ku ew ne bêalî ye û şerek kesane li hemberê min dike . Kesê ku berê gotarên wî yên êrişkar xwend dizane ku ez mafdar im . Ez dixwazim dîsa jî bêjim . Dema ku peyvek ji aliyê mirovan tê pejirandin ew ne peyveke çêkirî ye . Di gotûbêjê de bê çavkanî tê angaştkirin ku bangeşe tenê soranî ye . Ew jî çewt e . Min li ser Googlê gelek gotar û vîdeyoyên kurmancî dît . Heke hûn dixwazin ez dikarim 100 çavkanî bidim we. Her wiha ez dijminiya li hemberê Kurdên soranî fem nakim ? Yanî peyvên latînî ji bo we ne problem e ema peyvên soranî ji bo we problem in ? Zimanê kurdî ne tenê Kurmancî ye . Soranî jî kurdî. Dijminê kurd kurdan dixapîn in. Yekîtiya kurd naxwazin . Lewma dibêjin ku zimanek wek kurdî tun e an jî dibêjin ku kurdî zaravek farisî ye . Silav ú rêz Avestaboy (gotûbêj) 23:39, 9 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Abê li vir ti kes dijmintiya soranî nake. Ev der wîkîpediya kurdiya kurmancî ye. Ne kurdiya hemû zaravayên têvelkirî. Herwiha Ez behsa fêmkirina hêsan dikim. Temam tu dikarî kelîmeya bangeşe di nav gotarê de behs bikî û li rûpelên din kelîmeya bangeşe bi kar bînî lê ji bo hêsankirina fêmkirinê divê em peyva ku her kes dizane wek standard bi kar bînin. Wa ye hevalê MikaelF (g · b · a) 16 sal in li vir e, agahiyên kurdî li ser înternetê û ji kitêban dixwîne lê belê îro hîn bûye bê ka "bangeşe" çi ye. --Balyozxane (gotûbêj). 23:57, 9 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Avestaboy kurmancî di warê peyvan de zimanek dewlemend e. Ez bi xwe ji Mûşê me nivê Muşê ji xwîşka dayikê re dibêje xatî nîvek din jî dibêje xalet ku awayê tu dibêjî em kîjan peyv standard e. Tu medyaya kurdî wek referans werdigirî mixabin medyaya kurdî bi taybetî kurmancî tenê eva salek e ku kêmasiyên xwe yên nivîsandinê têkuz kirine. Di vî mijarê de fikrê min ev e divê em di naveroka gotaran de cih bidin hemî peyvan. Kurdiya kurmancî niha di pêvajoyeke nû de ye û hêdî hêdî li gorî serdema nûjen û serdema teknolojiyê de xwe adapte dike. Di vê pêvajoyê de divê em jî ecele nekin.
Gelek peyvên zimanê tirkî ya Tirkiyê bi koka xwe îranî ye ku gelek rasterast peyvên farisî bikartînin. Jiber ku em farisî nizanin ji me tirî ew peyv bi tirkî ne. Li gel hemî hewlên asîmîlasyona Tirkiyê dibe ku sed peyvên tirkî tinene ku derbasî kurdî bûye. Li gorî tevlê bûna peyvên biyanî rewşa zimanê kurdî ji zimanê tirkî gelek baştir e. Wek ku tê bîra min mînak kurd ji Eczane (Dermanxane) bi kurdî dibêjin ezaxane û peyvek din jî ku hate bîra min xestexane ye ku Kurdan van peyvan dîsa li gorî lêanîn a zimanê kurdî bikar anîne. Li gel asîmîlasyona sed salan zimanê kurdî dîsa xwe parastiye û heta roja îro hatiye. Ez di gotarê ku ez dinivîsim de ji xeynî peyvên ku rasterast ji zimanê tirkî ye hemû peyvên nûjen hinek caran jî peyvên ku kurd rojane bikar tînin dinivîsim. Bi vî awayê hem peyvên nûjen têne naskirin û hem jî gotar têne fem kirin. Penaber49 (gotûbêj) 01:24, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalê @MikaelF , .@Ghybu , @Gomada@Biyolojiyabikurdi , gelek
tiştên ku hevalê @Penaber49 dibèje rast e. Li jorê tê angaştkirin ku tenê Soranî ye . Ew çewt e. Her wiha li ser Googleê tenê bangeşeyê
hatibû nivîsandin. Ema bangeşeya
ne hatibû nivîsandin. Lewma encam ewqas kêm bûn. Aniha li ser Googlê û Google. Video
bangeşeya binivîsin . Hûnê paşê gelek gotar û vîdeyoyên bi kurmancî bibînin. Avestaboy (gotûbêj) 10:58, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Ji kerema xwe re îftîrayan li me neke! Ti kes negotiye ku bangeşe tenê soranî ye. Min got "cihê xwe di kurmancî de negirtiye" yanî tê bikaranîn lê belê gelek kes nizanin çi ye. Kelîmeya propaganda herkes dizane, soran jî dizanin kurmanc jî dizanin , rojhilatî jî dizanin, rojavayî jî dizanin loma bikaranîna bangeşe wekî sernavê gotarê xelet e. --Balyozxane (gotûbêj). 12:21, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane min li te îftîrayan nekir. Min tenê got ku peyva bangeşe ne tenê Soranî ye . Ne sûcê min e ku te min çewt fem kiriye. Te li jorê got ku : Kelîmeya "bangeşe" ji soranî hatiye deynkirin û heta niha cihê xwe di kurmancî de negirtiye.
Ew agahî ne rast e . Li ser Googleê bangeşeya
binivîse . Tu paşê gelek gotar û vîdeyoyên bi kurmancî bibînî ( wek mînak gotar û vîdeyoyên kanalan ). Her wiha li ser Wîkîpediyaya Soranî ne hatiye nivîsandin ku ew peyveke soranî ye. Li ser Wîkîferhengê jî ne hatiye nivîsandin ku ew peyveke soranî ye . Sererastkirin û îftira ne heman tişt in. Avestaboy (gotûbêj) 12:46, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Na te rasterast got "Li jorê tê angaştkirin ku tenê Soranî ye." Min çawa tû çewt fêm kirî? Ka min li kû derê gotiye bangeşe tenê soranî ye? Ji kerema xwe re wextê dixwazî tiştekî sererast bikî, îftîra neke. Ev sererastkirin nîne, tenê îftira ye. --Balyozxane (gotûbêj). 12:54, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane Ji kerema xwe re bi ser ve ne ke . Te li jorê nivîsand: Kelîmeya bangeşe ji soranî hatiye deynkirin û heta niha cihê xwe di kurmancî de negirtiye.
Yanî te bê çavkanî got ku bangeşe peyveke soranî ye. Her wiha te nivîsand ku heta niha cihê xwe di kurmancî de negirtiye. Ji bo min wiha tê fêmkirin ku ew peyv ne ketiye kurmancî. Kesên ku min nas dikin dizanin ku îftîrayan ne niyet a min e. Erê ez mirovan sererast û rexne dikim . Bikarhênerên din jî min rexne û sererast dikin. Avestaboy (gotûbêj) 13:25, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy "Hatiye deynkirin" tê maneya ku di kurmancî de êdî tê bikaranîn. "heta niha cihê xwe di kurmancî de negirtiye." tê maneya ku ev kelîme zêde nayê zanîn. Yanî min negot ku ew kelîme tenê di soranî de tê bikaranîn. Ne sûcê min e ku tu li gorî kêfa xwe gotinên kesên din diguhêrî, ew jî dibe îftira. --Balyozxane (gotûbêj). 13:29, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane Ji kerema xwe dev ji provokasyon û whataboubtismê
berd e .Wîkîpediya ji bo her kesî gelemperî ye. Normal e ku ramanên cuda hebin. Ev pirsgirêk ne tenê li ser Wîkîpediyaya kurdî ye. Û di van rojên dawîn de ez ji te çalaktir bûm, min ne tenê li gotaran nivîsand, di heman demê de kategoriyan çêkir û wêneyan barkir. Em Kurdin ne mihtacî dijminan bin ji ber ku em ji berê de dijminên hev in.Penaber49 û @MikaelF Avestaboy (gotûbêj) 14:02, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy
whataboutism

the act or practice of responding to an accusation of wrongdoing by claiming that an offense committed by another is similar or worse
By whataboutism I mean the way any discussion can be short-circuited by saying "but what about x???" where x is usually something that's not really equivalent but is close enough to turn the conversation into mush.
They accomplish it by muddying the waters and distracting from international criticisms with whataboutisms such as telling the world that there's nothing exceptional about America.

Çi eleqe? Te ji me re îftira bike, min provoke bike û îcar rabe min sûcdar bike. Helal be ji te re! --Balyozxane (gotûbêj). 14:07, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalê @Baran Agir tu jî dixwazi beşdarê
dengdanê bî ? Avestaboy (gotûbêj) 16:37, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]


@Balyozxane Ma tu her gav mijarê diguhêrî ku argûmanên te xelas dibin ? Ez aniha naşopînim ast û mînaka te..

Avestaboy (gotûbêj). 14:44, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy Dîsa îftira li min dikî şûnda ku lêborînê bixwazî ji ber îftirayên xwe. Ez ji destpêkê ve eynî tiştî dibêjim. "Bangeşe zêde nayê zanîn. Ji bo fêmkirina hêsan divê em kelîmeya ku herkes dizane bi kar bînin." Lê tu radibî tiştên bêeleqe dinivîsî. Eyb e, meke. --Balyozxane (gotûbêj). 15:05, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane te bê çavkanî derbasdar nivîsand ku peyveke soranî ye . Belkî @Penaber49 û @MikaelF dikarin bêalî bêjin ku kî mafdar e . Jixwe bi zimanê almanî 2 cure iftira hene Verleumdung û üble Nachrede .Li gorî xala 186 ya Qanûna Cezayê (StGB) î Üble Nachrede
sûcek namûsê ye ku, berevajî heqaretê (Benda 185 ya Qanûna Ceza), eşkerekirin û belavkirina rastiyên eşkere îftirakar (gumanbar) ji aliyên kesên sêyem re tê cezakirin. Verleumdung Ji bo berpirsiyariya sûcê ji ber îftirakirinê, girîng e ku rastî bi xwe "ne rast eşkere be", ango delîlên rastiyê tune. Ji aliyê din ve, eger îdiaya rasteqîn "bi îspat ne rast e" be û sûcdar bizane ku ew ne rast e, ew ne Üble Nachrede ye, li gorî xala 187vê ya Verleumdung e. Mijara gotûbêja min ne rûmet û kesayetî te ye . Mijara gotarê tenê peyva bangeşe ye. Li Almanyayê ti dadgeh min ji bo tiştekî wisa biçûk doz li min nake.
Wekî din gelek nivîskarên Wîkîpediyayê dê di zindanê de bûna . Avestaboy (gotûbêj) 15:51, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Avestaboy:, tu niha ketî vê xeletiyê ku tenê fikrê xwe rast dibînî, ev jî dibe sedema nîqaşên bê fayde. Ji kerema xwe jibîr neke ku kesên li vir dinivîsin herî kêm wekê min û te di warê zimanê kurdî de xwedî raman in. Di warê peyvan de ez jî wekê @Balyozxane: difikirim. Divê em di destpêkê de peyvên ku di kurmancî hene biparêzin. Soranî jî kurdî ye lê mixabin awaya zimanî ya soranî û kurmancî ji hev gelek dûr in. Divê mirov bê lêkolînkirin tu peyva tevlê ziman neke û nayê kirin. Penaber49 (gotûbêj) 15:48, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalê @Penaber49 ez çi bêjim ne bêjim? Gelo kî ji wer re gotiye ku bangeşe soranî ye. Ger rast tê bîra min, ev peyv di ferhenga Profesor Joyce Blau de jî heye. Die ferhengên nûjen de jî he ye . Peyva bangeşe
ji peyvên bang u eşe pêk tê . Ez normal gotûbêj dikim ew jî behsa iftira dike. Mijara gotarê tenê peyva bangeşe ye u ne jiyana we ya kesane ye. Ez jî çewtî dikim. Lê ez dîsa çewtiyên xwe qebûl dikim. Avestaboy (gotûbêj) 16:19, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Avakerê Wîkîferhengê Ferhengvan (Husein Muhammed) jî li ser Wîkîferhengê gotiye ku bangeşe ji soranî hatiye deyngirtin binêre guhartina wî. Ger niha karibî lêborînê bixwazî, em ê li hev bikin. --Balyozxane (gotûbêj). 21:11, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Bersiveke bi vî awayî ne hewceye. @Avestaboy: Bi min jî peyva propaganda di nav kurdan de baştir tê fêm kirin feqet bikaranîna peyva bangeşe di nav gotaran de qedexe nîne. Ghybu (gotûbêj) 05:27, 11 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Bibore, wextê meriv ewqas tê êrîşkirin ne hêsan e hêrs nebe. Min gotina xwe hinek ediland. Spas. Herwiha tu çima dengê xwe nadî? Bi vî awayî dengê te nayê hesibandin. ----Balyozxane (gotûbêj). 07:46, 11 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalê @Ghybu Di gelek zimanan de ji bo hin tişt hemwate hene. Mesela bi zimanê almanî ji bo helîkopter du peyv hene : Hubschrauber û Helikopter . Herdu peyv eynî tên bikaranîn. Peyvên wek wêneguhêz ne derbas in . Ji ber ku ji aliyê gel û medyayan nayî bi kar anîn. Peyva bangeşe ema ji aliyê medyayên kurd (gotar û kanalên bi kurdî ) tê bikaranîn û lewma ew peyveke normal e. Pirraniya bikarhênerên Wîkîpediyaya kurdî ne zimannas in . Dîsa jî mesela hin mirov hene dibêjin ku bangeşe peyveke çêkirî ye an jî ku ziman ne pêlîstok e . Yaw gelo tu dikarî ji min re bêjî ku kîjan peyv (bangeşe û propaganda) serî de cara yekem derbasê zimanê kurdî bûye? Ji bo zimanê tirkî Saziya Zimanê Tirkî heye . Ew dikarin te re etîmolojiya bêjin û çavkaniya herî kevn a peyvê bêjin. Ji bo zimanê kurdî tiştek wisa tune. Mesela bi farisi ji bo bangeşe û propaganda peyva tabliġ(āt) tê bikaranîn. Gelê kurdistan hatiye parvekirin û zimanê kurdî di bin bandora zimanên cuda de ye. Mesela gelek kurdên Tirkiyeyê/ Bakurê Kurdistanê wateya peyva bername nizanin. Ji ber ku tirk peyva program bi kar tînin .Ji bo kurdên Îranê/Rojhilata Kurdistanê ew peyv ne problem e ji ber ku peyv bi farisî jî heye ( barname) Avestaboy (gotûbêj) 12:46, 11 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane ew teze hatiye rojane kirin. Li ser sepana (app) WQFerhengê ku bingeha wê Wîkîferheng e aniha jî tê nivîsandin ku ew peyv jî peyvên bang û geşe pêk tê. Dema ku te gotûbêj destpê kiribû ew agahî tune bû . Ez xebatê birêz Hussein hez dikim . Ema guhertina wê jî bê çavkanî ye . Carinan etîmoljî û bêjenasiya peyveke ne 100 % emîn e. Mesela ji bo bêjenasiya peyva biyanî Marzipan (şekirê behîvan) gelek teorî hene . Dema ez zarok bûm min di pirtûkek dibistanê de xwend ku Eskîmo heqaretek e û ku Inuît peyva rast e. Îro jî tê gotin ku etîmolojiya berê çewt e û ku jêdera peyvê nayî zanîn . Her wiha sernavê gotarên Wîkiyayan îro Eskimo ye. Hin peyv tenê bi soranî û zaravayên din têne bi kar anîn. Peyva bangeşe ema bi kurmancî jî tê bi kar anîn. Min dixwest gelek gotar û vîdeyo wek îzbat tomar bikim . Lê ji aliyê wek spam tê nîşandan (belkî ji bo mafê daneriyê). Heke hûn bangeşeya binivîsin hûnê çavkanî ( gotar û vîdeyoyên kurmancî) bibîn in. Ez naxwazim bi te re şer bikim. Min tenê gotûbêj kir. Êvar baş
Ez naxwazim bi te re şer bikim . Min tenê gotûbêj kir. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 09:59, 11 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Em ji te re ayeta Quranê jî bînin tu yê bibêjî gumanbar e. Te di kelîmeya ol de jî eynî tiştî got. Êdî bi te re ez ê nekevim ti nîqaşan. Qewet be. Silav û rêz. --Balyozxane (gotûbêj). 11:07, 11 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

---

@Penaber49: Min tenê xwest ji te re bêjim ko "xistexane" ne ji tirkî hatiye. Ev xeber ez bahwer dikim zûde di kurmanciya ên ko wê bi kar tênin (em wilo dibêjin) de heye û yan ji farisî ye yan jî ji berê maye. Lê ne ji tirkî ye. Bi rastî ez ne dijî xeberên tirkî me, heke ev xeber ne ji ber bindestiyê hatibin. Xeberên ko ji ber bindestiyê derbasî zimanê me bûne kêfa min zêde ji hinek ji wan re nayê (niha nayêne bîra min) lê xeberên muhîm ji zimanê tirkiya osmanî (yan jî tirkî) derbasî zimanê me bûne, ji bo nimûne "oẍir" ya di nav xebera "oẍir bê", û "sûc" jî. Guherto (gotûbêj) 19:48, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Gotûbêja li jor hatiye arşîvkirin. Ji kerema xwe re neguhêrin.