Gotûbêj:Chicago

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Guhertina rastnivîsê[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalno @MikaelF: , @Balyozxane: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Penaber49: @Gomada: , @Ferrus: , @Biyolojiyabikurdi: @Xwedêda:, @Mehk63: Ez fêm nakim çima rastnivîsa Şîkago dîsa hate guhertin û bû Chicago? Em jî Toskana û ne Toscana, Kalîforniya û ne California, Berlîn û ne Berlin, Munîh û ne München hwd . dinivîsin. Bi Letonî Chicago re Čikāga dibêjin . Bi tirkî du rastnivîs hene: Chigago û Şikago. Bi awayê, navê Chicago jî ne îngilîzî ye lê ji zimanê Xwecihên Amerîkayê (Miami People) tê. Rastnivîsa kurdî ne girêdayî zimanên din e. Ji bo wê rastnivîs jî çavkaniyê me he ye . Ji bo zarokekî kurd, xwendin û nivîsandina Şîkago ji Chicago hêsantir e. Ez ê kêfxweş bibim ku em hemî bi hev re biryar bidin. Silav û rez Avestaboy (gotûbêj) 20:50, 8 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav hevalê hêja @Avestaboy. di WP:Şêwaz de dibêje:
13. "Chomsky, Einstein, Shakespeare...", ne "Çomskî, Aynştayn, Şêkirspîr..."
Ma eynî mentiq li vir jî ne derbasdar e?
Herwiha guhartina navên bajaran ên ku bi latînî tên nivîsin ne tiştekî baş e. Dawiya wê nayê. (Ji xeynî bajarên ku tê de kurd gelek in mîna Stembol, Munîh, Berlîn û bi awayekî eşkere navê guhartî were bikaranîn). Bi ya min em li gorî rêzika li jor tevgerin çêtir e. --Balyozxane (gotûbêj). 21:24, 8 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Min bibore, lê argûmana te bê wate ye. Ji bo navên kesan, ez li vir bi te re dipejirînim. Lê peyv û navên bajaran tiştekî bi temamî cuda ne. Em bi hêsanî nikarin ji tembeliyê hemî rastnivîsên biyanî qebûl bikin. Divê em xemsar nebin. Ji bo nimûne bi spanî ji New Yorkê re Nueva York tê gotin. Û hem spanî û hem jî îngilîzî bi alfabeya latînî têne nivîsandin. Rêbaza ku tu behs dikî tenê ji bo navên kesan derbasdar e . Avestaboy (gotûbêj) 21:45, 8 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy Ji kerema xwe dev ji zimanê xwe yê tûj berde. Li DYAyê spanî zimanê duyem e loma çawa ku em ji Istanbulê re dibêjin Stembol, ew jî Nueva York dikarin bibêjin. Guhartina New York wekî Nû Yorkê/Nîw York ji bo kurdî xeletiyekê ye. --Balyozxane (gotûbêj). 21:51, 8 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane:Min heqaret li te nekir. Tu li ku derê vê dixwînî? Ez ne hêrsbûyî û ne jî êrîşkar im. Em herdu jî bi helwestên cuda ne. Ji ber vê yekê normal e ku em vê yekê bi hev re gotûbêj bikin. Ma tu wisa nafikirî? Avestaboy (gotûbêj) 22:08, 8 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy Gotinên tûj ne tenê heqaret in. Belê, normal e ku em bi hev re gotûbêj bikin, kesên herî çalak em in. Divê em hay ji tevger û peyvên xwe hebin. --Balyozxane (gotûbêj). 22:19, 8 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

P.S @Balyozxane: Li DYAyê zimanê fermî tune. Îngilîzî tenê zimanê fermî yê de facto ye. Ketalanî, Mirandés jî li wir ne zimanên fermî ne. Lêbelê navê bajar bi zimanên wan ne New York e . Bajarên ku min ji te re behs kir tenê mînak bûn. Mijara vê gotûbêjê ne New York e. Mijar Chicago/Şîkago ye. Avestaboy (gotûbêj) 22:23, 8 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy Hevalê hêja, kî behsa zimanê fermî kir?
Herwiha bikaranîna Chicago ji Şîkago zêdetir e.
--Balyozxane (gotûbêj). 22:30, 8 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane:Ku bi piraniyê re her gav ne hêsan e. Ferhengeke fermî ya rastnivîsê ya bi kurdî tune. Alfabeyek yekgirtî jî tune. Ger em bi piraniyê herin divê em dîsa navê gotara Ketelonya û Zimanê ketelanî bikin Katalonya û Zimanê katalanî / katalonî. Rastnivîsa Ketelonya tenê li hin deverên Başûrê Kurdistanê tê bikaranîn (çavkaniya rastnivîsê Rûdaw e). Ez naxwazim bi navê welatê Avusturya jî dest pê bikim. Awistirya, Nemsa an Otrîş? Amerîka an Emerîka ? Almanya an Elmanya ? Navê Swîsre bi almaniya normal Schweiz û bi almaniya swîsrî Schwiz e tê gotin. Piraniya mirovên almanîaxêv " Januar " ji bo meha kanûn a paşîn dibêjin. Lê ji bo Awistiryayî jî destûr heye ku " Jänner " di gotarên Wîkîpediya de li ser mirovên Awistiryaya îroyîn binivîsin. Avestaboy (gotûbêj) 23:37, 8 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy Hevalê hêja, ferheng tine, alfabe tine, bilêvkirina yekgirtî jî tine, rê tine rêbaz tine. Te li gorî çi biryar daye "Ketelonya"ya ku carekê rûdawê de derbas dibe rastnivîs e? Rûdaw Katalonya jî bi kar tîne [1], [2], [3],[4] --Balyozxane (gotûbêj). 23:54, 8 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Pîng: @MikaelF? --Balyozxane (gotûbêj). 23:55, 8 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Me li ser wîkîferhengê rûpeleke wisa wikt:Wîkîferheng:Rêzikên standardkirinê amade kiribû. Gelo pêşniyazên we hene em krîter li gorî wîkîpediyê jî çêkin?
P.s. Ez nabêjim em krîterên wîkîferhengê bi kar bînin. Tenê fikrê we dipirsim. --Balyozxane (gotûbêj). 00:10, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Balyozxane: û @MikaelF: Em ji bo Wîkîpediyayê çavkaniyên cûda dinêrin. Ger çend rastnivîsan hebe em dikarin li ser yekê biryarê bidin. Mînak Wîkîpediya Tirkî, rastnivîsa Chicago wekî sernav hilbijartiye. Konsulxaneya Giştî ya Şîkagoyê li ser malpera xwe di logoya xwe de Türkiye Cumhuriyeti Şikago Başkonsolosluğu dinivîse. Ji ber ku her du rastnivîsîn jî derbasdar in, ev ne çewt e. Avestaboy (gotûbêj) 14:44, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane û Avestaboy: Silav ji we re, hûn çawan in? Bi dîtina min, rêbaznameya Wîkîferhengê baş û bi rêkûpêk e. Em çima rêzikên wê wek pîvang ji bo Wîkîpediya kurdî jî nagirin? Derbarê navê bajarê Chicago de, bi ya min hem Chicago û hem jî Şîkago/Çîkago baş in, lê meraqa min heye, çima mirov Şîkago divinîse û ne Çîkago? :) Wekî din, rewşa navên dewletên DYAyê di Wîkiya me de ev e:
Nav Koda postayê
bi kurtasî
Navê îngilîzî Paytext
A
Alabama AL Alabama Montgomery
Alaska AK Alaska Juneau
Arîzona AZ Arizona Phoenix
Arkansas AR Arkansas Little Rock
C
Kalîforniya CA California Sacramento
Karolînaya Bakur NC North Carolina Raleigh
Karolînaya Başûr SC South Carolina Columbia
Kolorado CO Colorado Denver
Connecticut CT Connecticut Hartford
D
Dakotaya Bakur ND North Dakota Bismarck
Dakotaya Başûr SD South Dakota Pierre
Delaware DE Delaware Dover
F
Florîda FL Florida Tallahassee
G
Georgia GA Georgia Atlanta
H
Hawaî HI Hawaii Honolulu
I
Idaho ID Idaho Boise
Illinois IL Illinois Springfield
Indiana IN Indiana Indianapolis
Iowa IA Iowa Des Moines
K
Kansas KS Kansas Topeka
Kentucky KY Kentucky Frankfort
L
Louisiana LA Louisiana Baton Rouge
M
Maine ME Maine Augusta
Maryland MD Maryland Annapolis
Massachusetts MA Massachusetts Boston
Michigan MI Michigan Lansing
Minnesota MN Minnesota Saint Paul
Mississippi (Mîsîsîpî?) MS Mississippi Jackson
Missouri MO Missouri Jefferson City
Montana MT Montana Helena
N
Nebraska NE Nebraska Lincoln
Nevada NV Nevada Carson City
Nû Hampshire NH New Hampshire Concord
Nû Jersey NJ New Jersey Trenton
Nû Meksîk (New Mexico?) NM New Mexico Santa Fe
New York NY New York Albany
O
Ohio OH Ohio Columbus
Oklahoma OK Oklahoma Oklahoma City
Oregon OR Oregon Salem
P
Pensîlvanya PA Pennsylvania Harrisburg
R
Rhode Island RI Rhode Island Providence
T
Tennessee TN Tennessee Nashville
Teksas TX Texas Austin
U
Utah UT Utah Salt Lake City
V
Vermont VT Vermont Montpelier
Vîrjînya VA Virginia Richmond
Vîrjînyaya Rojava WV West Virginia Charleston
W
Washington WA Washington Olympia
Wisconsin WI Wisconsin Madison
Wyoming WY Wyoming Cheyenne

Silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 15:08, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Bi ya min, destpêka vê gotarê rast dibêje: Chicago an jî Şîkago yek ji bajarên mezin ên federedewleta Illinois a DYAyê ye. Silav. MikaelF (gotûbêj) 15:11, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: û @MikaelF: Çîkago çewt e . Navê Chicago bi ingilzî wek Şikago û bi Almanî û Tirkî mesela wek Şîkago tê bilêvkirin. Ew lîsteya ku hevalê MikaelF nîşan dide serî de jî bi çewtî bûn . Mesela gotara Pennsylvania jî aliyê MikaelF ve wek Pensîlvanya hat sererastkirin . Avestaboy (gotûbêj) 15:29, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy: Erê welle, wek Şîkago tê bilêvkirin. Pir spas, Avestaboy. Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 18:08, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF: Her wiha di rêbaznameyê de Florîda rast hatiye nivîsandin ema gotara Wîkîpediya Florida çewt hatiye nivîsandin https://www.google.com/search?q=flor%C3%AEday%C3%AA&client=ms-android-samsung-rvo1&sxsrf=ALiCzsa256422wtnQis0kGXmFRHmBW8Gzg%3A1670617968101&ei=cJuTY-3oBZL4kwXmpIvoAg&oq=flor%C3%AEday%C3%AA&gs_lcp=ChNtb2JpbGUtZ3dzLXdpei1zZXJwEAMyBQgAEKIEMgUIABCiBDIHCAAQHhCiBDoKCAAQRxDWBBCwA0oECEEYAFDYB1iYEGCzFGgBcAB4AIABjAGIAYkCkgEDMC4ymAEAoAEByAEIwAEB&sclient=mobile-gws-wiz-serp#ip=1 Avestaboy (gotûbêj) 20:37, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy Li gorî çi dibêjî çewt e? --Balyozxane (gotûbêj). 20:54, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Florîda rast e . Tîpa î di piraniya alfabeyan de tune, lê di alfabeya kurdî de heye. Ez bi kurdî dibêjim Florîda ne Florida. Bi zimanên tirkî û almanî jî navê bajar wek navê îngilîzî nayê bilêvkirin. Di destpêkê de Toskana di gotarê de jî wekî Toscana hate nivîsandin. Dûv re min di gotûbê de nivîsand ku ew çewt bû û ew ji hêla hevalê @MikaelF: ve hate sererastkirin. Avestaboy (gotûbêj) 21:27, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy @MikaelF ez li dijî wergerandina/kurdîkirina navên bajaran im. Nû Meksîk, Nû hampshire gî xelet in. --Balyozxane (gotûbêj). 21:38, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Min ne gotiye ku " hemî " navên bajaran kurdîkin. Lê carinan navên bajaran cûda tên nivîsandin. Nû Meksîk ji 100 % nizanim. Ema Nû Hampshire an jî Hampshireya nû wek Nû Zelenda rastin . Jixwe New û nû peyvên hindûewropî ne . Avestaboy (gotûbêj) 21:55, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Temam qewet be, çi dixwazî bike, êdî ti tişt nabêjim. Pêkenok --Balyozxane (gotûbêj). 21:58, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Hevalê hêja, ji bo yên ku çavkaniyeke kurdî hene em kurdî bikin, yên din nekin? Mînak Nû Hampshire qet tine ye. Nû Meksîk jî xelet e (rêziman - divê Meksîka Nû be). Ji bo wê jî çavkanî nîne. Em awayê wan ê inglîzî bi kar bînin? --Balyozxane (gotûbêj). 22:26, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Florîda 100 % rast e , Şîkago derbasdar e , New York New York e , Nû Hampshire û Hampshireya nû derbas darin wek mînak Nû Delhî û Nû Zelanda . Nû Meksîk jî aliyê rastiya rêziman û dîrokê rast e . Lê eyalet mixabin ji aliyê hemî Kurdan ne binavûdeng e û pirsgirêk e . Meksîk a nû wek bi dîtina min wek sernav ne rind e ema wek naveke vebijêrk ( alternatîv) û beralîkirin rind e . Avestaboy (gotûbêj) 22:41, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Çima New York New York e lê Nû Zelanda Nû Zelanda ye? Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan dibêje Zelandaya Nû rast e. Kovara Kurmancî Hj. 1 dibêje Zelanda Nû rast e. Te çawa biryar didî min hîn fêm nekir. --Balyozxane (gotûbêj). 22:47, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
"Zelandaya Nû"—Çavkaniyê lê bigere: Google (kitêb · nûçe · zanyarî · wêneyên azad · WP çavk· JSTOR · NYT · Kitêbxaneya WPyê
"Nû Zelanda"—Çavkaniyê lê bigere: Google (kitêb · nûçe · zanyarî · wêneyên azad · WP çavk· JSTOR · NYT · Kitêbxaneya WPyê
Abê hema bêje ti çavkaniyên Nû Zelanda nîne. Zelandaya Nû bêhtir tê bikaranîn û qet nebe pirtûkeke rastnivîsînê de navê wê derbas dibe. --Balyozxane (gotûbêj). 23:01, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Tenê çend zimanan wergerek ji bo New York heye. Me Nû Yorkê jî girêda lê sernivîs hîn jî New York e. Lêbelê, pir zimanan ji bo New Hampshire wergerek heye. Sedema wê bi siyaset, dîrok an jî aborî re heye. Tenê di derbarê Nû / Meksîk de divê em gotûbêj bikin û çareseriyekê bibînin. https://ku.m.wiktionary.org/wiki/N%C3%BB_Zelenda Avestaboy (gotûbêj) 23:09, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy Birêz, wîkîpediya ser çavkaniyan ava dibe. Mixabin çavkaniyên Nû Zelenda/Zelanda pir kêm in. Min bar kir rûpela Zelandaya Nû. Herwiha dikim New Hampshire jî bikim e inglîzî. Ji ber ku kîjan ziman çi kiriye ne xema me ye. Divê em çavkaniyên kurdî binêrin pêşî. Ensîklopediyeke bêçavkanî nabe. --Balyozxane (gotûbêj). 23:14, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Berî her tiştî, tu dikarî îro navê Florida biguherînî Florîda? Em paşê hîn jî dikarin li ser rastnivîsên din gotûbêj bikin. https://www.google.com/search?q=Flor%C3%AEday%C3%AA&client=ms-android-samsung-rvo1&sxsrf=ALiCzsYBXBltwd5L9LfmTI_wIkzcH3ChMg%3A1670628046333&ei=zsKTY7D6E4CIxc8Pxc6myA0&oq=Flor%C3%AEday%C3%AA&gs_lcp=ChNtb2JpbGUtZ3dzLXdpei1zZXJwEAMyBAgjECcyBQgAEKIEMgUIABCiBDIHCAAQHhCiBDoHCCMQsAMQJzoKCAAQRxDWBBCwA0oECEEYAFCjCliSFGDaF2gBcAB4AIABpQGIAZ0CkgEDMC4ymAEAoAEByAEJwAEB&sclient=mobile-gws-wiz-serp#ip=1 Avestaboy (gotûbêj) 23:21, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy Ger ê ku Florîda kiriye Florida ez bûma, min ê biguharta, lê niha divê wekî niha bimîne. --Balyozxane (gotûbêj). 23:26, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Çima wisa bimîn e ? Min çewt fam ne ke . Çima tu nabêjî ku tu bi tevahî li dijî guhertinê ne? Em tevahiya rojê nîqaş dikin lê tenê tiştê ku guherî sernavê Zelanda Nû ye. Ev min xemgîn dike. Ji bo rastnivîsa Florîdayê çavkanî hene. Avestaboy (gotûbêj) 23:35, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy Baş e, ez vê guhartinê tenê ji bo lihevhatinê dikim hema, pêşî de bêjim ez dijî vê guhartinê me ji ber ku navê bajarekî ye --Balyozxane (gotûbêj). 23:39, 9 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]