Gotûbêj:Reng
Ev rûpela gotûbêjê ji bo nîqaşên li ser pêşvexistina Reng e. Ev ne forumek e ku li ser mijara gotarê nîqaşên gelemper li dar bixin. |
Polîtîkayên gotaran
|
Çavkaniyê lê bigere: Google (kitêb · nûçe · zanyarî · wêneyên azad · WP çavk) · JSTOR · NYT · Kitêbxaneya WPyê |
Divê gava em rûpelek çêdikin nivîsên li ser wîkîpediyayê hatine weşandin jî bixwînin û jê sûd bigirin.
[çavkaniyê biguhêre]@MikaelF,@Penaber49, @Ferrus, @Gomada,@Guherto,@Avestaboy,@Balyozxane
Silav gelî hevalan, Em hemûyan li vir, ji bo pêşveçûn û dewlemendbûna zimanê me xebat dikin. Herwekî hûn jî dizanin mixabin di zimanê me de hîn standardek çênebûye. Nebûna standardek bandorek pir neyînî li ser avakirina berhemên kurdî dike. Ji ber tûnebûna standardek, hin caran mirov nivîsek dixwîne lê jê fehm nake. Dibe ko nîvîskar bi devoka herêmî nivîsandibe an jî dibe ko nîvîskar hinek peyvên şaş an jî neguncav bi kar anîbe. Îro min dît yek ji hevalên me,rûpelek bi navê “Reng” çêkiriye. Bikarhênerek neqeyîdkirî jî wê rûpelê ji nû ve amade kiriye. Min hemû gotarê sê caran xwend lê min piraniya nivîsê fehm nekir. Di gellek cihên nivîsê de kemasî û şaşî hene. Hinek peyv jî bi awayek şaş hatine bikaranîn. Ji kerama xwe ên ko li ser rûpela “Reng” dixebitin bila nivîsên pêwendiya wan bi vê babetê nê, baş bixwînin, paşê rûpelê amade bikin. Bila di wîkîpediyayê de zimanek standard ava bibe.
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87av%C3%AA_mirov
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hestewergir
https://ku.wikipedia.org/wiki/Xaneya_%C3%A7%C3%AElkey%C3%AE
https://ku.wikipedia.org/wiki/Xaneya_qo%C3%A7ek%C3%AE
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eebenga_ronahiya_b%C3%AEnraw
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eebenga_karomiqnat%C3%AEs%C3%AE
https://ku.wikipedia.org/wiki/Klorof%C3%AEl Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 19:02, 6 kanûna paşîn 2025 (UTC)
- Silav Mamoste, yek bikarhênerek bi navê Kelê û Xelfetî ku bi dehan navan li ser wîkîpediyayê profîlan vekirîye û hatiye astengkirin ew e hinek caran tê li vir zêdekirin bêserûber çêdike. Li gel hemî hişyariyan hinek caran tê li vir rasterast bi amûrên wergeran dinivîse û ziraran dide wîkîpediyayê. Herî dawî çend roj berê dîsa hate astengkirin. Dibe ku dîsa ew be li vir nivîsiye. Penaber49 (gotûbêj) 19:16, 6 kanûna paşîn 2025 (UTC)
- Hemû ji Wîkîpediyaya almanî rasterast tercimeya makîneyê bû loma min betal kiriye. --Balyozxane (gotûbêj). 20:01, 6 kanûna paşîn 2025 (UTC)
- Silav hevalno. Gelekî spas ji bo rexne, pêşniyar û sererastkirinên we. Bi rastî gava min ev gotara kin amade kir, gelekî zehmetî kişand, ji ber ku wekî hûn dibêjin divê gotar him bi zimanekî zelal û him jî bi zimanekî zanistî bê nivîsandin. Lewma lêborîna xwe ji we dixwazim, heger gelek kêmasî di nivîsa kin de hene. Hûn dikarin jêbibin an li gorî dilê xwe sererast bikin. Baweriya min li ser vê yekê bi we heye. Ferrus (gotûbêj) 20:09, 6 kanûna paşîn 2025 (UTC)
- Hemû ji Wîkîpediyaya almanî rasterast tercimeya makîneyê bû loma min betal kiriye. --Balyozxane (gotûbêj). 20:01, 6 kanûna paşîn 2025 (UTC)