Gustave Le Bon
Charles-Marie Gustave Le Bon (jdb. 7'ê gulana 1841 li Nogent-le-Rotrou, m. 13ê kanûna pêşîn a 1931 li Parîs) bijîjk, mirovnas, derûnnas, civaknas û dahênerekî fransî bû. Ew yek ji damezirînerê derûnnasiya girseyî, şaxek ji derûnnasiya komî tê hesibandin. Berhema wî ya ku herî tê zanîn pirtûka Psychologie des foules e ku di 1895 de hate weşandin. Bandora Le Bon a li dû paşerojê, bi zanistî li ser Sigmund Freud û Max Weber, bi taybetî di warê ramyarî de li ser Nasyonalsosyalîstan û serkesên wê, mezin bû.
Jiyana wî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Charles-Marie Gustave Le Bon di 7-ê Gulana 1841-an de li Nogent-le-Rotrou, Center-Val de Loire ji dayik bû. Malbat bi eslê xwe Breton bûn, bavê wî di hikûmeta Fransî de karmendek parêzgehê bû.
Di 1848an de Le Bon krîza şoreşa Sibatê û Komuna Parîsî 1871ê bi çavên xwe dît , her du bûyer jî diyar e ku bandorek navendî li ser berhema wî heye.