Here naverokê

Hûsiyên Yemenê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hûsiyên Yemenê
الحوثيون Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Tevgera siyasî
  • rêxistina siyasî
  • tevgera ku ji aliyê DYAyê ve wek terorîsta global a taybet tê hesibandin Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala



Logoya Hûsiyên Yemenê
DewletYemen Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1994 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Serok
  • Hussein Badreddin al-Houthi
  • Abdul-Malik al-Houthi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
  • Se'ede Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.ansarollah.com/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Tevgera Hûsî (/ˈhuːθi/; erebî: الحوثيون), bi fermî wekî Ensar Allah tê zanîn, rêxistineke siyasî û leşkerî ya şîa-îslamîst e ku di salên 1990î de ji Yemenê derketiye. Ew bi giranî ji şîeyên Zeidî pêk tê û rêvebirî bi piranî ji endamên eşîra Hûsî pêk tê.[1] Tevgera Hûsî endamek serekî yê Eksena Berxwedanê ye ku ji rejîma Îranê piştgiriya siyasî, aborî û leşkerî distîne.

Di bin serokatiya rêberê dînî yê zeidî Huseyîn Elhûsî de, tevgera Hûsî weke tevgereke dijberê serokê Yemenê Elî Ebdullah Salih derketin, ku ew bi gendeliyê û piştgiriya Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî tawanbar kirin.[2][3] Di sala 2003 de, di bin bandora Hizbulaya Libnanê de, Hûsiyan slogana xwe ya fermî li dijî Amerîka, Îsraêl û gelê cihû pejirand.[4] Elhûsî li hember fermana Salih ji bo girtina wî li ber xwe da û piştre ji aliyê artêşa Yemenê ve li Se'edeyê di sala 2004an de hate kuştin û ev bûyer bû sedema serhildana hûsiyan.[5] Ji hingê ve, tevger bi piranî ji aliyê birayê wî Abdul-Melik el-Hûsî ve tê birêvebirin.[6]

Rêxistin bi xwenîşandanên kolanan û hevahengiya li gel komên din ên opozîsyona Yemenê tevlî Şoreşa Yemenê ya sala 2011an de bû. Ew beşdarî Konferansa Diyaloga Neteweyî ya Yemenê bûn, lê paşê peymana lihevhatinê ya 2011an red kirin.[7] Di dawiya sala 2014an de, hûsiyan têkiliya xwe bi Salih re sererast kirin û bi alîkariya wî bajarê paytext xistin bin kontrola xwe. Desthilatdariya paytextê bû sedema destwerdana leşkerî ya bi pêşengiya Erebistana Siûdî ji bo vegerandina hukûmeta navneteweyî ya naskirî. Ev yek bû sedema şerekî navxweyî yê domdar ku tê de êrîşên mûşek û dron li dijî Erebistana Siûdî û hevalbendê wê Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî pêk tên.[8][9][10] Piştî destpêkirina şerê Îsraêl û Hemasê di sala 2023an de, hûsiyan dest bi avêtina mûşekan li ser Îsraêlê kirin û êrişî keştiyên li beravên Yemenê li Deryaya Sor jî kirin. Bi vî rengî ew piştgiriya xwe ji gelê Filistînê re destnîşan didin û dixwazin bila alîkariyên mirovî ji bo Xezeyê hêsantir û zûtir pêk were.[11][12]

Tevgera hûsiyan li Yemenê xwe wek têkoşerê geşepêdana aborî û bidawîkirina marjînalbûna siyasî ya şîeyên Zeydî nîşan dide û bi vî rengî alîgirên xwe bi dest dixe. Her wiha ew di medyaya xwe de mijarên siyasî-dînî yên herêmê jî derdixe pêş. Têkiliyeke ecêb a hûsiyan bi suniyên Yemenê re heye; Tevgerê li dijî suniyan cudakarî kir, lê belê bi wan re hevalbendî jî kir û perwerdehiya leşkerî jî da wan.[13][14]

Armanca hûsiyan desthilatdariya li ser hemû Yemenê ye û piştgirî didin tevgerên derve, yên ku li dijî Dewletên Yekbûyî, Îsraêl û Erebîstana Siûdî şer dikin. Ji ber bingeha îdeolojîk a hûsiyan, nakokiya li Yemenê bi giştî weke şerek di navbera Îran û Erebîstana Siûdî de tê dîtin.[15]

  1. ^ Hoffman, Valerie J. (28 sibat 2019). Making the New Middle East: Politics, Culture, and Human Rights (bi îngilîzî). Syracuse University Press. ISBN 978-0-8156-5457-5.
  2. ^ "BBC NEWS | Middle East | Yemeni forces kill rebel cleric". web.archive.org. 21 çiriya paşîn 2006. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 çiriya paşîn 2006. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "5 Things to Know About the Houthis of Yemen - Briefly - WSJ". web.archive.org. 12 hezîran 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 hezîran 2018. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Houthi propaganda: following in Hizballah's footsteps". web.archive.org. 18 çiriya pêşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 çiriya pêşîn 2016. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "Debunking Media Myths About the Houthis in War-Torn Yemen · Global Voices". web.archive.org. 1 îlon 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 îlon 2017. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "Refworld | Yemen: The conflict in Saada Governorate - analysis". web.archive.org. 4 kanûna pêşîn 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 kanûna pêşîn 2014. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ "Yemen's Houthis Used Multiple Identities to Advance - Carnegie Middle East Center - Carnegie Endowment for International Peace". web.archive.org. 27 gulan 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 27 gulan 2022. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ "Yemen | World | Middle East/North Africa | Human Rights Watch". web.archive.org. 23 nîsan 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 nîsan 2017. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ "Kopîkirina arşîvê". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 tîrmeh 2018. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk) CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ "GCC's 2014 Crisis: Causes, Issues and Solutions | Islam Hassan - Academia.edu". web.archive.org. 4 îlon 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 îlon 2015. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ "US warship intercepts missiles fired from Yemen 'potentially towards Israel'". web.archive.org. 18 tîrmeh 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 tîrmeh 2024. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  12. ^ "Who are the Houthis, the group attacking ships in the Red Sea?". web.archive.org. 1 kanûna paşîn 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  13. ^ "Yemen crisis: Who is fighting whom? - BBC News". web.archive.org. 10 tîrmeh 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 10 tîrmeh 2018. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  14. ^ "Refworld | Yemen: Treatment of Sunni Muslims by Houthis in areas under Houthi control (2014-September 2017)". web.archive.org. 17 hezîran 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 hezîran 2019. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  15. ^ "Yemeni government, separatists seen inking deal to end Aden standoff | Euronews". web.archive.org. 23 çiriya pêşîn 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 çiriya pêşîn 2019. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)