Here naverokê

Anatolya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Asya biçûk hat beralîkirin)
Herêma Anatolyayê
Anadolu Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Anadolu Böglesi
Etîmolojî: Anatolê bi wateya "Rojhilat", ji yewnanî ye.
Herêma Anatolyayê li ser nexşeyê
Map
Koordînat: 39°N 35°E
ParzemînAsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletTirkiye, Împeratoriya Osmanî, Împeratoriya Bîzansê, Împeratoriya Romê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
  Giştî756.000 km2 (292.000 sq mi)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Anatolya[a] (bi yewnaniya kevn: Άνατολή, lat. Anatolḗ "rojhilat"; bi latînî: Anatolia bi tirkî: Anadolu), an Asyaya Biçûk (bi latînî: Asia Minor), nîvgiraveke li rojavayê Asyayê ye û herêmeke dîrokî û erdnigarî ye ku nêzîkê nîvê nîvgirava Anatolyayê vegirtiye nav xwe. Anatolya deverê peravî ya herî rojavayê Asyayê ye ku ji aliyê erdnîgarî ve li başûr ji aliyê Deryaya Navîn ve, li rojava ji aliyê Deryaya Egeyê ve, li bakurê rojava ji aliyê Deryaya Marmarayê ve û li aliyê bakur ve jî ji aliyê Deryaya Reş ve hatiye dorpêçkirin. Tengava ku li rojavayê girava Ewrasyayê ye, bi gelemperî wekê sinorê di navbera parzemînên Ewropa û Asyayê ye û her wiha wekê xeta dabeşkirina di navbera Ewropa û Asyayê hatiye hesibandin.[6] Ji aliyê topografîk ve, Deryaya Marmarayê û Deryaya Reş bi rêya tangavên Bosfor û Dardanelê bi Deryaya Egeyê ve girê dide û Anatoliyê ji Trakyayê û ji başûrê rojhilatê Ewropayê vediqetîne.[7]

Di serdema neolîtîkê de piştî ku li heyva berhemdar a cîran derdikeve holê, Anatolya yek navendên destpêkê bû ku çandinî li lê pêşde çûye. Nêzîkî 9.000 sal berê, koçberiyeke mezin a cotkarên neolîtîk ên Anatoliyê ber bi Ewropayê ve koç bûne û nifşên wan hatine û li seranserê parzemînê heta Nîvgirava Îberî û Îrlenda, Skotlendê û herêmên din ên Keltî yên li Giravên Brîtanî, tevî Girava Manê bicih bûne.

Xwemaliyên Anatoliyê yên herî kevin ên qeydkirî yên wekê hattiyan ku ne hind û ewropî ne jî semîtîk bûn, hêdî hêdî ji aliyê gelên Anatoliyê yên hind û ewropî yên ku bi zimanên Anatoliyê ku niha nemaye diaxivîn ve hatine asîmîlekirin. Zimanên sereke yên Anatolyayê zimanên hîtîtî, luwî û lîdyayî bûn; zimanên din ên herêmî, her çend kêm hatine piştrastkirin jî, frîgî û mîsî bûn. Zimanên hûrî-ûrartî li seranserê Mîtanî li başûrê rojhilat dihatin axavtin û di heman demê de zimanê galatî ku zimanekî keltî ye, li seranserê Galatyayê li nîvgirava navendî dihat axavtin. Di nav gelên din ên ku li Anatolyaya kevnar hebûneke giring dane nîşan de galatî, hurî, asûrî, hattî û sîmerî û her weha hinek ji eşîrên yewnanî yên kevnar ku di nav de îyonî, dorî û eolî hebûn. Di serdema kevnar a klasîk de, zimanên Anatolyayê bi piranî ji aliyê zimanê yewnanî ve hatine guhertin ku di serdema helenîstî û di serdema Romayê de li herêmeke mezin ê Anatolyayê zimaneke serdest bû.

Navê Anatoliyayê di zimanê kurdî de bi formên cuda yên wekê Anedol, Enadol an jî bi forma dawî wekê Anatolya hatiye binavkirin. Navê Anatoliyayê ji peyva yewnanî ya Ἀνατολή (Anatolḗ) tê ku tê wateya "rojhilat" û (ji perspektîva yewnanî) herêmên rojhilat destnîşan dike. Peyva yewnanî behsa aliyê ku roj lê hiltê dike ku ji peyva ἀνατέλλω anatello '(I) hilkişîn an bilind dibe' tê. Nav di gelek zimanên de jî heman raveyê werdigirin ku bi latînî levo 'hilketin', "orient" ji latînî orior 'rabûn, derketin', îbranî מִזְרָח mizraḥ 'rojhilat' ji זָרַח zaraḥ 'hilketin, biriqîn', aramî מִדְנָח midnaḥ ji דְּנַח denaḥ 'hilketin, biriqîn' hatiye binavkirin.[8][9]

Anatolya

Bi kevneşopî hatiye hesibandin ku Anatolya li rojhilat heta xêzek bêdawî dirêj dibe ku ji Kendava Îskenderê heta Deryaya Reş berfireh dibe ku deşta Anatolyayê vedigire nav xwe. Ev pênaseya erdnîgarî ya kevneşopî di çapa herî dawî ya ferhenga erdnîgarî ya Merriam-Webster de hatiye bikar anîn.[7] Erdnîgariya Anatoliyayê qadeke berfireh digire nav xwe ku li rojhilatê herêmê, li sinorê erdnîgarî ya kurdan (Bakurê Kurdistanê) bidawî dibe.[10]

Dîmenek qada arkeolojîk a Aşıklı, Axsere, Tirkiyê.

Li Anatolyayê dîroka bicihbûna mirovan heya serdema paleolîtîkê dirêj dibe.[11] Pêşketinên dawî yên di warê arkeogenetîkê de piştrast kirine ku belavbûna çandiniyê ji heyva berhemdar ber bi Ewropayê ve bi koçberiya cotkarên pêşîn ji Anatolyayê ya bi qasê 9000 salên berê niha ve girêdayî ye û ne tenê encama danûstandineke çandî ye.[12] Dîroka bav û kalên cotkarên neolîtîk ên li Anatolyayê bi piranî ji serdema nêçîrvan-berhevkarên herêmî yên Anatolyayê vedigere ku ev nîşan dide ku çandinî li heman cihê ji aliyê van kesên nêçîrvan-berhevkaran ve hatiye pejirandin û ji derve (bi rêya belavbûna demkî) li herêmê belav nebûye.[13] Cotkarên neolîtîk ên ku bi eslê xwe ji Anatolyayê bûn piştre li Ewropaya Rojava,[14][15] Nîvgirava Îberî û Giravên Brîtanî û her wiha li heta Mexribê belav bûne.[16] Koka gelek gelên ewropiyên nûjen digihîjin cotkarên Anatolyaya neolîtîk ku bi demê re ber bi Ewropayê ve koç bûne.[17] Di heman demê de gelên Levantê xwedî koka cotkarên neolîtîk ên Anatolyayê ne ku bi koçberiyên piştî serdema bronzê derketine holê.[17] Nêzîkî 6500 sal berê niha û piştê vê demê, koçberiya ji rojhilat bûye sedem ku gelê Anatolyayê ji aliyê genetîkî ve veguheriye civakeke homojen.[17] Formên kevintir ên zimanên ku bi eslê xwe anatolyayî bûn ku di nav zimanên wekê zimanê hattî û zimanê hurî hebûn di be ku girêdayî malbata zimanên hind û ewropî nebin ku ji aliyê komên koçber û xwemaliyên Anatolyayê ve di vê tevliheviya mezin de hatine axavtin. (Li gorî zanyariyên serdema nûjen hurî di nav gelên hind û îranî de asîmîle bûne û li gorî heman zanyaran dibe ku hurî bavê û kalên hinek kurdên nûjen ê îro ne) Lêbelê bav û kalên stepan heta serdema bronzê di nav anatoliyan de nayên dîtin.[18]

Her çiqas zimannas li ser mêla ku jêderkekên derengtir ên li stepên bakurê Deryaya Reş vebijêrin lê Anatolya Neolîtîk wekê welatê malbata zimanên hind û ewropî hatiye pêşniyar kirin. Lêbelê hatiye tespîtkirin ku zimanên Anatolyayê ku şaxê herî kevin ê belgekirî yê zimanên hind û ewropî ne, li Anatolyayê herî kêm ji sedsala 19ê berê zayînê vir ve li Anatolyayê hatine axaftin.[19][20]

Serdema bronzê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serdema hattî û huriyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hattî gelekî berê hîtîtan bûn ku di navbera salên 2300 û 2000 berê zayînê de li Anatolyaya Navîn jiyane û bi zimanekî îzolekirî yê bi navê hattîyî axivîne. Navê herî kevin ê nîvgirava Anatolyayê ku tê zanîn welatê hattî ye ku gelên hind û ewropî yên piştê hattiyan jî Anatolyayê bi formeke kêmguhertî yê wekê Hîtîtê bi nav kirine.[21]

Gelê hurî gelekî xizmê ûrartûyan bûn ku li Bakurê Kurdistana îro dijiyan. Ji aliyê dîrokî ve hebûna huriyan ji sedsala 20ê berê zayînê vedigere. Di sedsala 16ê a berê zayînê de, dewletên Hurî ku ji aliyê hind û ewropî yên mîna Mîtanî ve dihatin birêvebirin hinek deverên Anatolyayê û beşeke girîng ê Bakurê Kurdistanê birêve birine.[22]

Serdema hîtîtan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Deriyê Sfinksê (Alaca Höyük, Çorum, Tirkiye)

Hîtîtan li dora sala 1600ê berê zayînê mîrektiyên Hattî li Anatoliya Navîn fetih kirine û dewleteke biçûkê ku navenda dewletê li Hattûşayê bû ava kirine. Gelên deverê bi zimanên wekê hîtîtî, luwî û palaîkî diaxivîn ku zimanê herî kevin ên naskirî yên zimanên hind û ewropî ne û di nav koma zimanên hind û ewropî yên Anatolyayê de ne.[23][24] Çanda hîtîtan ji aliyê gelên xwemaliyên herêmê û ji aliyê çanda hind û ewropiyan ve hatiye bi bandor kirin. Li gorî hîpotezê Kurgan hatiye texmînkirin ku zimanê hîtîtan li dora sala 2500ê berê zayînê de gihîştiye Anatolyayê.

Di nîvê sedsala 14ê berî zayînê de di bin serweriya Suppiluliuma I de, padîşahî ber bi Levant û Mezopotamyaya Jorîn ve berfireh bûye û veguheriye hêzeke mezin ê herêmî. Di vê serdemê de ku wekê Keyaniya Hîtîtiyên Kevin tê zanîn, huner bi giranî di kevneşopiya Anatolyayê de cih girtiye ku ev yek ji cihên şûnwarên wekê Boğazköy, Alacahöyük, Bitik, Alişar, Eskiyapar, İnandık, Maşat, Huseyindede û İmikuşağı diyar bûye. Keyaniya Hîtîtên Kevin ku ji ber nakokiyên siyasî yên navxweyî lawaz bibû, di nîvê duyem ê hezarsala 2ê berê zayînê de, di dema serweriya Tuthaliya II de, ji nû ve hêza xwe bi dest xistiye û veguheriye împaratoriyeke bi hêzê herêmî. Împaratoriya Hîtîtê li gel Misir û Babîlê bûye sêyem hêza siyasî ya mezin a Rojhilata Navîn a serdema bronzê. Ev qonaxa nû wekî dewleta neo-hîtît an jî serdema împeratoriya Hîtîtê hatiye binavkirin.

Sedsalên dawî yên hezarsala 2em ê berê zayînê ku wekê hilweşîna serdema bronzê tê zanîn, ji bo tevahiya Rojhilata Nêzîk veguheriye serdemeke ne aram. Dewleta hîtîtan piştê Suppiluliuma II ku hikumdarê dawî yê Hattusayê bû ji ber qeyranên ku ji aliyê dagirker û koçberên ji aliyên cûrbecûr ve hatibûn afirandin, bi dawî bûye. Di nav faktorên ku dawî li împeratoriya hîtîtan anîn de, koçberiya gelê kaşkayê gelekî koçber bûn û ber bi herêmên palayîaxiv ku di sedsalên dawî yên hezarsala 2ê berê zayînê de ku ber bi herêmê ve hatine û talanî û dagirkeriya axa hîtîtan (û huriyan) ku ji asûriyan ve pêk hatiye hebûn.[25]

Serdema hesinê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dewletên dawî yên Hîtîtê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serdema hîtîtên dereng dîroka dewletên piçûk ên ku li ser axên hîtîtan hatine damezrandin û serdema piştê serdema bronzê vedihewîne. Dewletên di serdema hesinî de li Anatoliyê hebûnên siyasî bûn ku bi zimanên luwî, fenîkî û bi zimanên cûrbecûr ên herêmê diaxivîn. Hîtîtan ku li dora sala 1200ê b.z. de ji rojava ve ji êrîşên koçberên Egeyê rizgar bûne, bi vekişîna ber bi herêmên çiyayî yên başûr û çiyayên Torosên Bakurê Kurdistanê ve împaratoriya xwe ava kiribûn. Dewletên biçûk ên hêrêmê bi Ûrartûyê û bi asûritan ve ku li herêmê hikum dikirin girêdayî bûn û di sedsala 7ê a berê zayînê de, bi êrîşên asûriyan re dawî li hebûna siyasî ya van dewletên biçûk ên hêrêmê hatiye.

Herêmên luwiyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di serdema dawî ya împeratoriya hîtîtan de, zimanê luwîyî ji zimanê hîtîtan derbas bûye û bûye zimanê serdest ê împeratoriyê. Di heman de zimanê luwîyî heta piştê hilweşîna hîtîtan jî hebûna xwe parastiye.[26]

Herêmên dîrokî yên wekê Karya, Lîkya, Pamfîlya û Sîdeyê ku bi taybetî li Ege û li rojavayê Deryaya Navîn e, di sedsala 9ê berê zayînê de li van herêman dewletên nû hatine avakirine û ev dewlet bi bandora yewnaniyan ketiye bin di bin serdestiya bandorên û zimanê luwîyî. Her wiha hatiye texmînkirin ku pelasgî û trovayî gelên axaftvanên zimanê yewnanî bûn. Ev herêm ku gelek deverên Deryaya Egeyê û Deryaya Navîn di nav de hebe paşê ketine bin desthilatdariya axaftvanên zimanê yewnanî.[26]

Şaristaniyên Anatolyayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Anatolya di dîrokên cihêreng de malavaniya gelek şaristaniyan kiriye di nav de împaratoriya mezin a Hîtîtê û gelek dewletên mezin û dewletên biçûk hebûn.[27][28] Ji xeynî hattiyên ku heya roja îro zimanê wan nehatiye kategorîzekirin, dewlet û împaratoriyên Anatolyayê bi tevahî ji aliyê gelên hind û ewropî ve hatine avakirin. Gelên ku li Anatolyayê serdest bûne wekê gelên hind û ewropî yên Anatolyayê hatine binavkirin.

Şaristaniyên ku di dîrokên cihêreng de li herêmên cihêreng ên Anatolyaya serwerî kirine wiha ne:

Komek ji zimanên hind û ewropî yên ku di hezarsal 2 û di hezarsala 1ê berê zayînê de li Anatolyayê hatine axavtin, wekê zimanên Anatolyayê hatine binavkirin. Di van zimanan de zimanê herî girîng û herî navdar zimanê hîtît bû ku di navbera salên 1600 û 1100ê b.z. de belgeyên nivîskî li pey xwe hiştiye.[29] Di heman demê de di dema împeratoriya hîtîtan de, zimanên wekê luwî û zimanê palayî ku xizmên zimanê hîtîtan bûn hatine axavtin.[30] Zimanê luwî li seranserê başûr û rojavayê Anatolyayê hatiye axavtin û zimanê palayî jî li seranserê bakurê rojavayê Anatolyayê hatiye axavtin.[31]

Di serdema kevnar de li Anatolyayê çend ziman hatine axaftin ku di nav wan de zimanên wekê zimanê lîkî (ku tê texmînkirin ku ji luwî pêş ketiye), zimanê karî, zimanê pisîdyayî, zimanê sîdayî û zimanê paflagonî û zimanê kapadokî ku koka wan bi tevahî ne diyar e hebûn. Ev hemî ziman li dora sedsala 1em ê berê zayînê de winda bûne piştê winda bûna van zimanan zimanê yewnanî bûye zimanê serdest ê Anatolyayê.

Di serdema nûjen de zimanên serdestên Anatolyayê zimanê tirkî ye û li devereke berfirehê Anatolyaya Navîn ku gelên herêmê bi giranî kurdin zimanê kurdî tê axavtin.[32]

  1. An jî wekî Anadol[1][2][3][4] an jî Enadol[5] tê nasîn
  1. Malmîsanij, M. (2018). Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû. Weşanên Rûpel. r. 44. ISBN 9786056698521.
  2. Farqînî, Zana (2005). Ferhenga Kurdî - Tirkî. Stenbol: Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. r. 42. ISBN 975-6282-18-5.
  3. Kurdo, Qanatê (1960). Ferhenga kurdî-rûsî. MOSKVA: NEŞIRXANA DEWLETÊ YA FERHENGÊD ZIMANÊ MILETÊD DEREVEÛ YÊ SOVÊTÎSTANÊ. r. 818.
  4. "Ferheng - Weqfa Mezopotamyayê". ferheng.wmezopotamyaye.org. Ji orîjînalê di 19 gulan 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 sibat 2024.
  5. Bedirxan, Kamiran Alî (1986). Roja Nû, 1943-1946. Uppsala: Jîna Nû. r. 43:1.
  6. "Anatolia | Definition, History, Map, People, & Facts | Britannica". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 sibat 2026.
  7. 1 2 Merriam-Webster, Inc, edîtor (1997). Merriam-Webster's geographical dictionary (Çapa 3). Springfield, Mass: Merriam-Webster. ISBN 978-0-87779-546-9.
  8. "Henry George Liddell, Robert Scott, A Greek-English Lexicon". www.perseus.tufts.edu. Roja gihiştinê 22 sibat 2026.
  9. "Anatolia - Etymology, Origin & Meaning of the Name". etymonline (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 22 sibat 2026.
  10. Mitchell, Stephen (2001). Anatolia. 1: The Celts in Anatolia and the impact of Roman rule (Çapa Repr). Oxford: Clarendon Press. ISBN 978-0-19-815029-9.
  11. "Early Upper Paleolithic shell beads at Üçağızlı Cave I (Turkey): Technology and the socioeconomic context of ornament life-histories". Journal of Human Evolution (bi îngilîziya amerîkî). 64 (5): 380–398. 1 gulan 2013. doi:10.1016/j.jhevol.2013.01.008. ISSN 0047-2484.
  12. "Genetic testing reveals that Europe is a melting pot, made of immigrants". Culture (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 hezîran 2026.
  13. Feldman, Michal; Fernández-Domínguez, Eva; Reynolds, Luke; Baird, Douglas; Pearson, Jessica; Hershkovitz, Israel; May, Hila; Goring-Morris, Nigel; Benz, Marion; Gresky, Julia; Bianco, Raffaela A.; Fairbairn, Andrew; Mustafaoğlu, Gökhan; Stockhammer, Philipp W.; Posth, Cosimo (19 adar 2019). "Late Pleistocene human genome suggests a local origin for the first farmers of central Anatolia". Nature Communications (bi îngilîzî). 10 (1): 1218. doi:10.1038/s41467-019-09209-7. ISSN 2041-1723. PMC 6425003. PMID 30890703.
  14. Brace, Selina; Diekmann, Yoan; Booth, Thomas J.; van Dorp, Lucy; Faltyskova, Zuzana; Rohland, Nadin; Mallick, Swapan; Olalde, Iñigo; Ferry, Matthew; Michel, Megan; Oppenheimer, Jonas; Broomandkhoshbacht, Nasreen; Stewardson, Kristin; Martiniano, Rui; Walsh, Susan (2019). "Ancient genomes indicate population replacement in Early Neolithic Britain". Nature Ecology & Evolution. 3 (5): 765–771. doi:10.1038/s41559-019-0871-9. ISSN 2397-334X. PMC 6520225. PMID 30988490.
  15. Olalde, Iñigo; Mallick, Swapan; Patterson, Nick; Rohland, Nadin; Villalba-Mouco, Vanessa; Silva, Marina; Dulias, Katharina; Edwards, Ceiridwen J.; Gandini, Francesca; Pala, Maria; Soares, Pedro; Ferrando-Bernal, Manuel; Adamski, Nicole; Broomandkhoshbacht, Nasreen; Cheronet, Olivia (15 adar 2019). "The genomic history of the Iberian Peninsula over the past 8000 years". Science (New York, N.Y.). 363 (6432): 1230–1234. doi:10.1126/science.aav4040. ISSN 1095-9203. PMC 6436108. PMID 30872528.
  16. Simões, Luciana G.; Günther, Torsten; Martínez-Sánchez, Rafael M.; Vera-Rodríguez, Juan Carlos; Iriarte, Eneko; Rodríguez-Varela, Ricardo; Bokbot, Youssef; Valdiosera, Cristina; Jakobsson, Mattias (2023). "Northwest African Neolithic initiated by migrants from Iberia and Levant". Nature. 618 (7965): 550–556. doi:10.1038/s41586-023-06166-6. ISSN 1476-4687. PMC 10266975. PMID 37286608.
  17. 1 2 3 Almarri, Mohamed A.; Haber, Marc; Lootah, Reem A.; Hallast, Pille; Nayê zanîn, Saeed; Martin, Hilary C.; Xue, Yali; Tyler-Smith, Chris (2021). "The genomic history of the Middle East". Cell. 184 (18): 4612–4625.e14. doi:10.1016/j.cell.2021.07.013. ISSN 0092-8674. PMC 8445022. PMID 34352227.
  18. Lazaridis, Iosif; Alpaslan-Roodenberg, Songül; Acar, Ayşe; Açıkkol, Ayşen; Agelarakis, Anagnostis; Aghikyan, Levon; Akyüz, Uğur; Andreeva, Desislava; Andrijašević, Gojko; Antonović, Dragana; Armit, Ian; Atmaca, Alper; Avetisyan, Pavel; Aytek, Ahmet İhsan; Bacvarov, Krum (26 tebax 2022). "The genetic history of the Southern Arc: A bridge between West Asia and Europe". Science (New York, N.Y.). 377 (6609): eabm4247. doi:10.1126/science.abm4247. ISSN 1095-9203. PMC 10064553. PMID 36007055.
  19. Edward Dawson and P L Kessler. "Indo-European Daughter Languages: Anatolian". www.historyfiles.co.uk. Roja gihiştinê 4 hezîran 2026.
  20. "Anatolian languages". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 hezîran 2026.
  21. Bryce, Trevor (27 çiriya pêşîn 2005). The Kingdom of the Hittites. Oxford University Press. ISBN 978-0-19-928132-9.
  22. Thieme, Paul (1960). "The 'Aryan' Gods of the Mitanni Treaties". Journal of the American Oriental Society. 80 (4): 301. doi:10.2307/595878. ISSN 0003-0279.
  23. Yakubovich, Ilya S. (2010). Sociolinguistics of the Luvian language. Brill's studies in Indo-European languages & linguistics. Leiden ; Boston: Brill. ISBN 978-90-04-17791-8.
  24. "2006-05-02 Hittite". www.leidenuniv.nl. Invullen. 2004. Ji orîjînalê di 25 çiriya paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 hezîran 2026.{{cite web}}: CS1 maint: others (lînk)
  25. Brice, W. C.; Roux, George (1966). "Ancient Iraq". Man. 1 (1): 110. doi:10.2307/2795921. ISSN 0025-1496.
  26. 1 2 Watkins, Helen (2003). "Reviews". Journal of Historical Geography. 29 (3): 480–483. doi:10.1006/jhge.2002.0561. ISSN 0305-7488.
  27. "University of Chicago Press Journals: Cookie absent". RCNi Company Limited (bi îngilîzî). doi:10.1086/709313. Roja gihiştinê 4 hezîran 2026.
  28. "King Midas". www.phrygians.org. Ji orîjînalê di 27 tîrmeh 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 hezîran 2026.
  29. Hasselbach, Rebecca (2020). A companion to ancient Near Eastern languages. Blackwell companions to the ancient world (Çapa 1). Hoboken (N.J.): Wiley. ISBN 978-1-119-19380-7.
  30. Kloekhorst, Alwin (2022). Olander, Thomas (edîtor). Anatolian. Cambridge: Cambridge University Press. rr. 63–82. doi:10.1017/9781108758666.005. ISBN 978-1-108-49979-8.
  31. Bachhuber, Christoph. "(2013) James Mellaart and the Luwians: A Culture-(Pre)history". academia.edu.
  32. "Nefel". www.nefel.com. Roja gihiştinê 4 hezîran 2026.