Kalkolîtîk

Di arkeolojiya Dinyaya Kevn de, Kalkolîtîk, Eneolîtîk an jî Çaxa paxirî qala çaxeke veguhêz dike ku di vê demê de hem metalurjiya paxirê ya pêşîn xuya dibe hem jî amûrên kevirî bi berfirehî tên bikaranîn. Hin çek û amûr di vê çaxê de ji paxirê hatine çêkirin. Ev çax ji aliyê karakterê ve bi giranî hîn çaxa neolîtîkê bû lê belê ev qonaxeke çaxa bronzî ye berî ku were kişfkirin ku bi tevîhevkirina qelay û paxirê re madeneke reqtir, bronz, çêdibe. Çaxa paxirî pêşî wekî çaxeke veguhêz di neqeba neolîtîk û çaxa bronzî de dihat tarîfkirin. Lê belê ji ber ku bi bikaranîna metalan tê karekterîzekirin, çaxa paxirî wek parçeyeke çaxa bronzî tê hesibandin.[1]
| Beşeke rêzê li ser |
| Dîroka mirovahiyê û pêşdîrok |
|---|
| ↑ berî Homo (Epoka Plîosenê) |
|
Pêşdîrok (sîstema sê serdemî) |
| Dîroka nivîsî |
| ↓ Siberoj (Epoka holosen) |
Şûnwareke arkeolojîk li Serbistanê delîlên herî kevn ên ewledar ên çêkirina paxirê di germahiya bilind de ji 7.500 sal berê dihundirîne. Vedîtinên di hezîrana 2010an de qeydên helandina paxirê bi qasî 800 salan kevntir dike, û îddia dike dibe ku helandina paxirê ji cihekî belav nebûbe lê belê di wê demê de li deverên cuda yên Asya û Ewropayê, bi awayekî ji hev serbixwe hatibe îcadkirin.[2] Diyardeya metalurjiyê dibe ku ewilî di Hîlala Bibereket de hatibe pê, ku li wê derê di berî zayînê hezarsala 4an de bûye sebeba çaxa bronzî (nêrîna tradîsyonel). Lê belê vedîtinên ji kultura Vinčayê ya Ewropayê niha bi ewlehî hatine tarîxkirin ku ji yên Hîlala Bibereket hinek kevntir in. Delîlên derxistina paxirê li Geliyê Timnayê di navbera 9000 - 7000 sal berê de heye.[3] Prosesa veguhastina ji neolîtîk ber bi kalkolîtîkê ve li Rojhilata Navîn di çêkirina amûrên kevirî yên arkeolojîk de bi kêmbûna kirîn û bikaranîna materyalên xav a kalîteya bilind ve tê diyarkirin. Afrîkaya Bakur û Geliyê Nîlê teknolojiya xwe ya hesinî ji Rojhilata Nêzîk îthal kir û pêşketinên çaxa bronzî û hesinî bi riya Rojhilata Nêzîk şopand. Lê belê çaxa hesinî û bronzî di heman demê de li piraniya Afrîkayê rû da.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Sasha Blakeley; Christopher Muscato (2023). "Copper Age / Chalcolithic Age". Study.com.
- ^ "Serbian site may have hosted first copper makers". ScienceNews (bi îngilîzî). 17 tîrmeh 2010. Ji orîjînalê di 8 gulan 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2015.
- ^ "Timna". Biblical Archaeology – Maps and Findings.