Alfaya Kentaurî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Alfaya Kentaurî, α Centauri (Alpha Centauri) an Toliman [1] stêreke dorî 4,34 sala roniyê dûrî dinyayê, ya bi sîstema stêrcêwî, ya di komstêra Kentaur de ku di nîvkada başûrî ya ezmanê de dimîne ye. Ew ji stêra zer a Alfaya Kentaurî A û ya tirinciya Alfaya Kentaurî B pêk tê. Navê wê Ricel Kentaur bi erebî: رجل أقنطورس‎ "Lingê Kentaur".

Ew sîstema stêran a tewrî nêzikê rojê ye. Wek stêrcêwî bi qedra zahîrî ya teva −0,27 ve ew geştirîn cîsmê di komstêrê de ye û sêyem geştirîn ê di ezmana şev de ye. ‘’Alfaya Kentaur A’’ ya geştir e ku stêrcêwiyê bitenê xwedî qedra zahîrî ya −0,01 e û bi vê ve ew dibe çarem geştirîn stêra ezmana şev. Stêra nêziktirîn a dinê Proksîmaya Kentaurî ya bi dûriya 4,22 di vê sîstemê de ye an na biniqaş e.

Ew bi stêra Betaya Kentaurî ve Xaça Başûrî îşaret dike û bi hêlkariya wan meriv dikare bihêsanî Xaça Başûrî bibîne. Sîstema stêrcêwî herdu tev xwedî qedreka zahîriya 4,1 in. Bi çavên rût meriv ji erdê nikare tekên stêrcêwiyê A û B ji hev veqetîne.

Alfaya Kentaurî A[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Alfaya Kentaurî A, bi qedra zahîrî ya 0,00 ve ew ji Qurix (−1,46), Suheyl (−0,72) û Nêrevanê Bakur (−0,05) şûnde û li pêşiya Veqî (0,03) çarem geştirîn stêra ezmên e.

Alfaya Kentaurî B[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Daneberheva mezinahiya Alfaya Kentaurî A û B, û ya Proksîmaya Kentaurî û ya Rojê

Alfaya Kentaurî B bi qedra zahîrî ya 1,33 ve ew 21’em geştirîn stêra ezmana şev e. Giraniya wê bi qasî 0,93 carî ya rojê ye û çapa wê jî 0,86 carî ya rojê ye.

Tevlêbûna Proksîmaya Kentaurî ya sîstemê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Aîdbûna Proksîmaya Kentaurî (bi dûriya 4,24 salên roniyê, stêra nêziktirîna dinê ye) ya vê sîsteme heta îroj zelal nebûye. Pirranî stêrnas bawer dikine ku Aîdbûna Proksîmaya Kentaurî di bin bandora kişandina Alfaya Kentaurî A û B de ye.

Mesefaya Proksîmaya Kenturî ya Alfaya Kentaurî A û B nêzî 15.000±700 YA (YA, 1 YA=149,6 milyon kîlometre, wekheva mesefeya navbera dinê û rojê) an 0,21 sala roniyê ye. Ew mesefeyake bi qasî 1000-caran ya navbera Alfaya Kentaurî A û Alfaya Kentaurî B de an jî 500-caran ya navbera Rojê û Neptûnê ye. Ew li ezmên 2,2 dereceyan dûrî Alfaya Kentaurî A û B dimîne (qandî çarcaran mezinahiya heyvatijî).

Hereket[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Alfaya Kentaurî berve rojê nêzik dibe û ew dûriya di navbera xwe û rojê de bi lezeka 22 km/s ve kêm dike. Di hezar salî de Alfa Kentaur li ezmên dereceyeke (qandî mezinahiya du heyvên tijî) hereket dike û 4000 hezar salî şûnde ew ê bi Hedar ve stêrcêwiyeke pêk bîne.

Ezman wê li ser Alfaya Kentaurî çawa xwiya bûbûya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Roj, wek ji Alfaya Kentaurî xwiya dibe

Ezmana di sîstema Alfa Kentaur de xwiya bibe hemahema mîna ya ku ji dinê xwiya dibe ye. Gelek komstêrê eynî mîna halê xwe yê li dinê bimînin, lê di komstêra Kentaur de stêra geştirîn, Alfaya Kentaurî bixwe, nabe. Rojê di komstêra Zat el Kursî (komstêr)(Cassiphoea) de wek stêra geştirîna di komstêrê de xwiya bibe. Stêrên nêzikên wek Qurix, Teyr û Prokyon ê li cihên xwe yên li dinê xwiya dibin cihêtir xwiya bibin. Qurixê di komstêra Oryon de xwiya bibe û mîna ku li dinê geş xwiya dibe xwiya nabe.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www.constellationsofwords.com/stars/Toliman.html
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 10 çiriya paşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)