Malî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Komara Maliyê
République du Mali
Malî
Ala Malî Nîşana Maliyê
(Ala) (Nîşan)
Gotina netewî: Un peuple, un but, une foi ("Yek Mirov, Yek Armanc, Yek Bawerî")
Sirûda netewî: Pour l’Afrique et pour toi, Mali ("Ji bo te û Afrîkayê, Malî")
Zimanên fermî Fransî


Paytext Bamako
12°39′Bk 8°0′Ra / 12.650°Bk 8.000°Ra / 12.650; -8.000
Sîstema siyasî
 - Serkomar
 - Serekwezîr
Assimi Goïta
Choguel Kokalla Maïga
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

1.240.192 km2
1,61
Gelhe
 - Giştî (2009)
 - Berbelavî

14.517.176 kes
10 kes/km2
Serxwebûn 4ê nîsanê 1960
Dirav Franc CFA (XOF)
Dem UTC+0
Nîşana înternetê .ml
Koda telefonê +223
Nexşeya Malî
Nexşeya Malî

Malî, welatekî rojavaya Efrîkayê ye. Cîranên komara Maliyê li bakur Morîtanya û Cezeyêr, li rojava Nîjer, li başûr Burkîna Faso û Peravê Diranfîl, li başûr rojava Gînê, li rojava Senegal in. Malî koloniyeke kevn a Fransayê ye. Di sala 1960î de serbixwe bûye û paytexta wî Bamako ye. Gelheya vî welatî 19.1 milyon e û ji sedî 93.9 ê wê ji misilmanan pêk tê[1]. Zimanê fermî fransî ye.

Ji bo ku mirov ji Kurdistanê herine Maliyê, pêdiviya mirovî bi destûra şehbenderiya (konsulxane) Maliyê heye. Pey ku mirovî ev destûr bi dest xist, li balafirgehê Maliyê, ji bo viza hewce ye ku hun 30 euroyê bidine polisên Maliyê[çavkanî hewce ye]. Vizayên we pelekî piçûk e, bi pasporta we zimba dikin.

Unîteya wereqeyên (pere) wan CFA (Communauté Financière Africaine) ye. Koloniyên Fransayê li Afrîkayê giş CFA bi kar tînin. Li welatên Afrîkaya Rojava (Benin, Burkina Faso, Guinea-Bissau, Ivory Coast, Mali, Niger, Sénégal û Togo) CFA-XOF, li Afrîkaya Navend jî (Cameroon, Central African Republic, Chad, Republic of the Congo, Equatorial Guinea û Gabon) CFA-XAF.

Zivstana vî welatî di navbera mehên sibat û nîsanê de ye. Li Zistane germahî di navbera 30-40 C tê guhertin. Havinan germtir e û baran zêde dibarê.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]