Namîbya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Namîbiya hat beralîkirin)
Namibia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Namîbya
Republic of Namibia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Dirûşm: Unity, Liberty, Justice Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: Namibia, Land of the Brave Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Namîbya li ser nexşeyê
Map
Paytext
  • Windhoek Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

23°Bş, 17°Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêber
 •  Serokdewlet Nangolo Mbumba (2024–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Saara Kuugongelwa-Amadhila
Avakirin
 •  Dema avakirinê 1990 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 825.615 ±1 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 2.533.794 (2017) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr
Hatûçûna ajotinê
Koda telefonê +264
Malper
https://gov.na/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Namîbya an jî Komara Namîbyayê (bi îngilîzî: Republic of Namibia) dewletek li başûrê Afrîkayê ye. Namîbya, li rojavayê xwe okyanûsa Atlantîk, li bakur Angola, li başûr Afrîkaya Başûr, li rojhilat Botswana û li Bakur-rojhilatê xwe jî Zîmbabwe û Zambiya heye.

Paytext û bajarê herî mezin ê Namîbyayê Windhoek e. Welat bi biryara 652 ji sala 1990an û vir ve endamê Neteweyên Yekbûyî (NY), Civata Pêşkeftina Afrîkaya Başûr (SADC), Yekîtiya Gumrukê ya Afrîkaya Başûr (SACU), Yekîtiya Afrîkayê (AU) û Yekîtiya Neteweyên Yekbûyî ye.

Erdnîgariya hişk cara ewil ji hêla gelên San û Damara ve hat niştecîh kirin. Ji dora sedsala 14an, gelê Bantu koçî welêt kir. Navçeya Namîbya ya îroyîn di sala 1884an de di bin parastina Împeratoriya Almanî û heya dawiya Şerê Cîhanê yê Yekemkoloniyek alman a bi navê Deutsch-Südwestafrika ma. Ji salên 1904an heya 1908an, hêza kolonyalîst a alman serhildana Herero û Nama bi tundî tepisand û di vê pêvajoyê de komkujiyek pêk anî. Di sala 1920an de, Cemiyeta Miletan Namîbyayê xiste bin emrê Afrîqaya Başûr - ku de facto wergeriya koloniyeke Afrîkaya Başûr: Bi vî rengî Afrîkaya Başûr qanûnên xwe, di nav de qanûnên Apartheidê, xist nav Namîbyayê.

Di çarçoveya têkoşîna rizgariya Namîbyayê ya di 21ê adarê 1990an de, Namîbya serxwebûna xwe ji Afrîkaya Başûr îlan kir - lê Walvis Bay û Giravên Penguin heta sala 1994an di bin kontrola Afrîkaya Başûr de man. Ji wê demê ve 21ê adarê cejna neteweyî ya welêt e.

Ji ber qada mezin a Namîb, Namîbya tenê kêm niştecîh e. Li welêt bi qasî 2,3 mîlyon şênî hene. li gorî îstatîstîkên sala 2009an ji sedî 28,7 nifûsê di binê xeta hejariyê ya Namîbyayê de dijîn.[4]

Namîbya xwedî demokrasiyeke parlemanî ya bi îstîqrar e. Aboriya welêt ji çandinî, turîzm û madenê (uranyumê, zêr, zîv û metalên bingehîn) pêk tê.

Herêmên Namîbyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji sala 1992an de ye, Namîbya bûye 13 herêm:

  1. Caprivi
  2. Erongo
  3. Hardap
  4. Karas
  5. Kavango
  6. Khomas
  7. Kunene
  8. Ohangwena
  9. Omaheke
  10. Omusati
  11. Oshana
  12. Oshikoto
  13. Otjozondjupa

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]