Tepînk
Tepînk, mîn, mayin ji çek û mekanîzmaya bo ziyandayîna amyarên bejayî, ferd, keştî û amyarên esmanî tên bikaranîn re dibêjin. Gelek awa û cureyên wê hene. Tepînk him çekeke parastinê ye, him jî ya tunekirinê.
Tepînk bo armancên curbecur tên bikaranîn. Bi gelek teknîkên nûjen jî dikarin bên bikaranîn. Mirov dikare bêje tepînk jî bombeyek e, û wekî dafikekê tê danîn û kamûflajkirin, dema bê xwestin jî tê teqandin.
Tepînk hene dema hedefa xwe xist dafikê, bi pêlêkirinê diteqin. Tepînk jî hene ji dûrve tên kumandakirin. Tepînk dikarin bi mekanîzmayeke demê plan dike vê bê girêdan û dema wê hat bê teqandin.
Tepînka bejayiyê û cureyên wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tepînkên li ser riya hedef tên binaxkirin in. Dema rast li hedefa xwe hat diteqin. Di nava wan de pilte (teqemenî), madeyên kîmyayî hene.
- Tepînka tankşikên, li dijî tank û amyarên leşkerî yên mezin tên bikaranîn. Pirranî bo tunekirina wan e.
- Tepînka dijpersonel, tepînka antîpersonel, li dijî ferdan, personelan e. Dikuje yan birîndar dike. Bi hezaran mirovên sîvîl, ji ber van tepînkan jiyana xwe jidest dane yan birîndar bûne.
Cureyên antîpersonelan ên sereke: 1- Tepînka antîpersonel a rûxîner 2- Tepînka pagê, tepînka araziyê 3- Tepînka çovî 4- Tepînka êrîşên rexkî
Cureyên tepînkên li dijî mirovan tên bikaranîn: 1- Tepînka belav dibe û bising 2- Tepînka bi parçeyên bandorker û aresteyî 3- Tepînka pestoyî, tepînka bifîşar 4- Tepînka napalmê 5- Tepînka vediceniqe 6- Tepînka kîmyayî
- Tepînka dijbabirok, tepînka antîbabirok
- Tepînka nuklear a bejayî
Welatên lê tepînk hene
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Efxanistan: kz. (kêm zêde) 10 milyon
- Misir: bi milyonan, bi taybetî li el-Alamein, nîvgirava Sinayî
- Angola: baş nayê zanîn
- Komara Nagorno: bi texmîna NY 30.000 heya 10.000
- Bosniya û Herzegovîna: kz. 1 milyon
- Çînistan
- Tirkiye, li axa Kurdistanê bi milyonan tepînk hatine danîn
- Almanya, berê di tixûbê herdu Almanya de gelek hatibûn danîn. Herwiha ji şerê cîhanê yê II jî gelek mabûn. 33.000 ji wan hêj jî nehatine dîtin. Bi texmînî di wextê de hejmara wan zêde hatine tomarkirin. Hinek ji wan ji aliyê ajalan ve hatine tewandin an rizîne.
- Erître
- Yewnanistan/Tirkiye – li ser sînor
- Îraq, nayê zanîn
- Îran, nayê zanîn
- Kamboca: kz. 4 milyon
- Korê: li ser sînorê Korêya Bakur û Korêya Başûr, kz. 1 milyon
- Kosovo: 1 milyon hatine danîn, tomarkirinên 200.000'î winda bûne
- Kroatya: kz. 700.000 tepînk
- Laos nayê zanîn
- Lîbya: ji şerê cîhanê yê duyem gelek winda ne
- Morîtanya/Saharaya Rojava: 10 milyon
- Mozambîk: 800.000 heya 1 milyon
- Namîbya, nayê zanîn
- Nepal: baş anyê zanîn, ji 10.000'î zêdetir ji aliyê artêşê ve hatibû danîn
- Somaliya, nayê zanîn
- Srî Lanka, statîstîk nehatine belavkirin
- Sûdan, statîstîk nîne
- Viyetnam: ji bil milyonan tepînk nehatine vedîtin, derxistin
- Çeçenistan, statîstîk nîne
- Kîpros: kz. 17.000
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |