Meşa Rûmetê (LGBT)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Alaya keskesorê di sala 1978an de cara ewil li Meşa rûmetê ya San Francisco hat bikaranîn. Hunermend Gilbert Baker wê sêwirandibû. Sor jiyanê, tirincî başbûn û pêşketinê, zer tavê, kesk xwezayê, şîna nîl aheng û guncaniyê û binefşî manewiyatê temsîldikir.

Meşa Rûmetê ya Gey û Lezbiyenan (bi îngilîzî Gay Pride), navê tevayiya merasim, xwepêşandan û çalakiyên ku ji aliyên kesên LGBT û kesên ku piştgirî didin xûrtkirina mafên kesên LGBT ye. Gelemperî di dawiya meha hezîranê de li salvegera Serhildana Stonewallê ku di sala 1969an de pêkhatibû, tê lidarxistin. Ev meş li nav civaka LGBT de wekî meşa rûmetê ya geyan an jî meşa rûmetê ya LGBT jî tê binavkirin. Rûmetê ku tê qalkirin, rûmeta ew kesê/î ye ku ji hebûna xwe û ji kesên LGBTbûnê fedî nake.

Meşa Rûmetê ya Geyan li nav kurdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her çiqas li Tirkiyeyê ji aliyê çend saziyan ve ji bo banga tevlî bûna meşa rûmetê metnên kurdî jî hati be belav kirin[1][2] heta nuha li bajarên Kurdistanê meşa rûmetê nehat lidarxistin. Aliyê din parlementerên BDP[3][4] û HDPê[5] ku wekî partiyên kurdan tê hesibandin û pênaskirin, piştgirî dan/didin[6] meşa rûmetê û tevlî Meşa Rûmetê ya Stembolê bûn û pîroz kirin. HDP wekî partî ji bo hefteya rûmetê ya 2015an daxûyaniyek ji bo raya giştî qala piştgiriya xwe ya mafên LGBT kir.[7]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]