Mehmed Emîn Bozarslan
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | |
| Hevwelatî | |
| Pîşe |
Mehmed Emîn Bozarslan[1] (jdb. 15 îlon 1934 - m. 22ê kanûna paşîn 2026)[2] mele û nivîskarekî kurd bû. Ew bavê dîroknasê Hamît Bozarslan bû.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bozarslan di 15ê îlona sala 1934an de li Licêyê ji dayîk bûye. Piştî ku ew xwendina xwe temam kiriye, mala xwe ber bi Meletiyê bar dike. Dûv re li wê heremê ku ji dayîk bûye, dest bi muftîtî kiriye. Yekem berhêmê wî yê navdar bi navê Muftîyê Komunîst bû ye.[3]
Çawa ku telebe bi mana şoreşger dihate karanîn, komunîst jî di nav kurdan de pirî caran ji dêvla welatparêzî, mafperestî ango ji bo kesên ku mafên kurdan û belengazan parastiye, hatiye karanîn. Bi gotinekî din, di raya giştî a kurdan de tu çiqas ji dewletê dûr bî, ewqas komunîst î. Meleyên kurdan yên berê jî, hema bêje piraniya wan bi vî navî hatîne naskirin. Tiştên balkeş ya nivîskar û lêkolînvanên kurdan, di Mehmet Emîn Bozarslan de jî tê dîtin.[4] Ew jî bingeha welatparêziya xwe û herwiha bingeha nivîskariya xwe, ji rewşa axa xwe ya bindest digre. Gelek deweran digere, rewşa gelê xwe yê xizan û bindestan dibîne û sedema vê yekê pirtûka xwe ya yekem ya bi navê Şeyhlîk ve Aðalik (Axatî û Şêxtî) de di sala 1964a de şirove dike, raya xwe radixe ber gel. Pirtûka duyem a Bozarslan jî, li ser pirsa kurdî ye. Di sala 1966an de, pirtûka Bozarslan bi navê Doðu’nun Sorunlari (Pirsên Rojhilat) dikeve destê xwendevanan. Bozarslan, girîngiya ziman û hînkariya bi zimanê zikmakî jî, herwiha di vê pirtûka xwe de cara yekem eşkere dike. Her du pirtûkên ewil ya Bozarslan, bi tirkî ne û herwiha li ser pirsên gel û herêmê nin.[5]
Yekem alfabeya kurdî li Tirkiyeyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pirtûka ewil a Bozarslan ya bi kurdî bi navê Alfabe ye. Pirtûka Alfabe, di sala 1968an de li Stembolê hat çapkirin. Ev pirtûk herwiha yekemîn pirtûka alfabeyê ye ku bi tîpên latînî li ser kurdî li Komara Tirkiyeyê hatiye çapkirin. Ji bilî pirtûka Alfabe, Bozarslan berhema Mem û Zîn yê Ehmedê Xanî jî ji kurdî li ser tirkî wegerandiyê û ev pirtûkê hê jî di sala 1968an de ligel kurdiya wê ya orîjînal, li Stembolê li nav Weşanên Hasat de hatibû çapkirin. Her du xebatên Bozarslan ji hêla dozgerên Amed û Stenbolê ve tafilê hatin berhevkirin. Dûr ve Bozarslan ji aliyê dewleta tirk hatiye zindankirin. Ew bi îdiaya “xebata ji bo parçekirina Komara Tirkiyeyê û sazkirina dewleteke kurdî ya xweser” dihat tawanbarkirin. Dozgerê Amedê berhemên ‘Alfabe’ û ‘Mem û Zîn’ yê ku Bozarslan wergerandibû li ser zimanê tirkiyê wekî “du dînamîtên ku Bozarslan xwestiye têxe binê siyaseta Komara Tirkiyeyê” binavkirîbû. Doza Bozarslan heta sala 1974an berdewam kir. Di sala 1974an de, ji ber lêborîna giştî doza Bozarslan ket, lê ‘Alfabe’ wekî hacetekî sucê hat dîtin û qedexekirina li ser wî dom kir. Ango, ‘lêborîn’ ji şexsan re bû; ji pirtûkan re ‘lêborîn’ tûne bû. Bi vê biryara dadgehê ya Komara Tirkiyeyê, li tevayî cîhanê, ev cara ewil bû ku elîfbayekî dihate qedexekirin.[3]
Çapa ‘Alfabe’yê ya li Swêdê jî, li Tirkiyeyê bû egerekî nîjadperestiyê: Piştî sala 1979an ku Bozarslan derket derveyî welêt, li Swêdê cîhwar bû û xebatên xwe li vî welatî domand. Çapa duyem ya ‘Alfabe’yê jî di sala 1980an de, li Swêd çêbû. Rojnama tirkî yê Milliyet ev yek wekî nûçeyekî sansasyonel, li serrûpela xwe çap kir. Yê nizanibû, dê bigota qey “li Swêdê şer derketiye”.
Kariyera siyasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî ewqas eziyet û îşkence û zindaniyê, Bozarslan neçar ma di sala 1979a de derket derveyî welêt. Bê guman ew li Tirkiyeyê bimana, ew nedikarîbû ku ewqas berhemên hêja biafrîne; ewqas xizmeta zimanê kurdî bike. Bozarslan, eger di vê demê li Tirkiyeyê bijiya, ew hem berhemên xwe nedikarîbû ewqas bi azadî biafrîne, hem jî wê ji ber keda xwe ya hêja gelek salên xwe li zindanê derbas bikiriya. Bozarslan, di nav xebata DDKOyê (Devrimci Doðu Kültür Ocaklarý) de jî cîhê xwe girtiye. Tê zanin ku DDKO ewil komela legal e ku piştî têkçûna serhildana Seyîd Rizayê li dijî Komara Tirkiyeyê di sala 1969an de hatiye damezrandin. Ji kesên ku bîranînên xwe ya li derhaq DDKOyê de nivîsandine tê zanin ku di nav komelê de du şax bi eşkereyî xuya dikin. Yek ji van şaxana, nêzîkî Partiya Demokrat a Kurdistan li Tirkiyeyê (TKDP) ye; ya din jî şexsiyetên çep in û pêywendiya wan bêtir bi FKF (Fikir Kulüpleri Federasyonu) û TİP (Türkiye İşçi Partisi) re henin. Bozarslan di nav van şaxana de bi taybetî li cîhekî ne aniyê. Lê tesîra Bozarslan di nav komelê de bêtir li ser ew xortên welatparêz ku xwe nêzîkî TKDPyê dihesîbînîn didane, hebû.[6]
Piştî ku leşkerên komarê di sala 1971an de dest danîn ser hukim, wekî gelek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd û tirk, Bozarslan jî hem ji ber pirtûkên xwe hem jî ji ber endametiya DDKOyê kete zindana Amedê û di doza DDKOyê de jî hat dadgehkirin. Xebatên Bozarslan, ji ber sazumana leşkerî heta sala 1974a sekinî an jî bi nêhînî dom kir. Di van salan de ti pirtûkên wî nehatin çapkirin. Bi lêborîna giştî re gelek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ji zindanan derketin û dest pê kirin rêxistinên xwe damezrandin. Bozarslan jî, carekî din bi eşkereyî dest bi wergêrandin û nivîsîna pirtûkan kir. Ew, durî rêxistinên kurdan nemayê, lê di nav ti rêxistinên ku wê demê hatibûn damezrandin jî cîh negirt.
Bozarslan bê guman tena serê xwe wekî rêxistinekî bû. Lê ji ber ku ne endamê rêxistinekî bû, ti rêxistin jî bi xûrtî alîkariya wî nedikir. Herwiha di nivîsandin û çapkirin, bi taybetî jî firotina pirtûkên Bozarslan de ji bilî astengiya dewletê, astengiya hin ‘siyasetmedaran’ jî hebûn.
Bawer nakim ku li derhaq vê yekê de, ti kesek heta niha ji Bozarslan gazinekî bîhîstibe. Ew ji çi kesî gazina nekir, lê karê xwe jî bê westan domand. Îro meriv bi dilekî rehet dikare bêje ku pirtukên ku Bozarslan nivîsandiye an jî wergêrandiye, ji weşanxanê heta ji pirtûkxaneyê hinek rêxistinan dewlemendtir e.
Xebata rastnivîsiya ferhenga kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bozarslan piştî xebata evqas salan hê jî bê westan karê xwe didomîne û niha jî dest bi xebatekî din ya giranbiha kiriye. Ev xebata wî li ser rastnivîsandina peyvên kurdî û herwiha bi etîmolojiya ziman mijûr e. Ev xebata giranbiha berî çend salan li rojnama hefteyî, di kovara Ronahî beş bi beş dest bi weşanê kir û niha jî di kovarên Pazdeh Rojî û Dema Nû de didome.
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]M. Emîn Bozarslan di 9ê sibata 2026an de li bajarê Uppsala yê Swêdê mir.[2][7] Ew 91 salî bû.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev hemî berhemên Mehmed Emîn Bozarslan ne:[8]
Pirtûk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Alfabê, Stembol, 64 rr. 1968.
- Meselokên lawiran. - Borås: Invandrarförlaget, 1981.
- Meyro : çîrok. - Borås: Invandrarförl., 79 rr., ISBN 91-85242-43-8, 1981.
- Mîr zoro, Borås: Invandrarförl., 80 rr., 1981.
- Gurê bilûrvan, Borås : Invandrarförl., 71 rr., ISBN 91-85242-50-0,1982.
- Kêz Xatûn, Borås: Invandrarförl., 79 rr., ISBN 91-85242-61-6,1982.
- Serketina miskan, Uppsala: Studieförl., 85 rr., ISBN 91-7382-604-9,1984.
- Pepûk, Uppsala: Kovara Deng, 70 rr., ISBN 91-7382-618-9,1985.
- Melayê meshûr, Uppsala: Kovara Deng, 85 rr., ISBN 91-7382-620-0,1986.
- Serefa ristem keya: pirtûka kurteçîrokan, Uppsala: Kovara Deng, 123 rr.,ISBN 91-88246-03-5,1992.
- Kemal Paşa weledê kê ye? : meselokên sîyasî, Uppsala: Kovara Deng, 89 rr., ISBN 91-88246-05-1,1993.
- Çirokên gelî. 1: Gulî xatûn, Uppsala : Kovara Deng, 88 rr., ISBN 91-88246-10-8, 1997.
- Çirokên gelî. 2: Kurê mîrê masîyan, Uppsala : Kovara Deng, 120 rr., ISBN 91-88246-11-6, 1998.
Guhartinan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Jîn : kovara kurdî-tirkî : 1918-1919, guhartina ji tîpên erebî li ser tîpên latînî ji aliyê Mehmed Emîn Bozarslan, Uppsala: Kovara Deng, 5 navikan, 1985-1988.
- Kurdistan : rojnama Kurdî ya pêsîn : 1898-1902, guhartina ji tîpên erebî li ser tîpên latînî ji aliyê Mehmed Emîn Bozarslan. - Uppsala : Kovara Deng, 2 navikan, 1991.
- Mem û Zîn yê Ehmedê Xanî, guhartina ji tîpên erebî li ser tîpên latînî ji aliyê Mehmed Emîn Bozarslan, Uppsala : Kovara Deng, 703 rr., ISBN 91-88246-07-8,1995.
Folklor
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Pêkenokên gelî. nav. 1 : Masîyên bejî, Uppsala : Kovara Deng, 64 rr., ISBN 91-970702-4-6, 1987.
- Pêkenokên gelî. nav. 2 : Ji dînan dîntir, Uppsala : Kovara Deng, 64 rr., ISBN 91-970702-7-0, 1988.
- Pêkenokên gelî. nav. 3 : Ilmê tûrik, Uppsala : Kovara Deng, 79 rr., ISBN 91-970702-8-9, 1989.
- Pêkenokên gelî. nav. 4 : Bûka Gulsûn, Uppsala : Kovara Deng, 85 rr., ISBN 91-970702-9-7, 1990.
- Pêkenokên gelî. nav. 5 : Mela Kulî, Uppsala : Kovara Deng, 93 rr., ISBN 91-88246-00-0, 1991.
Gotar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Li ser rola mîtê di wêjeya kurdî de: pêşkêşkirin li Civîna Nivîskarên Navneteweyî li Lahti, Fînlenda, 15-19ê hezîrana 1981an. - Lahti: Civîna Nivîskarên Navneteweyî.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ "M. Emîn Bozarslan - Nivîskar - Werger - Lêkoler". www.saradistribution.com. Roja gihiştinê 5 tîrmeh 2023.
- 1 2 "Passing of Mehmet Emin BOZARSLAN". Institutkurde.org (bi fransizî). Roja gihiştinê 27 sibat 2026.
- 1 2 Sözlüğü, Türk Edebiyatı İsimler. "Mehmet Emin Bozarslan". teis.yesevi.edu.tr. Roja gihiştinê 7 kanûna pêşîn 2025.
- ↑ کوردیپێدیا, Kurdipedia-. "Mehmet Emin Bozarslan". Kurdipedia.org (bi spanî). Ji orîjînalê di 5 tîrmeh 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 tîrmeh 2023.
- ↑ "Mehmet Emin Bozarslan". www.biyografya.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 7 kanûna pêşîn 2025.
- ↑ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 5 tîrmeh 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 tîrmeh 2023.
{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ↑ "Mehmed Emîn Bozarslan koça dawî kir". rudaw.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 sibat 2026.
- ↑ BEAU, Ridvan. "La bibliothèque numérique kurde (BNK) - Institut kurde de Paris". bnk.institutkurde.org. Roja gihiştinê 7 kanûna pêşîn 2025.