Menaqib el-'arifîn (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Menaqib el-'arifîn (bi farisî: مناقب‌العارفین) kitêbeka Ehmedê Eflakî yek ji mirîdên terîqeta Mewlewiyeyê ye. Ev kitêb yek ji kitêbên giring di warê zarav û termên sofîtiyê û rewşa sofiyan da ye.

Naveroka wê[biguherîne]

Kitêb di deh pişkan da bi rêz behsa jiyana van dike: Behaedîn Weled babê Celaledînê Rûmî, Birhanedînê Tirmizî, Celaledînê Rûmî, Şemsê Tevrêzî, Selahedînê Zerkûb, Hisamedînê Çelebî, Siltan Weled, Celaledînê Çelebî Mîr Arif, Şemsedînê Çelebî Mîr Abid, û zaroyên dî yên wan.

Kitêba Menaqib el-'arifîn neynikeka zelal ji jiyana serdema xwe ye. Zimanê wê sade û rehwan e û tijî ye ji zarav û termên dîwanî yên dema Selcûqiyên Rûmê.

Lêkolînvanê tirk Tehsin Yazıcı ev kitêb di du bergan da li weşanxaneya Civata Dîroka Tirkan di salên 1959 û 1961ê da li Enqereyê çap kir.

Kesekê bi navê Ebdilwehabê pisê Celaledînê Mehmedê Hemedanî (mirî 954ê mişextî) kurtkiriyeka vê kitêbê bi navê Sewabit el-menaqib nivîsiye.

Çavkanî[biguherîne]