Menaqibu'l-'arifîn (pirtûk)
Menaqibu'l-'arifîn (bi farisî: مناقبالعارفین) kitêbeka Ehmedê Eflakî yek ji mirîdên terîqeta Mewlewiyeyê ye. Ev kitêb yek ji kitêbên giring di warê zarav û termên sofîtiyê û rewşa sofiyan da ye.
Naveroka wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kitêb di deh pişkan da bi rêz behsa jiyana van dike: Behaedîn Weled bavê Celaledînê Rûmî, Birhanedînê Tirmizî, Celaledînê Rûmî, Şemsê Tevrêzî, Selahedînê Zerkûb, Hisamedînê Çelebî, Siltan Weled, Celaledînê Çelebî Mîr Arif, Şemsedînê Çelebî Mîr Abid, û zaroyên dî yên wan.
Kitêba Menaqib el-'arifîn neynikeka zelal ji jiyana serdema xwe ye. Zimanê wê sade û rehwan e û tijî ye ji zarav û termên dîwanî yên dema Selcûqiyên Rûmê.
Lêkolînvanê tirk Tehsin Yazıcı ev kitêb di du bergan da li weşanxaneya Civata Dîroka Tirkan di salên 1959 û 1961ê da li Enqereyê çap kir.
Kesekê bi navê Ebdilwehabê pisê Celaledînê Mehmedê Hemedanî (mirî 954ê mişextî) kurtkiriyeka vê kitêbê bi navê Sewabit el-menaqib nivîsiye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara li ser pirtûkekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |