Menaqibu'l-'arifîn (pirtûk)
Menaqibu'l-'arifîn (bi farisî: مناقبالعارفین) pirtûkeka Ehmedê Eflakî yek ji mirîdên terîqeta Mewlewiyeyê ye. Ev pirtûk yek ji pirtûkên giring di warê zarav û termên sofîtiyê û rewşa sofiyan da ye.
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Pirtûk di deh pişkan da bi rêz behsa jiyana van dike: Behaedîn Weled bavê Celaledînê Rûmî, Birhanedînê Tirmizî, Celaledînê Rûmî, Şemsê Tevrêzî, Selahedînê Zerkûb, Hisamedînê Çelebî, Siltan Weled, Celaledînê Çelebî Mîr Arif, Şemsedînê Çelebî Mîr Abid, û zaroyên dî yên wan.
Pirtûka Menaqib el-'arifîn neynikeka zelal ji jiyana serdema xwe ye. Zimanê wê sade û rehwan e û tijî ye ji zarav û termên dîwanî yên dema Selcûqiyên Rûmê.
Lêkolînvanê tirk Tehsin Yazıcı ev pirtûk di du bergan da li weşanxaneya Civata Dîroka Tirkan di salên 1959 û 1961ê da li Enqereyê çap kir.
Kesekê bi navê Ebdilwehabê pisê Celaledînê Mehmedê Hemedanî (mirî 954ê mişextî) kurtkiriyeka vê pirtûkê bi navê Sewabit el-menaqib nivîsiye.