Hestpist

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mestpist hat beralîkirin)

Hestpist, an jî Hespist (bi tirkî: Yarbaşı), gundekî navçeya Hezexa bi ser Şirnexê ve ye. Ev gund ji aliyê Dewleta Tirk ve hate valakirin û vêga mirovên vî gundî li Wargeha Mexmûrê dijîn[Rewşa îro (2014)?].

Hespist bi masiyên xwe û newala xwe tê naskirin. Ava Hespistê xwe ji nav quntarên çiyê berdide. Çemê Dîcle di nav newala wê re derbas dibe. Vî gundî gelekî zor û zehmetî ji aliyê dewleta tirkan ve dîtiye, lê hertim li hember zorê li ber xwe daye. Gelek mirovên wê tevlî gerîlayan bûne û şehîd ketine. Heya roja îro jî Hespist li ber xwe dide. Niha nêzî 200 malbat li gund dijîn.